Download as doc, pdf, or txt
Download as doc, pdf, or txt
You are on page 1of 5

Marên bi jehr Riya Rastdariyê 42

Guhdarên delal! Silameta Xwedê bi we re be!


Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.
Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.
Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa Riya Rastdariyê.

Cara din me di Kitêba çaran a Tewratê de dît ku gelê Îsraêl gihîşt ber sînorê welatê Kenanê,
yanî ber sînorê welatê ku Xwedê bi sond soz dabû Birahîm, Îshaq, Aqûb û zuriyeta wan.
Xwedê biryar dabû ku miletên xerab bi egîdên wan ve ji welatê Kenanê derxistan û ew bi
milktî bida gelê Îsraêl. Lê belê me dîtibû ku pirraniya gelê Îsraêl ji egîdan tirsiyan û ji wê
soza ku Xwedê wê welatê Kenanê bida wan, bawer nekirin.

Me dît ku Xwedê gelê Îsraêl ji ber nebaweriya wan ceza kir. Wî ji wan re got:
«Ji bilî Kalêb û Yêşû tu kes ji we nakeve welatê ku min bi destê bilind sond xwariye ku ezê
we lê cîwar bikim. zarokên we yên ku we li ser wan got: ‹Ewê bibin xenîmet!› ezê wan bibim
welatê ku we red kir û ewê wî nas bikin. Lê heçî hûn in, termên we wê di vê çolê de bikevin.»
(Hijmartin 14:30-32)

Tiştê ku divê em qenc fêm bikin ev e: Daxwaza Xwedê ew bû ku gelê Îsraêl bi zêdehî pîroz
û bimbarek bike, lê ji ber ku wan bawer nekir, ev yek çênebû. Îsraêliyan qet nexwest ku ji
sozên Xwedê bawer bikin, loma wî ew ceza kirin. Cezayê wan jî ew bû ku diviya ew çil salî
di çolê de bigeriyana, heta ku hemû mirovên ku di ser bîst salî re bûn û ji wî bawer nekirin,
bimirana.

Niha em dixwazin di Kitêba Hijmartinê de binêrin ku di dawiya wan çil salan de çi çêbû.
Piştî ku gelê Îsraêl çil salî di çolê de geriya, ew hatin çola Tsînê û ew li Qadêşê cîwar bûn.
Qadêş ew der e ku nêrevanan bi gelê Îsraêl re lê nebawerî kiribûn. Li Qadêşê xwişka Mûsa
Miryam mir û hat veşartin. Di wê demê de ji bo civînê av nema û ew li hember Mûsa û
Harûn civiyan. Gel bi Mûsa re devjenî kir û got: «Dema ku birayên me li ber Xudan mirin,
xwezî em jî hingê bimirana! Çima we civîna Xudan anî vê çolê, da ku em bi heywanên xwe ve
bimirin? Çima we em ji Misrê deranîn, da ku hûn me bibin vî cihê ha yê xerab? Ev ne cihê
çandinê ye, ne jî cihê dara hêjîrê û rez û hinaran e û av jî tune ku em vexwin!»
(Hijmartin 20:2-5)
1
Gelo we gotinên gelê Îsraêl bihîstin? Piştî ku Xwedê malbatên wan ji Misrê rizgar kirin û
ew çil salî di çolê de xweyî kirin, ma dilê wan tije şikirdarî û bawerî bû? Na, bi rastî ka dê û
bavên wan çi kiribin, wan jî eynî wusa kir. Wan kir pitepit jî! Ji xwe ew li çol û çolistanan
bêzar bûbûn lê dîsa jî diviya ku wan bianiya bîra xwe ku ew ji ber nebaweriyê hê neketibûn
welatê Kenanê. Rast e, ava wan tunebû. Lê wan çima dua nekir? Wan çima bi cesaret ji
Xwedê hêvî nekir? Ma yê ku çil salan ew di çolê de xweyî kirin, nedikarî av bida wan ku ew
vexwin?
Ji xwe hêza wî hebû ku her tişt bidabûya wan. Xwedê li gor rehm û kerema xwe li gor hemû
hewcedariyên wan her tişt da wan. Lê dîsa jî gelê Îsraêl ji Xwedayê xwe Xudan tam ne
piştrast bû.

De ka em berdewam bikin û binêrin ka ev serhatî çawa pêş ve çû. Nivîsarên Pîroz weha
dibêjin:
Mûsa û Harûn ji civînê dûr ketin, çûn ber deriyê Konê Civînê û deverû çûn erdê û rûmeta
Xudan ji wan re xuya bû. Xudan ji Mûsa re got: «Rahêje şivdarê xwe û bi birayê xwe Harûn
ve civînê kom bike û li ber çavên wan li latê emir bike ku ava xwe bide. Weha tê ji bo civînê
avê ji latê derxî, da ku ew û heywanên wan vexwin.» Wek ku Xudan li Mûsa emir kiribû, wî
ew şivdarê ku li ber Xudan bû hilda û Mûsa û Harûn civîn li ber latê kom kirin û Mûsa ji wan
re got: «Ey serhildêrno, guhê xwe bidinê! Gelo divê ku em ji vê latê avê derxin?» Hingê Mûsa
destê xwe bilind kir û bi şivdarê xwe du caran li latê xist û av bi zêdehî derket; civînê û
heywanên wan jê vexwarin. Lê belê Xudan ji Mûsa û Harûn re got: «Ji ber ku hûn li min ewle
nebûn ku hûn li ber çavên gelê Îsraêl siyaneta pîroziya min bigirin, hûn vê civînê nabin wî
welatê ku min daye wan.»

Gelo ma we fêm kir ku çi çêbû? Xwedê çi emir li Mûsa kiribû, da ku ji elaleta gelê Îsraêl re
av peyda bibûya ku ew vexwin? Xwedê gotibû: «Li latê emir bike ku avê bide.»
Ma Mûsa li gor vî emrê Xwedê kir û ji latê re got? Na, Mûsa nepeyivî, lê wî bi hêrsa xwe
du caran bi şivdarê xwe li latê xist. Dîsa jî Xwedê li gor kerema xwe av ji latê da derxistin, lê
tiştê ku Mûsa kir, li wî xweş nehat. Loma Xwedê ew ceza kir, jê re got: «Ji ber ku hûn li min
ewle nebûn (yanî ji ber ku we ji min bawer nekir) ku hûn li ber çavên gelê Îsraêl siyaneta
pîroziya min bigirin, hûn vê civînê nabin wî welatê ku min daye wan.» (Hijmartin 20:6-12)

Belkî hin wê bêjin: «Bi rastî, ev ceza gelek giran bû. Mûsa xerabiyeke mezin nekir... » Lê
belê divê em bînin bîra xwe ku Xwedê çi ji mirovan dixwaze: Ew dixwaze ku em ji peyvên wî

2
bawer bikin û li gor gotinên wî bikin. Xwedê tu tiştê ku ne li gor peyva wî be, qebûl nake.
Erê, Mûsa jî li gor peyva Xwedê neke, Xwedê wê yekê qebûl nake!

Xwedê cihêtiyê naxe nav mirovan. Mûsa pêxemberekî mezin bû, lê ew jî wek me hemûyan
mirovek bû û zarokekî Adem bû. Loma ew jî wek hemûyên din gunehkar bû. Mûsa
pêxember jî nikaribû xwe bi karên xwe yên qenc xilas bikira. Wek hemû zarokên Adem
ew jî ne bêkêmahî bû û tevahiya rastdariyê pêk neanî.
Diviya ku Mûsa pêxember jî wek hemû Îsraêliyên din bi riya xilasiyê ya ku Xwedê amade
kiribû, yanî bi riya goriyan biçûya ber Xwedê.
Bi vî gunehê Mûsa, Xwedê tîne bîra me ku mirov hemû gunehkar in û ji rûmeta Xwedê
bêpar man. Her kes li ber Xwedê sûcdar e. Her kesî guneh kir. Tu kesê rast tune. Her kes ji
riya Xwedê dûr ket. Bi tenê Xilaskarê pîroz ê ku ji ezmên hat, da ku gunehkaran xilas bike, ji
guneh bêrî bû.

Em bi serhatiya gelê Îsraêl berdewam dikin û di deriyê 20’an de em dibînin ku birayê Mûsa
yê mezin Harûn li ser Çiyayê Horê mir û Îsraêliyan 30 rojan şîna wî girt.
Piştî vê yekê, di deriyê 21’ê de Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
Ew ketin rê û ji çiyayê Horê bi riya Deryaya Sor ve çûn ... Di rê de sebra gel nema. Gel li
hember Xwedê û li hember Mûsa peyivî û got: «Çima we em ji Misrê deranîn, da ku em di
çolê de bimirin? Çimkî ne nan û ne av heye û dilê me ji vî nanê ha yê nexweş li hev dikeve!»
Li ser vê yekê Xudan marên bi jehr şandin nav gel û wan bi gel ve da û ji gelê Îsraêl gelek
mirin. Hingê xelk hat ba Mûsa û got: «Me bo gotinên xwe yên li hember Xudan û li hember
te, guneh kir. Ji Xudan hêvî bike, da ku ew van maran ji me dûr bixe.» Îcar Mûsa ji bo gel dua
kir. Xudan ji Mûsa re got: «Marekî bi jehr çêke û wî deyne ser rotikekî; her kesê ku mar pê ve
daye, bila lê binêre û wê bijî.» Mûsa ji tûnc marek çêkir û ew danî ser rotikekî û çaxê ku mar
bi mirovekî ve bida û wî li marê tûnc binêriya, dijiya. (Hijmartin 21:4-9)

Emê hinekî li ser vê serhatiya newaze bifikirin. Ma Xwedê çima marên bi jehr şandin nav
gelê Îsraêl? Bêguman sedem gunehê wan bû. Me bihîst ku ew çawa li hember Xwedê û li
hember Mûsa peyivîn û xwarina ku Xwedê ji ezmên ji wan re şandibû, kêm dîtin. Sedema ku
Xwedê marên bi jehr şandin nav wan, ew bû û gelek bi vê yekê mirin.

Gelo diviya ku Îsraêliyan çi bikiran, da ku nemiran? Ma wan dikaribû xwe bi xwe xilas
bikira? Ma wan bi xwe dikaribû jehr bêtal bikira? Na, qet nikaribûn. Tenê wan dikaribû gazî

3
Xwedê bikin û hawara xwe bigihînin wî. Û wan weha kir jî. Me dît ku ew çawa çûn ba Mûsa
û tobe kirin, jê re gotin: «Me bi gotinên xwe yên li hember Xudan û li hember te, guneh kir. Ji
Xudan hêvî bike, da ku ew van maran ji me dûr bixe.»

Ma Xwedê mar ji wan dûr xistin? Na, lê belê wî tiştekî hê qenctir kir. Xwedê ji Mûsa re got
ku divê ew marekî ji tûnc çêke û wî deyne ser rotikekî, da ku her kesê ku li mar binêre, sax
bimîne. Ev ew dermanê, yanî ew çareya ku Xwedê dabû wan, bû.
Çaxê ku mar bi mirovekî ve bida, tenê diviya ku wî li marê tûnc binêriya û ew sax dima.
Riya xilasiyê ya ku li gor daxwaza Xwedê bû, ew bû: Lê binêriyan û bijiyan!

Xwedê soz da, got ku her kesê ku li marê tûnc ê ku Mûsa daniye ser rotik binêre, wê qenc
bibe. Lê belê çi hat serê wan ên ku lê nenêrî? Bi rastî, ew bi mirina dijwar mirin. Lê belê her
kesê ku ji Xwedê bawer kir û li marê tûnc nêrî, ji mirinê xilas bû, çimkî Xwedê weha soz
dabû, gotibû: «Her kesê ku mar pê ve daye, bila [li marê tûnc] binêre û wê bijî.»

Bi rastî, ev serhatiyeke newaze ye! Lê belê ne tenê newaze ye, ew ji bo hînbûna me hatiye
nivîsîn. Xwedê bi vê serhatiyê nîşanî me dide ku em hemû wek Îsraêliyan in. Em jî gunehkar
in, loma em gelek caran gazinan ji Xwedê û mirovan dikin û di fikir, gotin û karên xwe de li
hember wî radibin. Îblîs wek wan marên bi jehr e ên ku bi Îsraêliyan ve dan. Û bi rastî guneh
wek wê jehrê ye ya ku Îsraêlî kuştin. Îblîs bi hemû zarokên Adem ve da û jehra guneh hemû
mirovan her û her helak dike. Lê belê şikir ji Xwedê re, wî derman amade kir.
Erê, cezayê gunehan ew e ku mirov di agirê herheyî de helak bibe û tiştek ji destê me nayê
ku em bikarin jê birevin. Lê belê wek ku Xwedê ji bo gelê Îsraêl dermanek amade kiribû, da
ku ew ji jehra maran xilas bibin, wusa jî wî çareyek amade kir, da ku zarokên Adem ji jehra
gunehan xilas bibin.

Guhdarên delal, gelo hûn dizanin ka Xwedê çi kir, da ku hûn bikarin ji nifira guneh xilas
bibin? Ji kerema xwe guhê xwe bidin van gotinên Xilaskarê pîroz: Kêm û zêde 1500 salan
piştî ku Mûsa di çolê de marê ji tûnc bilind kir, danî ser rotik, Xilaskar got: «Çawa ku Mûsa li
çolê mar bilind kir, bi vî awayî divê Kurê Mirov jî bê bilindkirin, da her kesê ku baweriyê bi
wî bîne, … helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.» (Yûhenna 3:14.16)

4
Ji vê ayeta Încîlê em hîn dibin ku ew marê tûnc ê ku Mûsa di çolê de bilind kiribû,
mînakeke Xilaskarê ku wê bihata vê dinyayê bû. Ew bi dar ve, yanî bi xaçê ve hat
daleqandin, da ku Îblîs ê ku xwediyê hêza mirinê ye, bindest bike û mirovan ji jehra wî ya
guneh xilas bike. Ev çi Mizgîniyeke xweş e!
Di dersên ku bên de emê bibînin ku Xwedê çawa bi mirin û rabûna Xilaskar ji bo zarokên
Adem rê vekir, da ku xilasî, aştî û şahiya herheyî bistînin!
Tiştê ku Xwedê dixwaze ku tu qebûl bikî ev e: Divê tu qebûl bikî ku tu bi xwe nikarî xwe ji
hêza guneh xilas bikî. Xwedê ji destpêkê ve li ser xilaskarê ku li ser xaçê mir û deynê
gunehên te da, her tişt got. Ji dil û can ji wê şahidiya Xwedê bawer bike. Xwedê ji me re
dibêje: Li Xilaskar binêrin û hûnê bijîn! Ji wî bawer bike û Xwedê wê te qenc bike, wê te ji
jehra guneh xilas bike û li ezmên ji te re cih veqetîne.

Xwedê ji her kesî re, ji mirovên pîr û xort re, ji jin û zilaman re, ji dewlemend û belengazan
re dibêje: Lê binêre û bijî! Li Xilaskarê bihêz ê ku Xwedê şandiye binêre û tê xilas bibî. Lê
belê Xwedê weha jî dibêje: Eger hûn lê nenêrin, eger hûn baweriya xwe bi Xilaskarê ku
Xwedê şandiye neynin, hûnê di nav gunehên xwe de bimirin (Yûhenna 8:24). Çimkî ji bo
lêbihûrtina gunehan dermaneke din, yanî riyeke din tune.
Şerîeta Xwedê rast e û dibêje: Her kesê ku riya xilasiyê ya ku Xwedê pêk aniye, qebûl neke,
wê helak bibe. Xwedê riyeke din nedaye zarokên Adem ku bi wê ji jehra guneh xilas bibin.
Gelo, we li Xilaskarê ku hemû pêxemberan li ser nivîsandiye, nêrî? Eger hûn baweriya xwe
bi wî bînin, ewê we paqij bike û wê jiyana herheyî bide we.
Careke din guhê xwe bidin van gotinên Nivîsarên Pîroz: Çawa ku Mûsa li çolê mar bilind
kir, bi vî awayî divê Kurê Mirov jî bê bilindkirin, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne, …
helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe. (Yûhenna 3:14.16)

Guhdarên delal, îro wextê me nemaye. Gelek spas ku we guhê xwe dayê. Xwedê hez bike
emê di bernama ku bê de li gotinên dawî yên Mûsa pêxember binêrin û bi vî awayî emê
dersên Tewratê bigihînin dawiyê.
Heta hingê vê sozê bînin bîra xwe: Xwedê dibêje:
Ey hemû kujên dinyayê, li min vegerin û rizgar bibin. (Îşaya pêxember 45:22)

You might also like