Professional Documents
Culture Documents
Padîşahiya Xwedê: Xwezikdariya Rastîn
Padîşahiya Xwedê: Xwezikdariya Rastîn
Di Încîlê de gelek caran li ser «Padîşahiya Xwedê» tê gotin û di çend bernameyên ku bên de
em dixwazin hinekî li mana vê gotinê binêrin.
Lê belê Xwedê nexwest ku mirov di bin hukumdariya Îblîs de bimînin; Xwedê dixwaze ku
mirov di Padîşahiya wî de bijîn. Loma wî her gav bi devê xulamên xwe yên dilsoz seretayên
padîşahtiya xwe ji mirovan re dan zanîn.
Mesele di dema Mûsa pêxember de Xwedê ji gelê Îsraêl re weha got: «Hûnê ji min re bibin
padîşahiya kahînan û miletê pîroz û veqetayî.» (Derketin 19:6)
Yanî diviya bi mînaka gelê Îsraêl bihata dîtin ku Xwedê dixwaze çawa li ser erdê
padîşahtiyê bike. Loma Xwedê emir û qanûnên qenc dan gelê xwe û her gav pêxemberên xwe
şandin nav wan, da ku ew, gelê Xwedê li Xwedê vegerînin û riya rast ji wan re şîrove bikin.
Di nav wan pêxemberan de Yûhennayê imadkar yê dawî bû û çaxê ku wî dest bi hînkirinê
kir, wî got: «Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Ezmanan (yanî Padîşahiya Xwedê) nêzîk e!»
(Metta 3:2)
1
Herweha, çaxê Îsa Mesîh dest bi kardestiya xwe kir, wî got: «Wext hat, Padîşahiya Xwedê
nêzîk bûye; tobe bikin û baweriya xwe bi Mizgîniyê bînin!» (Marqos 1:15)
Erê, Îsa Mesîh hat vê dinyayê, da ku ji me re bêje, Xwedê kî ye û çawa ye. Ew hat, da ku ji
me re bêje daxwaza Xwedê çi ye. Û ew hat, da ku ji me re bêje ku mirov çawa dikarin bikevin
Padîşahiya Xwedê.
Rast e, Xwedê padîşahê hemûyan e, lê belê mana vê ne ew e ku ji xwe her kes wê bikeve
Padîşahiya Xwedê. Wek ku me bihîst, hem Yûhennayê imadkar û hem jî Îsa Mesîh got: «Tobe
bikin, ji gunehên xwe vegerin! Fêkiyê ku li tobekirinê tê bidin! Baweriya xwe bi Mizgîniyê
bînin!» Ji van gotinan kifş dibe ku Padîşahiya Xwedê bi Mizgîniyê ve girêdayî ye.
Tu mirov nikare li ber van peyvên Yûhenna û Îsa Mesîh bêbiryar bimîne. Divê ku ew guhê
xwe bide wan û wan an qebûl bike an neke. Eger mirovek Padîşahiya Xwedê qebûl neke, yanî
eger ew tobe neke û baweriya xwe bi Mizgîniyê neyne, ew nikare bikeviyê. Lê eger ew guhê
xwe bide peyvên pêxemberan û peyvên Îsa Mesîh, ewê bizane ku Xwedê wê wî qebûl bike
Padîşahiya xwe. Emê di bernameyên ku bên de li ser vê dabaşê hê bêtir bibihîzin.
Rojekê elaletên mezin li dor Îsa civiyan. Ew hilkişiya çiyayekî û rûnişt. Şagirtên Îsa hatin
ba wî û wî dest bi hînkirinê kir û got:
«Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in, çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.
Xwezî bi wan ên ku şîndar in, çimkî ewê bên aşkirin.
Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in, çimkî ewê erdê par bistînin.
Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne, çimkî ewê bên têrkirin.
Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in, çimkî dilrehmî wê li wan bê kirin.
Xwezî bi wan ên ku dilpak in, çimkî ewê Xwedê bibînin.
Xwezî bi wan ên ku aştîker in, çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin.
Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan,
çimkî Padîşahiya Ezmanan a wan e.» (Metta 5:3-10)
2
Erê, gotinên Îsa Mesîh ên pêşî li ser Padîşahiya Xwedê ev bûn.
Çaxê ku Îsa weha hîn kir, wî bi taybetî ji şagirtên xwe re got, lê li dor wan elaleteke mezin
civiya bû û wê elaletê jî guhê xwe da peyvên wî. Loma ev gotinên Îsa yên li ser Padîşahiya
Xwedê ji bo her kesî ne: Hem yên ku hê Îsa Mesîh qenc nas nakin û hem jî yên ku baweriya
xwe bi wî anîne, dikarin ji van gotinên newaze gelek tiştan hîn dibin.
Tiştekî din heye ku divê em bala xwe bidinê. Îsa negot: «Eger hûn bixebitin ku hûn
nefsbiçûk bibin, belkî rojekê hûn bikevin Padîşahiya Xwedê.» Nexêr, wî wusa negot, lê wî
got: «Yên ku nefsbiçûk in û dilê xwe li ber Xwedê dişkênin, Padîşahiya Xwedê ya wan e.»
Çima ev weha ye? Bersîv ev e: Mirovên nefsbiçûk dizanin ku ew hewcedarê rehm û kerema
Xwedê ne. Mirovên nefsbiçûk peyvên Xwedê kêm nabînin, lê guhê xwe didin wan û dixwazin
li gor wan bikin. Yên nefsbiçûk diyariyên Xwedê bi şahî qebûl dikin, çimkî ew dizanin ku ew
di çavê Xwedê de her gav belengaz in. Ew dizanin ku baweriya wan, gelek caran sist e. Ew
dizanin ku mirov di ceribandinê de zû diterpile. Bi kurtî, ew dizanin ku di her tiştî de alîkariya
Xwedê ji wan re lazim e.
***
3
Cara din me li Padîşahiya Xwedê nêrî û me dît ku Xwedê padîşahê hemûyan e, lê dîsa jî
mana vê yekê ne ew e ku her kes wê bikeve Padîşahiya Xwedê. Me di Încîlê de dît ku hem
Yahya, yanî Yûhennayê imadkar û hem jî Îsa Mesîh bi van gotinan dest bi kardestiya xwe
kirin û gotin: «Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Xwedê nêzîk bûye!»
Hingê me dît ku Îsa li ser Padîşahiya Xwedê weha got: «Xwezî bi wan ên ku bi ruh
belengaz in, çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.» Me ji vê gotinê û ji şîrovekirina Îşaya
pêxember fêm kir ku Padîşahiya Xwedê ji bo yên nefsbiçûk e.
Mirovên nefsbiçûk mirovên bextewar in, çimkî ew hêviya xwe ne bi dewlemendiya vê
dinyayê ve, lê bi rehm û kerema Xwedê ve girê didin. Ew dizanin ku ew nikarin xwe bi xwe
xilas bikin. Ew dizanin ku rêber ji wan re lazim e û ew dizanin ku ew ji bo her tiştî hewcedarê
alîkariya Xwedê ne.
Şagirtekî Îsa Mesîh got: «Ez dizanim ku di dilê min de, yanî di nefsa min de, tiştekî qenc
nasekine.» (Romayî 7:18)
Xwezî bi mirovên ku vê yekê dizanin, çimkî ew amade ne ku rehm û kerema Xwedê
bistînin.
Piştî vê yekê Îsa Mesîh got: «Xwezî bi wan ên ku şîndar in, çimkî ewê bên aşkirin.»
4
Di Încîlê de weha jî dibêje: «Xemgîniya li gor Xwedê, tobeya ku dibe xilasbûnê pêk tîne û
poşmanî tê de tune. Lê heçî xemgîniya dinyayê ye, ew mirinê pêk tîne.» (Korîntî II, 7:10)
Erê, şîn û girîn û xemgînî bi xwe nikarin me bextewar bikin. Lê belê eger em li ber Xwedê
li ser gunehên xwe xemgîn bibin, Xwedê wê vê riya xilasiyê li ber me veke û jiyaneke nû bide
me.
Gotina pêşiyan dibêje: «Yê ku li nîvê riya xerab bizivire, ne poşman e.» Bêguman ev rast e.
Çaxê ku mirov pê dihese ku ew di riyeke xelet de diçe, ew poşman dibe, lê çaxê ku ew
vedigere, yanî tobe dike, ew ne poşman e, lê belê ew pir dilgeş e, çimkî ew ber bi riya rast ve
diçe û ewê bigihîje cihê rast û armanca xwe.
Îsa Mesîh hat, da ku vê riya ku diçe Padîşahiya Xwedê nîşanî me bike. Loma wî got:
«Xwezî bi wan ên ku şîndar in, yanî li ser gunehên xwe xemgîn in, çimkî ewê bên aşkirin.»
Lê belê nefsbiçûkî ne tenê nermî û bêdengî ye. Hem li ser Mûsa pêxember û hem jî li ser Îsa
Mesîh tê gotin ku ew gelek nefsbiçûk bûn. Bêguman mana vê yekê ne ew e ku wan qet dengê
xwe bilind nekir û rexne li xerabiyê nekirin. Nexêr, nefsbiçûkiya wan bi hêz û cesareteke
mezin ve girêdayî bû û her dem daxwaza wan ew bû ku bi nefsbiçûkî li gor emrên Xwedê
bikin û ji wan qet dûr nekevin.
Şîreta gelek mirovan ev e: «Li xwe û li tiştên xwe binêre! Heqê xwe bistîne! Serfiraz be,
hingê dinya wê ya te be!» Lê belê Îsa Mesîh dibêje: «Ne yên serfiraz û ne jî yên hêzdar, lê yên
nefsbiçûk wê erdê par bistînin.»
Yê nefsbiçûk xema mirovên din dixwe û sereteyên bingehîn ên jiyaneke rast bi cesaret
diparêze, lê ew li feyda xwe nagere. Eger dabaş pêşveçûna Mizgîniya Xwedê be, ew dihêle ku
ew kêm bê dîtin û heyfa xwe nastîne. Eger dabaş pêşveçûna Mizgîniyê be, ew li benda heqê
xwe nasekine û qîma xwe tîne ku xatirê wî neyê girtin.
5
Bi vê gotina «Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in, çimkî ewê erdê par bistînin» Îsa Mesîh
dixwaze me hişyar bike. Carna mirov zû ji xerabkaran nefret dike û bi helakbûna wan şa dibe.
Lê belê ev yek ne nefsbiçûkî ye! Yên nefsbiçûk li ser guneh û şaşîtiyên mirovên din gelek
nasekinin, çimkî ew dizanin ku ew bi xwe jî ji guneh û şaşîtiyan ne bêrî ne.
Carekê Îsa li ser vê yekê meseleyek got. Wî ji hinekên ku ji rastdariya xwe piştrast bûn û
yên din kêm dîtin re got: «Du mirov hilkişiyan Perestgehê, da ku dua bikin. Yek ji wan Fêrisî
bû û yê din bacgir bû. [Di wê demê de bacgir gunehkarên herî pîs dihatin hesabkirin.]
Yê Fêrisî bi serê xwe rawesta û weha dua kir: ‹Ya Xwedê, ez şikir ji te re dikim ku ez ne
wek mirovên din im: Ez ne rêbir, ne neheq, ne zînakar, an jî ne wek vî bacgirê ha me. Ez di
heftiyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka hemû derameta xwe didim.›
Lê yê bacgir ji dûr ve rawesta û nedixwest çavên xwe jî ber bi ezmên ve hilde; wî li singê
xwe dixist û digot: ‹Ya Xwedê, li min gunehkarî were rehmê!›
Ez ji we re dibêjim: Ne yê Fêrisî, lê yê bacgir rastdar çû mala xwe. Çimkî her kesê ku xwe
bilind bike, wê bê nizimkirin; lê yê ku xwe nizim bike, wê bê bilindkirin.» (Lûqa 10:10-14)
Erê, «Xwedê li hember pozbilindan disekine, lê keremê li nefsbiçûkan dike.» (Aqûb 4:6)
Guhdarên delal, eger em bixwazin bikevin Padîşahiya Xwedê, pirs ev e: Gelo ma em ji dil
nefsbiçûk in? Bi rastî ma em daxwaza Xwedê û gotinên wî bi dilekî nefsbiçûk qebûl dikin?
Hevalên xoşewîst, heta dersa ku bê li ser van herdu gotinên Încîlê bifikirin ên ku dibêjin:
«Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in, çimkî ewê erdê par bistînin.»
«Xwedê li hember pozbilindan disekine, lê keremê li nefsbiçûkan dike.» (Aqûb 4:6)
Aştiya Xwedê li ser we be.
***
6
Niha em pêş ve herin û li xwezîtiyeke din binêrin.
Îsa Mesîh got:
«Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne, çimkî ewê bên têrkirin.»
Bi rastî her kes dizane ku tîbûn û birçîbûn belayên pir xerab in. Her roj li ser vê dinyayê
gelek mirov ji nêza dimirin. Çaxê ku mirov gelek tî û birçî be, ji bilî xwarinê ew nikare li ser
tiştekî din bifikire, çimkî li ser vê dinyayê, bê xwarin û vexwarin jiyan çênabe.
Li vir Îsa Mesîh ne li ser vê jiyana me ya li ser rûyê erdê dipeyive, lê belê ew li ser jiyana
herheyî dibêje. Wek ku av û nan ji bo jiyana me ya rojane pêwist in, wusa jî rastdarî ji bo
jiyana herheyî pêwist e. Loma Îsa dibêje: «Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne!»
Ka çawa mirovê tî û birçî heta ji destê wî tê li her derê li xwarin û vexwarinê digere, divê ku
mirov wusa jî ji bo jiyana herheyî li rastdariyê bigere.
Guhdarên delal, ma hûn li rastdariyê digerin? Ma daxwaza we ya herî xurt ew e ku hûn di
çavên Xwedê de rast bên dîtin? Eger ev wusa be, hingê rastdarî çawa tê dîtin?
Gelek mirov roj bi roj li gor emir û adetên dîn û diyanetên xwe dikin, lê dîsa jî canê wan tî û
birçî dimîne. Di dilê wan de tirs û valahiyeke mezin heye, çimkî ew nizanin ka ew çawa
dikarin li ber Xwedê rastdar bibin. Ew nizanin ka di Roja Vejînê de Xwedê wê wan qebûl
bike, an nake.
Lê belê binêrin, Îsa Mesîh çi sozeke newaze dide me! Ew dibêje: «Xwezî bi wan ên ku tî û
birçiyên rastdariyê ne, çimkî ewê bên têrkirin.» Yanî Îsa Mesîh dizane ka mirov çawa dikare
têr bibe: Îsa Mesîh got: «Nanê jiyanê ez im.» (Yûhenna 6:48)
Herweha wî got ku ew dikare ava jiyanê bide mirovan. Wî ji jineke Samerî re got: «Kî ji
ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê, ew ava ku ezê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo
jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.» (Yûhenna 4:14)
Loma Îsa Mesîh dikarî bigota: «Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên min in, çimkî ewê bên
têrkirin.»
Erê, Îsa Mesîh dikare canê mirov têr bike û dikare mirov li ber Xwedê rastdar derxe.
7
Herweha dibêje: Mesîh Îsa ji aliyê Xwedê ve ji bo me bû şehrezayî, rastdarî, pîrozî û
rizgarî. (Korîntî I, 1:30)
Ji van ayetan kifş dibe ku di çavê Xwedê de rastdarî bi qebûlkirina Îsa Mesîh ve, yanî bi
qebûlkirina gotinên wî, jiyana wî, mirina wî û rabûna wî ya ji nav miriyan ve girêdayî ye.
Loma yê ku tî û birçiyê rastdariyê be, bila bê ba Îsa Mesîh, çimkî ew dikare dilê me têr bike.
Carna gelek mirov pir bi rastî û bi heq û bi edaletê ve mijûl dibin, lê dilê wan bêrehm e û
qet bi mirovên din naşewite. Erê, ji derve ji mirovan re carna rast xuya dibin, lê dilê wan sar û
bêrehm e û ev rê ne riya Mizgîniyê ye.
Heqê mirov tune ku rehm lê bê kirin, loma rehm her gav belaş e û mirov tu caran ne hêjayî
rehmê ye. Bi rastî, rehm her gav ji bo wan e yên ku ne hêjayî rehmê ne. Eger rehma Xwedê
heqê me bûya, êdî ew nedima rehm, lê wê bibûya deynê wî.
Îsa Mesîh li ser vê yekê jî meseleyeke pir girîng got. Wî weha got:
«Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahek hebû ku xwest bi xulamên xwe re li hesab
binêre. Gava ku padîşah dest bi hesab kir, yekî ku bi deh hezar telant deyndarê wî bû, anîn ba
wî. Ji ber ku nikaribû deynê xwe bide, axayê wî emir kir ku ew, jina wî, zarokên wî û hemû
malê wî bên firotin û deynê wî bê dayîn. Xulam xwe avêt ber lingên wî, jê lavlav kir û got:
‹Li min sebir bike, ezê hemû deynê xwe bidim.› Dilê axa bi wî şewitî, ew berda û li deynê wî
jî bihûrt.
Lê gava ku xulam derket derve, wî hevalekî xwe yê xulam dît ku bi sed zîvî deyndarê wî
bû. Wî destê xwe avêt qirika wî û got: ‹Deynê min ê ku li te ye bide.› Hevalê wî yê xulam
xwe avêt ber lingên wî û jê lavlav kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê deynê xwe bidim.› Lê wî
nexwest, çû û ew avêt zîndanê heta ku ew deynê xwe bide.
Gava ku hevalên wî yên xulam ev yek dîtin, gelek xemgirtî bûn, rabûn çûn ba axayê xwe û
hemû tiştên bûyî jê re gotin. Hingê axa xulam gazî ba xwe kir û jê re got: ‹Hey xulamê xerab!
Ji ber ku te ji min lavlav kir, ez li hemû deynê te bihûrîm. Wek ku ez li te hatim rehmê, ma ne
diviya ku tu jî li hevalê xwe yê xulam bihatayî rehmê?› Axayê wî hêrs bû û ew da destê
cefakeran, heta ku ew hemû deynê xwe bide.
«Eger her yek ji we ji dil li birayê xwe nebihûre, Bavê min ê li ezmên jî wê bi vî awayî li
we bike.» (Metta 18:23-35)
8
Deynê xulamê pêşî ewqas mezin bû, qet jê nedihat ku bikare bi hêz û xebata xwe deynê
xwe bide. Eger wî bixwesta ku deynê xwe bida, diviya ku ji kêmahî ve ew 150’000 salan
bixebetiya! Mîrzayê wî ev yek dizanî û dîsa jî li wî bihûrt û li gor heqê xwe nestand, yanî wî
jina wî, zarokên wî û hemû malê wî neda firotin. Bi rastî, rehm li wî xulamî hat kirin!
Îsa ev mesele bi mînaktî got, çimkî li ber Xwedê halê her mirovî tam wek halê wî xulamê
deyndar e. Di çavê Xwedê de deynê her mirovî ewqas mezin e, qet nikare bê dayîn. Dîsa jî
mirov dikare gazî navê Xwedê bike, lava ji wî bike û bi saya Îsa Mesîh rehmê û bexşandina
gunehên xwe bistîne. Erê, rehma Xwedê mezin e!
Lê belê ev jî heye: Deynê te yê ku li mirovên din e, her gav ji deynê Xwedê yê ku li te ye,
gelek biçûktir e. Loma eger wek xulamê pêşî tu bixwazî rehma Xwedê bistînî, tu nikarî li
hember mirovên din, yanî li hember deyndarên xwe, bêrehm bî.
Erê, yê ku nexwaze rehmê li mirovên din bike, nikare rehma Xwedê jî bistîne. Loma Îsa
got: «Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in, çimkî dilrehmî wê li wan bê kirin.» Û di Încîlê de
dibêje: «Dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye, bê rehm e, lê rehm li hember dîwanê bi ser
dikeve.» (Aqûb 2:13)
***
9
Di Zebûrê de Dawid weha got:
«Kî dikare derkeve ser çiyayê Xudan?
Kî dikare di cihê wî yê pîroz de raweste?»
«Ew ê ku destên wî paqij in û dilê wî pak e.» (Zebûr 24:3.4.)
Yanî Dawid pêxember fêm kir ku divê hem karên mirov û hem jî dilê mirov pak û paqij be,
da ku ew bikare nêzîkî Xwedê bibe. Padîşahiya Xwedê paqij û pîroz e û li wir tu tiştê pîs an
xerab tune.
Çaxê ku em li hawirdora xwe dinêrin, em dibînin ku gelek mirov pir li ser girtina
destnimêjê û li ser şuştinên derveyî difikirin, lê ew zû ji bîr dikin ku di çavê Xwedê de
paqijiya dil hê girîngtir e. Di dema Îsa Mesîh de ji bo Cihûyan bi sedan qanûn û emir li ser
destnimêjê û li ser şuştina cer û seniyan hebûn, lê Îsa Mesîh her gav mirov hişyar dikirin ku
ew hê bêtir li dilekî paqij bigerin. Carekê wî rexne li Fêrisî û Şerîetzanan, yanî li Cihûyên
dîndar kirin û weha got:
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derveyî tas û sêniyan dişon, lê
hundirê wan ji tiştên talankirî û çavbirçîtiyê tije ye. Hey Fêrisiyê kor! Pêşî hundirê tas û
sêniyan bişo, wê derveyê wan jî paqij bibe.
Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn wek gorên spîkirî ne, ku ji derve
xweşik xuya dibin, lê hundirê wan tije hestiyên miriyan û hemû tiştên qirêjî ne. Bi vî awayî
hûn jî ji derve wek ên rast li mirovan xuya dibin, lê ji hundir ve hûn tije durûtî û neheqî ne.»
(Metta 23:25-28)
Erê, eger dilê mirov ne pak û paqij be, ew nikare Xwedê bibîne.
Li vir divê ku em tiştekî din qenc fêm bikin: Çaxê ku Îsa li ser dilekî pak digot, wî hem
behsa hiş û aqilê mirovan dikir û hem jî li ser daxwaz, raman û hestên mirovan digot.
Gelo mirov çawa dikare dilekî pak bistîne? Dawid di Zebûrê de weha got:
«Ya Xwedê, di hundirê min de dilê paqij biafirîne
Û di dilê min de ruhê rast nûvejen bike…
Bi ruhekî dilxwaz ji min re bibe piştevan …
Qurban li xweşê te naçin, an nexwe minê bidana;
Goriyên şewitandinê ne bi dilê te ne.
Goriyên ku li Xwedê xweş tên, ruhê şkestî ye;
Ya Xwedê, tu dilekî şkestî û jovan kêm nabînî.» (Zebûr 51:12.13.18.19)
10
Ya pêşî: Dawid ji Xwedê hêvî kir ku ew dilekî pak bide wî. Wî got: «Ya Xwedê, di hundirê
min de dilê paqij biafirîne.» Dawid dizanibû ku mirov bi xwe nikare dilê xwe biguhere. Erê,
gelek mirov diceribînin ku dilê xwe nû bikin, lê piştî demekê bivê û nevê ew qebûl bikin ku
ev yek çênabe.
Kurê Dawid pêxember Silêman di Tewratê de li ser vê yekê weha got: «Kî dikare bêje:
‹Min dilê xwe paqij girtiye û ez paqij û bê guneh im.›?» (Gotinên Silêman 20:9)
Rast e, ji xwe tu kes nikare weha bêje û eger bêje jî, derew e. Ji bilî Xwedê tu kes nikare di
hundirê mirov de dilekî paqij biafirîne. Dilekî pak dayîna Xwedê ye.
Ya diduyan: Dawid li ser şertekî peyivî, da ku mirov ji aliyê Xwedê ve dilekî nû bistîne. Wî
got:
«Qurban li xweşê te naçin, an nexwe minê bidana;
Goriyên şewitandinê ne bi dilê te ne.
Goriyên ku li Xwedê xweş tên, ruhê şkestî ye;
Ya Xwedê, tu dilekî şkestî û jovan kêm nabînî.» (Zebûr 51:18.19)
Dawid li ser dilekî şkestî û jovan dipeyive. Wek ku me dît, mana vê yekê ew e ku mirov
gunehên xwe qebûl bike, li ser gunehên xwe şîndar be û tî û birçiyê rastdariyê be û li hêviya
rehma Xwedê be.
Di Încîlê de li ser vê yekê weha dibêje: «Eger em gunehên xwe eşkere bikin, ew dilsoz û
rastîparêz e ku li gunehên me bibihûre û me ji her neheqiyê paqij bike.» (Yûhenna I, 1:9)
Û dibêje: «Xwedê dilê wan bi baweriyê paqij kir.» (Karên Şandiyan 15:9)
Ji bo wan ên ku dilê wan pak e, sozeke Xwedê ya pir mezin heye. Îsa Mesîh weha dibêje:
«Ewê Xwedê bibînin.» Ev çiqas ecêb û newaze ye ku mirov Xwedê bibîne!
11
Em dizanin ku di Tewratê de Xwedê ji Mûsa pêxember re weha got: «Tu nikarî rûyê min
bibînî, çimkî mirov nikare min bibîne û sax bimîne.» (Derketin 33:20)
Încîl jî vê yekê erê dike û dibêje: «Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye.» (Yûhenna 1:18)
Lê belê ew ên ku dilê wan pak e, rojekê wê Xwedê bibînin. Di dawiya Kitêba Pîroz de
Yûhenna weha dibêje:
«Hingê milyaket çemê ava jiyanê nîşanî min da. Ew wek cama zelal bû û ji textê Xwedê û
Îsa Mesîh derdiket û di nava kolana bajêr de diherikî. Li herdu aliyên çem dara jiyanê hebû...
Êdî tiştê nifirlêbûyî wê qet nebe. Textê Xwedê û Îsa Mesîh wê di nav bajêr de be û xulamên
wî wê xizmetê ji wî re bikin. Ewê rûyê wî bibînin û navê wî wê li ser eniya wan be. Û êdî
nabe şev û hewcedariya wan bi ronahiya çirayê û bi ronahiya rojê namîne, çimkî Xudan
Xwedê wê ronahiyê bide wan û wê her û her padîşahiyê bikin.» (Peyxama Yûhenna 22:1-5)
Guhdarên delal, em hêvî dikin ku hûn di dersa ku bê de jî bi me re bin. Hingê emê bibihîzin
ku Îsa Mesîh li ser aştîkeran çi got.
Heta hingê Xwedê bi we re be!
***
Cara din de me bihîst ku «yên dilpak wê Xwedê bibînin» û me dît ku Îsa Mesîh hat vê
dinyayê, da ku dilekî nû û paqij bide mirovan, da ku ew bikarin bikevin Padîşahiya Xwedê û
her û her li ba Xwedê bin.
Niha em pêş ve herin û guhê xwe bidin gotineke din a Îsa Mesîh.
Wî got: «Xwezî bi wan ên ku aştîker in, çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin.»
Erê, li ser vê dinyayê her kes aştiyê dixwaze, lê aştî tune. Her sal bi hezaran jin û mêr û
zarok jî di şer û serhildanan de tên kuştin. Her roj bi peyvên şêrîn li ser aştiyê tê gotin, lê aştî
tune.
Peyva Xwedê dibêje ku Xwedê, Xwedayê aştiyê ye. (Romayî 15:33)
Ew bi xwe weha dibêje: «Ez wan planên ku ez ji bo we li ser difikirim, dizanim; ew ne planên
xerabiyê, lê planên aştiyê ne, da ku ez paşerojeke bi hêvî bidim we.» (Yêremya 29:11)
Û dibêje: «Eger çiya ji cihên xwe rabin û gir veleqin, dîsa jî hezkirina min a dilsoz ji ser te
ranabe û peymana min a aştiyê veneleqe.» (Îşaya 54:10)
12
Erê, daxwaza Xwedê ew e ku mirov li ser vê erdê di aştiyê de bijîn û di dinya din de jî bi
Xwedê re her û her di aştiya bêdawî de bin. Serkaniya şer û devjenî û dubendiya di nav
mirovan de, ne Xwedê ye, lê belê Îblîs bi xwe ye. Loma heqê tu kesî tune ku bêje: «Ez ji bo
Xwedê û bi navê wî şer dikim û dikujim.» Nexêr, mirov nikare weha bêje, çimkî Xwedê,
Xwedayê aştî û hezkirinê ye.
Eger em li hal û rewşa li hawirdora xwe binêrin, divê em qebûl dikin ku bi rastî mirov riya
aştiyê nizanin. Loma, çaxê ku em gotina «Xwezî bi wan ên ku aştîker in, çimkî wê ji wan
re zarokên Xwedê bê gotin» bibihîzin, divê em bînin bîra xwe ku Xwedê hem Xwedayê
aştiyê ye û hem jî ew bi xwe aştîkerê herî pêşî ye.
Peyva Xwedê ji me re dibêje ku em ji ber gunehên xwe dijminên Xwedê bûn, lê wî em bi
mirina Mesîh bi xwe re li hev anîn. (Romayî 5:10; Kolosî 1:21)
Di Încîlê de li ser vê yekê weha dibêje: «Xwedê bi destê Mesîh em bi xwe re li hev anîn.
Yanî Xwedê di şexsê Mesîh de dinya bi xwe re li hev anî, neheqiyên wan li ser wan hesab
nekir û peyva lihevanînê spart me.» (Korîntî II, 5:18.19)
Beriya van gotinan bi gelek sed salan, di Nivîsarên Pêxemberan de ji Mesîh re «Serokê
aştiyê» an jî «Mîrê aştiyê» hatiye gotin. (Îşaya 9:6)
Sedem ew bû ku Mesîh wê bihata, da ku aştî bianiya vê dinyayê. Û bi rastî, çaxê ku Îsa
Mesîh çêbû, milyaketan weha got:
«Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet
Û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.» (Lûqa 2:14)
13
Erê, tevahiya Încîlê eşkere dike ku Xwedê bi xwîna Mesîh a ku li ser xaçê rijiya, aştî çêkir.
(Kolosî 1:20)
Beriya ku Îsa vegere ezmên, wî ji şagirtên xwe re got: «Ez aştiyê ji we re dihêlim; ez aştiya
xwe didim we. Ez wek ku dinya dide we, nadim. Bila dilê we reht nebe û netirsin!» (Yûhenna
14:27)
Loma di Încîlê de weha jî dibêje: «Em bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, bi Xwedê re di aştiyê
de ne.» (Romayî 5:1)
Erê, Îsa Mesîh hat, da ku di nav mirovan û Xwedê de aştiyê çêke, da ku mirov bê tirs li
benda Roja Vejînê be û bi şahî li hêviya hatina Padîşahiya Xwedê bimîne.
Ji ber ku Xwedê bi xwe aştîker e, ew mirovên ku aştiya Xwedê ya bi Îsa Mesîh qebûl dikin
û Mizgîniya aştiya Xwedê belav dikin, navekî taybetî distînin: Îsa Mesîh ji wan re «zarokên
Xwedê» dibêje, çimkî ew li gor Bavê xwe Xwedê dikin û daxwaza wî ji xwe re dikin armanc.
Wek ku Xwedê, Îsa Mesîh şand, da ku ew Mizgîniya aştiyê bide bihîstin, bawermendên Îsa
Mesîh jî weha dikin.
Încîl li ser vê yekê weha dibêje: «Îcar wek ku Xwedê bi devê me hêvî dike, em ji bo Mesîh
qasidiyê dikin. Em ji bo Mesîh lava dikin: ‹Bi Xwedê re li hev werin!›» (Korîntî II, 5:20)
Guhdarên delal, ma di nav we û Xwedê de aştî heye? An hê di dilê we de tirs heye û hûn ji
Xwedê dûr dikevin? Ma hûn dizanin ku Îsa Mesîh hûn paqij kirine û jiyana nû daye we? Ma
hûn ji ber vê zanînê bi şahî li benda Roja Vejînê ne? Çimkî eseh Roja Vejînê wê bê.
Çaxê ku di nav mirovan de aştî çêbe, gelek girîng e ku ew aştî bê parastin û em hemû
dizanin ku carna ev yek ne gelek hêsanî ye. Lê belê Îsa Mesîh li vir li ser wan mirovan
dipeyive yên ku di şer û devjeniyê de radibin û ji bo ku aştiyê çêkin, dixebitin. Bêguman ji bo
vê yekê gelek sebir, cesareteke mezin, hestiyarî, fêmdarî û hezkirineke mezin divê.
Yê ku ji bo aştiyê dixebite, nikare li feyda xwe binêre; ew nikare ji bo armancên xwe
bixebite, lê divê ew pêşî guhê xwe bide Xwedê, da ku ew daxwaza wî fêm bike û hingê divê
ku ew guhê xwe bide dijminan jî, da ku bikare di nav wan de navberiyê bike.
Eger mirov bixwaze bibe aştîker, ewê zû fêm bike ku divê pêşî dilê wî bi xwe bê guhertin,
da ku hingê dilê şerkeran jî bê guhertin. Lê belê mirov, ne dikare dilê xwe biguhere û ne jî
dikare dilê yekî din biguhere.
Loma mirovekî şehreza weha dua kir û got:
14
«Ya Xudan, min bike yekî aştîker,
da ku di nav wan ên ku ji hev nefret dikin de, ez hezkirina te bidim fêmkirin;
da ku di nav wan ên ku hevdû riswa dikin de, ez bexşandina te kifş bikim;
da ku di devjeniyê de, ez mirovan li hev bînim;
da ku di nav tevlihevî û xeletiyê de, ez rastiyê bêjim;
da ku di bêhêvîtiyê de, ez hêviyê pêşkêş bikim;
da ku di taristaniyê de, ez ronahiyê pê bixim;
da ku ez ji mirovên bi keder re şabûnê bînim.
Ya Xudan, bila daxwaza min ne ew be ku di ber dilê min de bê hatin,
lê belê daxwaza min ew be ku ez di ber dilê yên din de bêm;
ne ku yên din hewcedariya min fêm bikin,
lê belê ez hewcedariya wan fêm bikim;
ne ku yên din ji min hez bikin,
lê ez ji wan hez bikim.
Çimkî yê ku dide, wê bistîne;
Yê ku jiyana xwe winda dike, wê jiyanê bibîne;
Yê ku li yên din dibihûre, wê bê bexşandin
Û yê ku dimire, wê ji bo jiyana herheyî rabe.»
Îsa Mesîh got: «Xwezî bi wan ên ku aştîker in, çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê
gotin.»
Îsa bi xwe aştîkerê herî mezin e û ew gazî hemûyan dike ku ew aştiya Xwedê qebûl bikin û
bibin aştîker. Hingê ewê bibin zarokên Xwedê yên rast û her û her wê di Padîşahiya wî de şa
bibin.
Bila Xudanê aştiyê bi xwe, hergav û bi her awayî aştiyê bide we. (Tîmotêyos II, 3:16)
***
15
Cara din em li ser vê gotina Îsa Mesîh fikirîn a ku dibêje: «Xwezî bi wan ên ku aştîker in,
çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin.»
Me dît ku Xwedê, Xwedayê aştiyê ye û Îsa Mesîh hat vê dinyayê, da ku di nav mirovan û
Xwedê de aştiyê çêke. Ew hat, da ku mirov aştiya Xwedê bistînin û di nav mirovan de jî aştî
hebe. Ji bo ku mirov bibe aştîker, divê aştiya Xwedê di dilê wî de hebe, çimkî mirov bi xwe
riya aştiyê nizanin. Herweha me dît ku ji bo aştîkeran sozeke pir newaze heye. Ji wan re tê
gotin ku ew «zarokên Xwedê» ne, yanî ew endamên mala Xwedê ne û yên wî ne.
Piştî vê yekê Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re tiştekî pir ecêb got: Wî got:
«Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan, çimkî Padîşahiya
Ezmanan a wan e.
Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi
bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin.
Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî
tengahî da wan pêxemberên beriya we jî.» (Metta 5:10-12)
Bi rastî, ev gotineke rast e: Ew pêxemberên beriya hatina Îsa Mesîh gelek cûreyên
tengahiyê dîtin: Firewn dixwest ku Mûsa pêxember bikuje; Dawidê xort reviya ku ji aliyê
padîşahê Îsraêl ve neyê kuştin; Êlyas pêxember reviya çimkî Îzebêla şahbanû sond xwaribû
ku wê ew bikuşta; Yêremya pêxember avêtin bîrekê ku bimire; Yûhennayê imadkar (yanî
Yahya) beriya hatina Îsa Mesîh pêxemberê dawî bû û ew hat kuştin, serê wî jê kirin.
Îsa Mesîh bi xwe jî kuştin, xaç kirin û piştî wî, Steyfan kuştin, dan ber keviran; şagirtên Îsa
yên din avêtin hebsê û bi şûr û her awayê cefayê ew kuştin û heta îro jî tengahiyê didin
bawermendên Îsa Mesîh û di ber navê wî de wan dikujin.
Îsa ji pêşî ve li ser vê yekê got, wî got: «Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov
tengahiyê didin wan, çimkî Padîşahiya Ezmanan a wan e.»
16
Îsa Mesîh di van gotinên xwe yên li ser xwezikdariya rastîn de, cara pêşî bi eşkereyî li ser
xwe got. Hemû gotinên li ser xwezikdariya rastîn dabaşên girîng ên Tewrat, Zebûr û
Nivîsarên Pêxemberan tînin ber çavên mirovan.
Lê niha Îsa Mesîh tiştekî nû got. Wî got: «Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we
nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin.» Yanî di
van gotinên dawî de Îsa qet şik nehişt ku Padîşahiya Xwedê bi wî bi xwe ve girêdayî ye.
17
- Li ba Xwedê, erd ne mîrasa zordaran an jî ya nijadeke taybet e, lê mîrasa nefsbiçûkan
e.
- Tîbûn û birçîbûn mînakên daxwazeke kûr a ji bo rastdarî û Padîşahiya Xwedê ne.
Mirovên xwezikdar nikarin li tiştekî din bigerin. Bi tenê Xwedê dikare wan têr bike.
- Rastdariya Xwedê bi karên wî yên mezin ve girêdayî ye. Xwedê dixwaze mirovan
xilas bike.
- Mirovên dilbirehm ne tenê li ser rehmê dipeyivin, lê ew hewcedariyên mirovên din
dibînin û karên dilbirehmiyê dikin.
- Rehm bi bexşandinê yanî bi afûkirinê ve girêdayî ye. Mirovên ku rehma Xwedê
standine, bi dilê rehmê li mirovên din jî dibihûrin.
- Xwedê ne tenê li kirinên destê mirovan dinêre, lê hê bêtir li dilê mirov dinêre.
- Yên dilpak wê Xwedê bibînin. Ji dilê mirov hem fikir û daxwazên wî û hem jî karên
wî derdikevin. Loma girîng e ku beriya her tiştî dilê mirov paqij be. Tu mirov tune ku
bikare dilê xwe biguhere an paqij bike, lê belê Xwedê dikare dilê mirovan biguhere.
- Xwedê Xwedayê aştiyê ye; aştî berê rastdariyê ye. Îsa Mesîh hat, da ku mirovan bi
Xwedê re li hev bîne.
- Mirovên xwezikdar aştîker in. Aştîker ne tenê aştiyê diparêzin û ne tenê ji şer nefret
dikin, lê belê ew di şer û devjeniyan de radibin û ji bo lihevhatin û aştiyê dixebitin.
Loma wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin.
- Hem xwezikdariya rastîn û hem jî ketina Padîşahiya Xwedê bi tengahî û cefakişandinê
ve girêdayî ne. Di vê yekê de pêxember ji bo me bûne mînak. Wek ku Îsa Mesîh û
gelek pêxember hatin kuştin, bawermendên Mesîh dizanin ku hin ji wan jî wê di ber
navê Îsa Mesîh de bên kuştin. Lê tu tişt tune ku bikare dilxwaziya rastîn ji dilê wan
derxe.
18