Download as doc, pdf, or txt
Download as doc, pdf, or txt
You are on page 1of 16

Meseleyên Îsa Mesîh li ser Padîşahiya Xwedê

(Metta 13)

1. Padîşahiya Xwedê: Mesela erdê qenc û neqenc

Îro dîsa emê li dabaşa Padîşahiya Xwedê binêrin û ji bo fêmkirina vê yekê emê guhê xwe
bidin meseleyeke ku Îsa Mesîh ji xelkê re gotiye.

Wê rojê Îsa ji mal derket û li perê golê rûnişt. Elaleteke wusa mezin li dora wî civiya
ku ew li qeyikekê siwar bû û rûnişt. Hingê tevahiya elaletê li qerax rawesta. Îcar Îsa bi
meselan ji wan re li ser gelek tiştan peyivî û got:
«Cotkar derket ku tov biçîne. Gava ku wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr
hatin û ew xwarin. Hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr
bû, ew zû şîn bû. Lê çaxê ku roj hilat ew kizirî û ji ber ku rayên wî tunebûn, hişk bû.
Hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin. Û hinek ket ser erdekî qenc,
hinekan sed, hinekan şêst û hinekan jî sî qat ber dan.
Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.»

«De îcar guhdariya mesela yê cotkar bikin: Her kesê ku peyva li ser Padîşahiyê
dibihîze û fêm nake, Yê Xerab tê û tiştê ku di dilê wî de hatiye çandin direvîne. Tovê ku
ketiye tenişta rê ev e.
Ewê ku li ser erdê kevirî hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze û di cih de bi şahî wê
qebûl dike. Lê ji ber ku rayê wî tune, tenê demeke kurt dimîne. Gava ku ji bo peyvê cefa
û tengahiyê dikişîne, ew zû ji rê derdikeve.
Ewê ku di nav stiriyan de hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze, lê xemên vê
dinyayê û xapandina dewlemendiyê peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne.
Lê ewê ku li erdê qenc hatiye çandin, ew e ku peyvê dibihîze û wê fêm dike. Ew jî ber
dide. Hinek jê sed, hinek jê şêst, hinek jî sî qat ber dide. (Metta 13:1-9;18-23)

Di dema Îsa Mesîh de, pirraniya xelkê cotkar bûn û wan hemûyan bi çandiniyê dizanibû.
Belkî çaxê ku Îsa hînî xelkê dikir, cotkarekî ne dûrî wan hebû ku tov direşand.
Beriya ku cotkar derkeve zeviya xwe, diviya wî erdê xwe hûr û xweş bikira û ji bo çandinê
amade bikira. Hingê cotkar li ser erdê xwe diçû û dihat û bi destê xwe tov direşand.
Îsa bi xwe hem mana cotkar û hem jî mana tov ji guhdaran re da zanîn. Tov peyva Xwedê,
yanî mizgîniya li ser Padîşahiya Xwedê ye û yê ku ev mizgîniya Xwedê ji mirovan re anî, Îsa

1
Mesîh bi xwe ye. Wî bi meseleyan, mizgîniya li ser Padîşahiya Xwedê ji mirovan re şîrove
dikir.
Çaxê ku em li ser tov bifikirin, divê em tiştekî girîng bînin bîra xwe: Tu kes tune ku bikare
tov çêke. Eger li ser vê dinyayê tov nebûya, me nedikarî ku em tov çêkin! Tov her gav ji tov
tê û bi rastî tovên li ser dinyayê diyariyên Xwedê ne. Wî tov çêkir û ji hingê ve ji tov tovên
din derdikevin. Mirov nikarin ji tiştekî din libek tov jî çêkin.
Çaxê ku em li ser peyva Xwedê bifikirin, hal tam eynî ye. Tu mirov an pêxember tune ku
bikare peyva Xwedê çêke. Peyva Xwedê diyariya Xwedê ye û ji bo hemû mirovan e. Loma
Xwedê nahêle ku peyva wî bê guhertin û nahêle jî yek rabe û tiştên nû yên ku bi peyva
Xwedê re li hev nagirin, bêje. Eger mirovek weha bike jî, hingê peyvên wî dibin peyvên
mirov û namînin peyvên Xwedê.

Îsa di hînkirina xwe de kifş kir ku tov peyva Xwedê, yanî mizgîniya li ser Padîşahiya
Xwedê ye û da fêmkirin ku ew bi xwe cotkar e. Piştî vê yekê wî şîrove kir ku çar cûreyên
erdê hene û em dixwazin li van her çaran jî binêrin:

a) Cûreyê pêşî ev e: Îsa Mesîh got: «Gava ku cotkar tov direşand, hinek jê ket tenişta
rê, teyr hatin û ew xwarin.»
Di dema Îsa Mesîh de erd û zevî ne gelekî fireh, lê dirêj bûn û di nav wan hemûyan de
rêçikên biçûk hebûn; kêm û zêde ew rêçik bi tenê metrekê fireh bûn. Hem cotkar û hem jî
xelk li ser van rêçikên biçûk derbas dibûn.
Çaxê ku Îsa Mesîh li ser tovê ku ketibû tenişta rê got, xelkê qenc dizanibû ku wî li ser van
rêçikên biçûk got. Li wir erd hişk û dewisî bû, çimkî ew tu caran nehat cotkirin. Xelkê jî pê lê
dikir û di biharê de ew erd zû dibû wek çîmento.
Loma çaxê ku cotkar tovê xwe direşand û hinek jê neket ser erdê cotkirî, lê belê ket tenişta
rê, ew şîn nebû, çimkî tov nikaribû biketa nav erdê xweşkirî.
Hê çaxê ku cotkar tovê xwe direşand, teyrikan ew dît, xwe berdan ser rê û tov dan ber
nikilan, ew xwarin.

Mana tovê ku ket tenişta rê çi ye? Îsa Mesîh bi xwe ev yek weha şîrove kir û got: «Her kesê
ku peyva li ser Padîşahiyê dibihîze û fêm nake, Yê Xerab tê û tiştê ku di dilê wî de hatiye
çandin direvîne. Tovê ku ketiye tenişta rê ev e.»

Bi rastî erd an ax bi xwe, kêm û zêde li her derê eynî ye. Lê belê ferq ev e: Erd heye ku
hişk bûye û erd heye ku di bin de lat û kevir hene; û di hin zeviyan de jî ne tenê erdê qenc
heye, lê stirî jî hene û hin zevî hene, ew bi tenê erdê qenc in.

2
Loma pirsa girîng ev e: Erd di çi halî de ye? Bi rastî, eger erd pêşî bê hilkirin û xweşkirin û
cotkirin, erd li her derê dikare tov bistîne û tov jî dikare şîn bibe.
Pir girîng e ku em vê yekê rast fêm bikin: Peyva Xwedê ji bo her kesî ye û her kes dikare
Peyva Xwedê bibihîze û qebûl bike.
Lê belê pirsa girîng ev e: Halê dilê mirov çawa ye? Ma dilê mirov ji bo Peyva Xwedê
hatiye amadekirin, an na?
Di vê meselê de erd mînaka dilê mirov e, çimkî Îsa Mesîh dibêje:
«Her kesê ku peyva li ser Padîşahiyê dibihîze û fêm nake, Yê Xerab tê
û tiştê ku di dilê wî de hatiye çandin direvîne. Tovê ku ketiye tenişta rê ev e.»
Loma ji bo qebûlkirina peyva Xwedê, halê dilê mirov tiştê herî girîng e.

Îsa Mesîh dibêje, hin mirov peyva li ser Padîşahiya Xwedê dibihîzin û fêm nakin. Çima ew
peyva li ser Padîşahiyê fêm nakin?
Ji bo vê yekê çend bersîv hene:
• Gunehan dilê van mirovan hişk kiriye.
• Ew peyva Xwedê dibihîzin, lê ew peyv nakevin dilê wan.
• Guhên wan hene, lê ew nabihîzin. Çavên wan hene, lê ew nabînin.
• Ew şehrezayiyê kêm dibînin û ji şîretên mirovên din nefret dikin.
• Ew guhê xwe nadin hînkirina rastiyê û di dilê xwe de dibêjin ku Xwedê tune.
• Jiyana herheyî ne xema wan e û ew dixwazin, di riya xwe ya xerab de bidomînin.
• Ew her gav razî ne ku peyvên pêxemberên derewîn ên ku li guhê wan xweş tên qebûl
bikin, lê ew ji rastiyê ditirsin.
• Ew riya ku diçe ba Xwedê qebûl nakin, çimkî ew ji gotinên dost û mirovên xwe ditirsin.
• An ew pozbilind in û bawer dikin ku ew her tiştî dizanin û qet ne hewcedarê alîkariyê
ne.
Li ser van mirovan, Îsa Mesîh weha dibêje: «Yê Xerab, yanî Îblîs, tê û peyva Xwedê ji dilê
wan direvîne.» Îblîs çawa peyva Xwedê direvîne?
Carna Îblîs, mirovan li ser wan peyvên ku li ser Padîşahiya Xwedê ne, dixe şikê, an jî ew
guneh di çavên wan de şêrîn dike. Ew ji wan re dibêje: «Hê ne lazim e ku hûn biryara xwe
bidin.» Çi ji destê wî bê ew dike, da ku peyva li ser Padîşahiya Xwedê neyê bihîstin, an jî bê
ji bîr kirin û neyê qebûlkirin.
Guhdarên delal, halê dilê me dabaşeke girîng e; Îsa Mesîh dixwaze ku em qenc li dilê xwe
binêrin ka hal û rewşa wî çawa ye. Ma dilê me hişk e? An ma ew wek wê axa li rex rêçikan
e? An jî ma ew bûye wek çîmento?

3
Her mirovê ku bixwaze bikeve Padîşahiya Xwedê divê ku dilê xwe ji bo qebûlkirina Peyva
Xwedê amade bike.

b) Îsa li ser cûreyê erdê yê diduyan weha got: «Hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî
kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû. Lê çaxê ku roj hilat ew kizirî û ji ber ku
rayên wî tunebûn, hişk bû.»
Şîrovekirina vê yekê ev bû. Îsa Mesîh got: «Ewê ku li ser erdê kevirî hatiye çandin jî, ew e
ku peyvê dibihîze û di cih de bi şahî wê qebûl dike.»
Yanî ew mirov peyva Xwedê dibihîzin û peyv jî dikeve dilê wan. Tov zû şîn dibe. Ew
peyva li ser Padîşahiya Xwedê bi şahî qebûl dikin. Belkî ew hûr û kûr li ser mana peyva
Xwedê nafikirin, lê dîsa jî ew bi dilê wan e.
Ew bi hezkirina Îsa Mesîh pir şa dibin û peyv û hêz û karên wî yên mezin bi dilekî vekirî
qebûl dikin. Ew peyva Xwedê dibihîzin û dilê wan tije şahî dibe. Ji bo demekê şahiya wan
dimîne û ew dixwazin li pey Îsa Mesîh biçin.
Lê belê piştî demeke kin her tişt wek berê namîne. Îsa Mesîh dibêje:
«Lê ji ber ku rayê tov tune, tenê demeke kurt dimîne. Gava ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê
dikişînin, ew zû ji rê derdikevin.»
Baweriya wan ne ji dil e, yanî ew ji bo demekê ye û gelek namîne, rayên wan tune. Belkî
ew dibêjin: «Em Mesîhî ne», lê belê ew bi tenê ji bo derd û pirsgirêkên xwe li çareyeke sivik
digerin. Ew dixwazin ku Îsa Mesîh alîkariya wan bike, lê ew naxwazin Îsa Mesîh Xilaskarê
xwe qebûl bikin. Wan peyvên Mesîh dibihîstin, lê ew li ser wan şertên ku li pey wî herin
nefikirîn.
Ew mîna wê axa tenik in a ku hêwayiya wê tune; piştî demekê tengahî dest pê dikin û ji
nişkê ve ew fêm dikin ku peyva Xwedê dibe sedema cefa û cudabûnê. Herweha ew ne amade
ne ku tevahiya jiyana xwe teslîmî Îsa Mesîh bikin.
Ew ne amade ne ku di ber peyva Xwedê de kêm bên dîtin. Bîhnfirehiya wan tune û ew
naxwazin bi sebir li hêviya sozên Îsa Mesîh bimînin. Belkî ew difikirîn, wan ji xwe re digot:
«Çaxê ku em Îsa Mesîh qebûl bikin, her tişt wê qenc û xweş be.» Lê belê Încîl li ser vê yekê
weha dibêje: «Erê, hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê
bikişînin.» (Tîmotêyos II, 3:12)
Bi rastî erdê kevirî nayê vê manê ku di zeviyê de hin kevir hebûn. Nexêr, ew kevir hemû
beriya ku tov bê çandin, dihatin berhevkirin. Mana vê yekê ev e ku di bin hin erdên qenc de
lat hebûn, loma rayên wî tovî kûr neçûn.

4
Yanî wan mirovên wusa, ne kûrahiya Mizgîniyê û ne jî kûrahiya guneh fêm dikir. Wan tu
caran fêm nekiribû ku ew gunehkar in û heta ku gunehên wan neyên bexşandin, ew nikarin
nêzîkî Xwedê bibin. Wan fêm nekiribû ku jiyana wan a berê di çavê Xwedê de murdar e. Erê,
yên wusa bawer nakin ku ew hewcedarê jiyaneke nû ne.
Îsa Mesîh li ser mirovên weha dibêje: «Ew zû ji rê derdikevin.» Hêza Xwedê nakeve dilê
wan û ji xwe tu mirov tune ku bikare bi hêza xwe li pey Îsa Mesîh biçe. Loma ew vedigerin
jiyana xwe ya berê û dev ji Îsa Mesîh û dev ji Padîşahiya Xwedê berdidin.
Li vir em dibînin ku di riya Padîşahiya Xwedê de tengahî û cefa girîng in. Çimkî ew dibin
sedem ku bawermendên nerast kifş dibin. Çaxê ku tengahî tên, ew xatiran ji civîna
bawermendan dixwazin û vedigerin jiyana xwe ya berê.
Ya diduyan jî ev e ku cefa û tengahî, baweriya bawermendên rast xurt dikin. Şagirtê Îsa
Mesîh Petrûs li ser vê yekê weha nivîsiye: «Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs,
wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne. Di baweriyê de hîmgirtî li hember wî
bisekinin; çimkî hûn dizanin birayên we jî li seranserê dinyayê eynî cefayê dikişînin. Lê
Xwedayê hemû keremê, yê ku bi Mesîh Îsa hûn gazî rûmeta xwe ya herheyî kirine, piştî ku
hûn demeke kurt cefayê bikişînin, ew bi xwe wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û
we li ser bingeh qayîm bike.» (Petrûs I, 5:8-10)

Guhdarên delal, Îsa ji me dipirse ku em bi peyva wî çi dikin. Ma em peyvên wî yên li ser


Padîşahiya Xwedê red dikin? An em wan zû bi şahî qebûl dikin, lê ji ber ku em ji bo cefa û
tengahiyan ne amade ne, piştî demekê em dev ji wan berdidin? Ma rayên kûr ên baweriya me
hene, an ew zû hişk dibin?
Îsa Mesîh got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça xwe û li
pey min bê. Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana
xwe di ber min de winda bike, ewê wê bibîne.»
Ma bi rastî em ji bo vê yekê amade ne?

c) Niha emê li cûreyê erdê yê sisiyan binêrin. Îsa Mesîh li ser vê yekê weha got:
«Hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin.»
Û weha şîrove kir: «Ew tovê ku di nav stiriyan de hatiye çandin jî, ew e ku mirov peyvê
dibihîze, lê xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê peyvê difetisînin û peyv bêber
dimîne.»

Ew mirov, peyva li ser Padîşahiya Xwedê dibihîzin, lê ew bi gelek tiştên vê jiyana rojane
ve mijûl dibin û ew nizanin ku ew tişt dikarin mirovan bixapînin.

5
Dewlemendî, mal û milk, erebe, cil û navûdengî mirovan dixapînin, çimkî em zû ji bîr
dikin ku ew hemû tişt her û her namînin. Tiştên vê dinyayê bi xwe ne xerab in; nexêr, ev
dinya û her tiştê tê de ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin. Lê tiştên vê dinyayê yên herî qenc jî
dikarin me ji peyva Xwedê dûr bixin û piştre me bixapînin, çavên me kor bibin. Di Încîlê de
weha dibêje: «Ew ên ku dixwazin dewlemend bibin, dikevin ceribandinê û xefikê, dikevin
pey gelek xwestekên bêhiş û ziyanker, yên ku mirov dixewirînin nav helakbûn û wêranbûnê.
Çimkî hezkirina peran çavkaniyeke her cûreyê xerabiyê ye. Hinekan dilê xwe birin vê yekê,
ji baweriyê ketin û bi gelek êşan cefa dan xwe bi xwe.» (Tîmotêyos I, 6:9-10)
Eger xemên vê dinyayê nehêlin ku em ji Peyva Xwedê bawer bikin û li wê ewle bibin,
hingê ew xem wê tovê qenc bifetisînin û Peyva Xwedê wê bêber bimîne.
Li vir pirsgirêk ne hêjatiya tov an hêjatiya erdê ye û ne jî cotkar tiştekî xelet dike. Cotkar
tovê xwe reşand, tov jî qenc bû û erd jî baş bû. Lê belê di êrd de ne tenê tovê qenc hebû, lê hê
bêtir tovê stiriyan hebû.
Stirî zû şîn û mezin bûn û pelên wan fireh bûn, lê belê tov tenê ji bo demekê şîn bû û piştre
hat fetisandin û nikaribû ber bide.
Erê, di dilê her mirovî de gelek xemên ji bo jiyana wî û daxwazên xapînok hene, lê eger ew
tişt serdestiyê li me bikin û em bibin xulamên wan, hingê em nikarin ji dil xulamtiyê ji
Xwedê re bikin.
Îsa Mesîh weha jî got: «Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî
nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin
xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.» (Metta 6:24)
Piştre wî berdewam kir û got: «Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman
nexwin, ka hûnê çi bixwin, an çi vexwin û ne jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma
jiyan ne di ser xwarinê re û beden jî ne di ser lixwekirinê re ye? Li teyrên ezmanan binêrin!
Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan wan
têr dike. Ma hûn ne di ser wan re ne? Îcar kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser
jiyana xwe ve dirêj bike?
«Û hûn çima ji bo cilan xeman dixwin? Li sosinên çolê binêrin ku çawa mezin dibin, ew ne
dixebitin û ne jî rîs dirêsin. Lê ez ji we re dibêjim ku Silêman jî di hemû rûmeta xwe de wek
yeke ji wan cil li xwe nekirin. Îcar, eger Xwedê giyayê çolê yê ku îro heye û sibe di tendûrê
de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ma ew we hê bêtir bi cil nake, hey kêmîmanno?
Loma xeman nexwin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› an ‹Emê çi vexwin?› an jî ‹Emê çi li xwe
bikin?› Pûtperest li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê li ezmanan dizane ku hûn

6
hewcedarê van hemû tiştan in. Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî
bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn.» (Metta 6:25-33)
Yanî Îsa Mesîh dibêje: «Eger hûn xulamên xemên xwe bin, hingê hûn pûtperest in û hûn
Xwedê û qenciya wî qet nas nakin.»

Guhdarên delal, ma di dilê we de bawerî heye, an xemên vê dinyayê hene? An hûn dibêjin:
«Herdu jî hene», yanî hem bawerî û hem jî xem hene? Îsa Mesîh di vê meselê de me hişyar
dike û dibêje: «Hay ji xwe hebin, çimkî xemên vê dinyayê her gav tovê qenc yanî Mizgîniya
Xwedê difetisin û nahêlin ku berê qenc derkeve.»

d) Di dawiyê de Îsa Mesîh li ser erdê qenc jî peyivî. Ev erd xweşkirî bû û axa wî kûr û
paqij bû. Ew ne wek erdê li rex wan rêçikên hişk bû; axa wî ne wek ya erdê kevirî kêm bû û
ne jî tovê stiriyan tê de hebû. Îsa li ser vî erdî weha dibêje: «Ewê ku li erdê qenc hatiye
çandin, ew e ku peyvê dibihîze, wê qebûl dike, wê bi dilekî pak û durust di dilê xwe de
hiltîne û wê fêm dike. Ew jî ber dide. Hinek jê sed, hinek jê şêst, hinek jî sî qat ber dide.»
Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re dibêje, mirov hene ku dilê wan ji bo Peyva Xwedê û ji bo
Padîşahiya wî amadekirî ye.
Erê, gelek mirovên din jî hene, ew guhê xwe nadin peyva Îsa Mesîh, an tenê demekê wî
qebûl dikin, an jî di nav zehmet û tengahiyan de dev ji Îsa Mesîh berdidin. Lê Îsa Mesîh
dibêje: «Cesareta xwe winda nekin! Hin mirov jî hene, ew amade ne û ew dixwazin Peyva
Xwedê bibihîzin. Loma hûn Peyva Xwedê bidin bihîstin û di vê xebatê de newestin!»
De vêca ka çawa kifş dibe ku dilê hinekan ji bo peyva Xwedê amadekirî ye?
Li ser vê yekê çend tişt tên gotin: Ew mirov peyva Xwedê dibihîzin û qebûl dikin; ew
peyva Xwedê di dilê xwe de hiltînin û wê fêm dikin û peyva Xwedê di jiyana wan de ber
dide.
Normal genim neh an deh qatan ber dide, lê belê Îsa Mesîh dibêje: «Hinek jê sed, hinek jê
şêst û hinek jî sî qat ber dide.» Yanî berê wî tovî gelek caran di ser gumankirina mirovan re
ye, çimkî hêza peyva Xwedê gelek heye!
Divê em hinekî li ser berê Peyva Xwedê jî bifikirin. Di Încîlê de li ser ber weha dibêje:
Berê Xwedayî, yanî berê Ruhê Pîroz ev e: «Hezkirin, şahî, aştî, bîhnfirehî, dilovanî, qencî,
dilsozî, nermî û xwegirtin.» (Galatî 5:22)
Yanî çaxê ku mirov Peyva Padîşahiya Xwedê dibihîze, jiyana wî tê guhertin. Di jiyana wî
de hezkirin û şahî kifş dibin, di dilê wî de aştî heye; ew zû hêrs nakeve, lê bîhnfireh e; êdî ew
wek jiyana xwe ya berê ne hişk e, lê dilovan, qenc û nerm e. Ew dilsoz e û ew xwe digire.

7
Bi rastî hêza mirov tune ku jiyana xwe bi vî awayî biguhere. Ev kerameteke Xwedê ye û
sedem ew e ku Peyva Xwedê bi hêz e. Erd û ezman bi peyva Xwedê afirîn û herweha Xwedê
dikare jiyana mirovan biguhere û nû bike. Erê, Încîl li ser vê yekê weha jî dibêje: «Em
berhema Xwedê ne û em bi Mesîh Îsa hatine afirandin, da ku em di van karên qenc de rêve
herin ên ku Xwedê ji pêşî ve amade kirine.» (Efesî 2:10)

Di vê meselê de Îsa Mesîh me hişyar dike ku em li dilê xwe binêrin. Îsa Mesîh naxwaze ku
dilê me hişk be û em peyva li ser Padîşahiya Xwedê red bikin. Ew naxwaze ku em peyva wî
tenê ji bo demekê qebûl dikin; ew naxwaze ku xemên vê dinyayê di dilê me de peyva wî
bifetisînin. Lê belê ew dixwaze ku em dilê xwe vekin û peyva Xwedê di dilê xwe de hilînin,
da ku ew di jiyana me de ber bide.

2. Padîşahiya Xwedê: Mesela Genim û Zîwanê .

Berî niha de me li mesela erdê qenc û neqenc nêrî. Me dît ku çiqas girîng e dilê mirov ji bo
qebûlkirina Padîşahiya Xwedê amadekirî be; herweha me dît ku gelek mirov peyva li ser
Padîşahiya Xwedê qebûl nakin.
Me dît ku Xwedê ji damezrandina erd û ezmên ve padîşahê her tiştî û padîşahê hemûyan e.
Me dît ku carna hêz û rûmeta padîşahiya wî veşartî dimîne û zû nayê dîtin. Herweha em
dizanin ku xuyabûna Padîşahiya Xwedê bi hatina Îsa Mesîh a diduyan ve girêdayî ye. Çaxê
ku Îsa Mesîh di nav ewran de ji ezmên vegere, hingê rûmeta Padîşahiya Xwedê wê li ber
çavê hemûyan kifş bibe.
Lê belê li vir pirsek heye û ew jî ev e: Madem ku em dizanin, Xwedê padîşahê erd û ezmên
e, hingê çi wê bê serê wan mirovên ku mizgîniya li ser Padîşahiya Xwedê red dikin? Çi wê
bê serê wan ên ku Padîşahiya Xwedê kêm dibînin û qebûl nakin? Îsa li ser vê yekê çi got?
Emê niha meseleyeke din a ku Îsa Mesîh gotiye, bixwînin:

Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî tovê
qenc li erdê xwe çand. Lê çaxê ku her kes di xew de bû, dijminê wî hat, di nav genim de
zîwan çand û çû. Çaxê ku genim gihîşt û ber da, hingê zîwan jî xuya bû. Xulamên malxwê
malê hatin û gotin: ‹Ezbenî, ma te tovê qenc di zeviya xwe de neçand? Îcar ev zîwan ji ku
derê çêbû?› Wî ji wan re got: ‹Dijminekî ev yek kiriye.› Xulaman jî jê pirsî: ‹Tu dixwazî ku
em herin û wan aşêf bikin?› Wî got: ‹Na, çimkî çaxê ku hûn aşêfa zîwanê bikin, dibe ku hûn
genim jî pê re hilkin. Bihêlin, bila herdu bi hev re mezin bibin, heta dema dirûnê. Wî çaxî ezê

8
ji paleyan re bêjim: Pêşî zîwanê berhev bikin û ji bo şewitandinê bikin gurz, piştre genim
berhev bikin û bînin bixin embara min.›»
Hingê Îsa elalet hişt û çû mal. Şagirtên wî hatin balê û jê re gotin: «Mana mesela zîwana
zeviyê ji me re bêje.» Wî bersîva wan da û got: «Yê ku tovê qenc diçîne Kurê Mirov e. Zevî
dinya ye û tovê qenc jî zarokên Padîşahiyê ne. Zîwan zarokên Yê Xerab in û dijminê ku ew
çandiye jî Îblîs e. Dirûn dawiya dinyayê ye û pale jî milyaket in. Îcar çawa ku zîwan tê
berhevkirin û di nav êgir de tê şewitandin, di dawiya dinyayê de jî wê wusa bibe. Kurê Mirov
wê milyaketên xwe bişîne û ewê her tiştên ku mirov ji rê derdixin û yên ku neheqiyê dikin ji
Padîşahiya wî bicivînin. Ewê wan bavêjin nav firna dadayî û li wir wê bibe girîn û qirçîna
diranan. Hingê yên rast wê di Padîşahiya Bavê xwe de wek rojê şewq bidin. Yê ku guhên wî
hene bila bibihîze.» (Metta 13:24-30 û 36-43)

Di vê meselê de Îsa Mesîh li ser dema niha dibêje: Em dizanin ku Îsa Mesîh niha sax e û li
ezmên e, lê ji bo pirraniya mirovan, Padîşahiya Xwedê li ser vê erdê veşartî ye. Hin mirov
Padîşahiya Xwedê qebûl dikin û gelekên din wê red dikin.
Wek ku Îsa di mesela din de got, di vê meselê de jî dibêje, tovê ku hatiye çandin, qenc e. Di
mesela din de, tov Peyva Xwedê bû, lê li vir Îsa Mesîh şîrove dike ku tov ew mirov in ên ku
Peyva Xwedê qebûl kirine. Bi ser de em dizanin ku zevî ev dinya me ye. Ji kerema xwe bala
xwe bidinê Îsa Mesîh dibêje, ew zilam xwediyê zeviyê bû; wî ew zevî kirê nekir, lê belê ya
wî bi xwe bû. Bêguman ew zilam yekî mezin û dewlemend bû, çimkî gelek xulamên wî
hebûn û ew ji bo wî di zeviyan de dixebitîn.
Lê belê dijminê wî zilamî hebû. Dijmin newêrî roj nava rojê li hember xwediyê zeviyê
derkeve, lê ew dijmin bi şev, yanî bi dizî çû û di nav genim de zîwan çand. Erê, eger
cotkarekî bixwesta zirarê bigihîne cotkarekî din, çandina zîwanê hem tiştekî hêsanî bû û hem
jî tiştekî gelek pîs bû. Em dizanin ku di dema Îsa Mesîh de di împeratoriya Romayiyan de
qanûn bi taybetî li hember vê xerabiyê hebû: Çandina zîwanê qedexekirî bû, çimkî bi vî
awayî ji bo genim zirareke mezin çêdibû.
Lê belê di vê meselê de dijmin tam ev yek kir. Çaxê xulamên xwediyê zeviyê fêm kirin ku
çi çêbûye, ew gelek şaş man û hêrs jî ketin. Ji xwe di her zeviyê de hinekî zîwan hebû û ew
zîwan zû jî dihat aşêfkirin, da ku genim zexm û mezin bibe. Lê belê di zeviya mîrzayê wan
de, li her derê bêhijmar zîwan hebû. Loma ew çûn ba mîrzayê xwe û jê pirsîn ka divê ew çi
bikin.
Xwediyê zeviyê fêm kir ku ev karê dijminê wî ye, çimkî tovê ku di wê zeviyê de hatibû
çandin, tovekî qenc bû. Herweha wî fêm kir ku çênabe zîwan bê aşêfkirin, çimkî rayên wê
cûreyê zîwanê ji rayên genim xurtir bûn û loma genim jî wê bihata hilkişandin.

9
Loma wî ji xulamên xwe re got: «Bisekinin û heta dema dirûnê bihêlin ku hem genim û
hem jî zîwan mezin bibe.» Hingê zîwan û genim wê bên berhevkirin, wê genim bixin embarê
û wê zîwanê bikin gurz, da ku bê şewitandin.
Tiştekî tune ku di vê meselê de neyê fêmkirin, lê şagirtên Îsa Mesîh li mal pirs kirin, ka
mana wê çi ye.
Li ser vê yekê Îsa Mesîh her tişt ji wan re şîrove kir û got:
Yê ku tovê qenc diçîne, Kurê Mirov e. Kurê Mirov payenavê Îsa Mesîh e. Çaxê ku Îsa
Mesîh li ser xwe digot, wî gelek caran ev payenav bi kar dianî. Bi vê yekê wî kifş kir ku ew ji
ezmên, yanî ji ba Xwedê hat û bû mirov. Cihûyên wê demê qenc dizanibûn ku ev nav, navekî
din ê ji bo Mesîh e.
Zevî jî dinya ye. Me dît ku zevî ya cotkar bû û ev tê wê manê ku ev dinya ya Îsa Mesîh e.
Îsa Mesîh padîşahê vê dinyayê ye. Rast e, ev hê li ber çavên hemûyan kifş nebûye, lê dîsa ev
yek ji sedî sed rast e.
Tovê qenc ew mirov in ên ku mizgîniya li ser Padîşahiya Xwedê qebûl kirine. Îsa ji wan re
dibêje: «Zarokên Padîşahiyê», çimkî mîrasa wan Padîşahiya Xwedê ye.
Ew «zarokên Padîşahiyê» li seranserê dinyayê tên çandin, yanî tên belavkirin. Lê belê di
seranserê dinyayê de zîwan jî heye.
Li gor şîrovekirina Îsa Mesîh, ew zîwan «zarokên Yê Xerab» in, yanî ew «zarokên Îblîs»
in.
Em dizanin ku daxwaza Îblîs her gav ew e ku tiştê Xwedê yê qenc xera bike. Ew zeviyeke
bi genim dibîne û ji xwe re dibêje: «Gelo çawa ez dikarim vê zeviyê û vî genimê qenc xera
bikim?» Hingê ew bi dizî tê û xerabiya xwe diçîne, yanî xerabiya xwe di dilê mirovan de û
di nav mirovan de diçîne.

Ji vê meselê kifş dibe ku bi rastî di nav mirovan de bi tenê, an zarokên Padîşahiya Xwedê,
an zarokên Yê Xerab hene. Yanî mirov an guhê xwe dide xwediyê vê dinyayê Îsa Mesîh, an
ew guhê xwe dide Yê Xerab. Mirov an wê mizgîniya Padîşahiya Xwedê qebûl bike û bijî, an
jî ewê Padîşahiya Xwedê red bike û her û her ji Xwedê dûr bimîne.
Îsa Mesîh tiştekî din jî şîrove dike û divê ku em qenc bala xwe bidinê: Di meselê de
xwediyê zeviyê ji xulamên xwe re dibêje: «Bihêlin, bila herdu bi hev re mezin bibin, heta
dema dirûnê.» Û piştre ew dibêje: «Dirûn dawiya dinyayê ye», yanî Roja Dawî ye û pale jî
milyaket in.
Yanî Xwedê dihêle ku heta Roja Dawî hem genim û hem jî zîwan mezin bibe. Îsa Mesîh
nabêje: «Derkevin dinyayê û mirovên qenc ji mirovên neqenc cuda bikin û yên xerab helak
bikin.» Nexêr, ew qet wusa nabêje.

10
Sedem ev e: Ya pêşî: Heta Roja Dawî mirov nikare ji sedî sed bêje: «Ev genim e û ev zîwan
e.»
Ya diduyan: Heta Roja Dawî deriyê Padîşahiya Xwedê vekirî ye. Heta ku mirov sax be,
fersend heye ku dilê mirov bê guhertin. Heta dawiya dinyayê fersend heye ku zarokekî Yê
Xerab bibe zarokekî Padîşahiya Xwedê.
Li ser vê dinyayê, ziwan tu caran nabe genim, lê belê li ba Xwedê tam ev çêdibe. Çimkî
pêşî hemû mirov gunehkar in û wek zîwanê ne; lê dema ku ew baweriya xwe bi Îsa Mesîh
tînin û ji gunehên xwe vedigerin, Îsa Mesîh dilekî nû dide wan û ew dibin wek genim, yanî
dibin zarokên Padîşahiya Xwedê.

3. Padîşahiya Xwedê: Liba Xerdelê û Hevîrtirşk

Emê bi meseleyên ku Îsa Mesîh gotine berdewam bikin û emê niha dîsa li du meseleyan
binêrin:

Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî rahişt
libeke xerdelê û ew di zeviya xwe de çand. Ew liba ku ji hemû tovan biçûktir e, dîsa jî gava
ku ew mezin dibe, ji pincaran meztir e û dibe dar. Wusa ku teyrên ezmanan tên û li ser çiqilên
wê bi cih dibin.»
Wî meseleyeke din jî ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne hevîrtirşkê ku jinekê ew
hilda û xist nav sê çap ar, heta hemû tirş bû.»
Îsa ev tiştên ha hemû bi meselan ji elaletê re gotin û bê mesele wî tu tişt ji wan re nedigot.
Ev çêbû, da ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih:
«Ezê bi meselan devê xwe vekim û ezê tiştên ku ji damezrandina dinyayê vir ve veşartî
mane, eşkere bikim.» (Metta 13:31-35)

Erê, me di meseleyên din de dît ku hemû mirov Padîşahiya Xwedê qebûl nakin. Gelek
mirov wê wê mizgîniya li ser Padîşahiya Xwedê bibihîzin, lê dilê gelekan ji wan ji bo
qebûlkirina wê mizgîniyê ne amade ye. Herweha me dît ku heta Roja Dawî jî mirovên xerab
wê di nav mirovên rast de hebin; tu kes tune ku beriya hatina wê rojê bikare yên rast û yên
nerast ji hev veqetîne.
Belkî şagirtên Îsa difikirîn, ji xwe re digotin: «Gelo ma ev tê wê manê ku Padîşahiya
Xwedê wê veşartî bimîne? Ma gelo bandûra Padîşahiya Xwedê wê çi be? »

11
Di van herdu meseleyan de Îsa Mesîh bersîva pirsên weha dide.
a) Liba xerdelê: Libên xerdelê îro jî di nav libên herî biçûk de ne û libên ji wan biçûktir
nayên çandin.
Xerdel di dema Îsa Mesîh de ne tenê pincareke girîng bû, lê ji bo çêkirina rûn jî dihat
çandin. Rûnê xerdelê hem ji bo xwarinê û hem jî ji bo dermankirina birînan dihat bikaranîn.
Xerdel pincarek e û ya normal ji metreyekê kurtir dimîne, lê carna jî ew pir mezin dibe û
hingê bilindahiya wê digihîje 3 metreyan an zêdetir jî.
Di dema Îsa Mesîh de, liba xerdelê ji bo tiştên herî biçûk mînakeke navdar bû û herweha, jê
dihat fêmkirin ku mirov nikare bêje: «Ji tiştekî biçûk tu caran tiştekî mezin dernakeve.»
Çawa tê gotin: «Xwedê ji heyînê neyînê û ji neyînê heyînê derdixe.»
Em dizanin ku ev rast e. Carna ji tiştekî gelek biçûk tiştekî pir mezin û girîng derdikeve.

Di Încîlê de li ser Padîşahiya Xwedê weha dibêje:


Carekê Fêrisiyan pirs ji Îsa kirin û gotin: «Padîşahiya Xwedê wê kengê bê?» Wî li wan
vegerand û got: «Padîşahiya Xwedê wê ne wusa bê ku mirov bikare temaşeyî wê bike. Ne jî
mirov wê bêje: ‹Va ye, li vê derê ye!›, an jî: ‹Wa ye, li wê derê ye!› Çimkî Padîşahiya Xwedê
di nav we de ye.» (Lûqa 17:20-21)
Yanî Padîşahiya Xwedê zû nayê dîtin û gelek caran kêm tê dîtin jî. Lê dîsa ew heye û ew di
nav mirovan de ye.
Çaxê ku Îsa hilkişiya ezmên, bi tenê çend şagirtên wî li ser rûyê erdê man. Di wê demê de
Padîşahiya Xwedê li ser dinyayê gelek biçûk bû.
Herweha çaxê ku Îsa Mesîh hat dinyayê, ew ne di qesra walî de hat dinyayê, lê ew di nav
nefsbiçûkiyê de bû mirov û di afirekî de hat danîn.
Tiştên Xwedê gelek caran bi awayekî biçûk dest pê dikin. Ûsiv ji aliyê birayên xwe ve kêm
dihat dîtin û wan çavnebariya wî dikir. Lê belê di dawiyê de ew bû rizgarkarê tevahiya
malbata xwe. Herweha Dawid di nav birayên xwe de yê biçûk bû, lê ew ji aliyê Xwedê ve hat
bijartin ku bibe padîşah. Tiştê ku di çavê mirovan de mezin e, gelek caran di çavê Xwedê de
biçûk e û tiştê ku di çavê mirovan de biçûk e, gelek caran di çavê Xwedê de mezin û hêja ye.
Belkî şagirtên Îsa ji xwe re digotin: «Ka Padîşahiya Xwedê li ku derê ye? Ka ewê kengê
bê? Ma bi rastî ev tiştekî girîng û mezin e?»
Û Îsa ji wan re got: «Xeman nexwin! Rast e, Padîşahiya Xwedê di destpêkê de ne tiştekî
mezin û bi nav û deng e, lê bi rastî ew Padîşahiya Xwedê ye û di dawiyê de hûnê bibînin ku
ew çiqas mezin û xurt e. Cesareta xwe winda nekin!»

12
Erê, çaxê ku Îsa Mesîh li ser vê dinyayê bû, wî hêza xwe ya bêsînor bi tevahî eşkere nekir,
lê belê rojekê Padîşahiya Xwedê wê kifş bibe û hingê ev pêxemberîtî wê bê cih, çimkî li ser
Mesîh weha hatiye nivîsîn:

«Ewê ji deryayê heta deryayê


Û ji Çem[ê Firatê] heta bi kujê dinyayê yê herî dûr serweriyê bike
Eşîrên ku di çolê de rûdinin wê li ber wî xwe bitewînin
Û dijminên wî wê axê bialîsin...
Padîşahên Şeba û Sebayê wê diyariyan pêşkêşî wî bikin.
Hemû padîşah wê li ber wî herin ser çokan,
Hemû milet wê jê re xizmetê bikin.» (Zebûr 72:8-11)

b) Mesela diduyan jî kêm û zêde eynî tiştî ji me re dibêje. Mînaka pêşî li ser zilamekî got
û mînaka diduyan li ser jinekê got. Jinekê hinek hevîrtirşk hilda û xist nav sê çap ar, heta
hemû tirş bû.
Careke din Îsa li ser tiştekî rojane peyivî. Her kesî dizanibû ku piçek hevîrtirşk tevahiya
hevîr tirş dike. Hêza hevîrtirşk nayê dîtin, lê bêguman bandûra wî heye û piştî demekê ew
kifş dibe. Dîsa em dibînin ku dawiya tiştekî qet ne wek destpêka wî ye.
Lê belê ev jî heye: Divê hevîrtirşk bikeve nav hevîr, an na, qet bandûra wî tune. Hevîr li vir
mînaka mirovan û dinyayê ye. Bandûra Padîşahiya Xwedê heye, lê belê divê ew di nav
mirovan de belav bibe. Divê ew mirovên ku bûne kur û keçên Padîşahiya Xwedê, xwe ji
mirovan dûr nexin û bi hev re di cihê xwe de nemînin. Bi rastî destûra wan tune ku ew weha
bikin. Îsa Mesîh bi xwe ji ezmên hat dinyayê, da ku Padîşahiya Xwedê bikeve nav mirovan.
Eger ew li ezmên li ba Xwedê bimabûya, wê çawa li ser rûyê erdê bandûra Padîşahiya
Xwedê hebûya? Divê hevîrtirşk bikeve nav hevîr. Wusa jî divê şagirtên Îsa Mesîh herin nav
mirovan û nêzîkî wan bibin, da ku hêza Padîşahiya Xwedê kifş bibe.
Belkî hêza wan bi xwe kêm e, lê tu sedem tune ku ew hêviya xwe winda bikin, çimkî hêza
Peyva Xwedê heye û di dawiya dinyayê de, bi tenê Padîşahiya Xwedê wê bimîne. Hemû
padîşahî û hukumdariyên din ên mirovan wê tune bibin û namînin, lê Padîşahiya Xwedê tu
caran derbas nabe. Nexêr, ewê mezin bibe û ewê her û her bimîne.

Ev herdu meseleyên Îsa Mesîh, peyamên hêvîdayînê ne: Erê, her cûreyê xerabiyê wê heta
Roja Dawî bidomîne; rast e, gelek mirov wê Peyva Xwedê red bikin; lê belê ev dema me hê
dema rehm û kerema Xwedê ye û ew hê gazî mirovan dike ku Padîşahiya wî qebûl bikin.

13
Erê, Padîşahiya Xwedê carna kêm û biçûk xuya dibe, lê Mesîh û Padîşahiya wî wê bi ser
kevin û wê her û her bimînin.
Di dawiyê de tenê du tişt wê bimînin: Jiyana herheyî û ezabê herheyî. Jiyana herheyî wê di
Padîşahiya Xwedê de be û ezabê herheyî wê di dojehê de be. De vêca hûn jî şehreza bin û li
ber xwe bidin ku hûn bikevin vê padîşahiya bêhember.

4. Padîşahiya Xwedê: Mesela Torê

Îsa ji şagirtên xwe re bi meseleyeke din jî li ser mana Padîşahiya Xwedê peyivî û got:

«Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne wê tora ku tê avêtin nav deryayê û her cûreyê masiyan
dicivîne. Gava ku ew tije dibe, masîgir wê dikişînin qerêx. Hingê ew rûdinin, yên qenc dixin
selikan û yên neqenc jî davêjin. Di dawiya dinyayê de wê weha bibe. Milyaket wê bên û wê
xeraban ji nav rastan veqetînin û wan bavêjin firna dadayî. Li wir wê bibe girîn û qirçîna
diranan.» (Metta 13:47-50)

Belkî tê bîra we ku çend şagirtên Îsa Mesîh bi xwe masîgir bûn û wan qenc dizanî ku wî li
ser çi got. Ew tor, toreke pir mezin û dirêj bû û di pey keştiyan de dihat kişandin. Di wê tora
mezin de her cûreyê masiyan dihatin civandin, lê belê hemû ne yên xwarinê bûn. Loma
masîgiran piştî ku tor dikişandin qerêx, ew rûdiniştin û masiyên qenc dixistin selikan û yên
ku nedihatin xwarin, diavêtin.
Îsa Mesîh dibêje ku di dawiya dinyayê de jî wê weha çêbe: Milyaket wê mirovên rast ji
mirovên xerab veqetînin û yên rast wê bikevin Padîşahiya Xwedê, lê yên din wê bên avêtin
agirê dojehê.
Me di mesela genim û zîwanê de jî dît ku heta Roja Dawî hem yên qenc û hem jî yên xerab
wê li rex hev bijîn. Lê di wê Rojê de, Xwedê wê mirovên rast ji yên xerab kifş bike û li gor
kirinên wan bide wan.
Îsa Mesîh mirov hişyar kirin ku ew gunehên xwe tiştekî sivik negirin. Çimkî wek ku di
rojên Nûh de ji nişkê ve dîwana Xwedê hat, yanî tofaneke mezin çêbû, wusa jî di dawiya
dema dinyayê de Îsa Mesîh wê ji nişkê ve bê û Roja Dîwanê wê dest pê bike.
Masî torê nabînin û xema torê naxwin, lê dîsa jî li hawirdora wan toreke mezin heye. Wusa
jî gelek mirov dibêjin: «Xwedê tune û dojeh tune û Roja Dawî jî nayê.» Lê belê Xwedê
dixwaze ku em xwe ji bo vê rojê amade bikin. Dojeh ji bo Îblîs û milyaketên wî hatiye
amadekirin û Xwedê naxwaze ku mirov bikeviyê. Loma Îsa Mesîh hat û Mizgîniya

14
Padîşahiya Xwedê da bihîstin. Wî, rê vekir ku dilê mirov bê guhertin û mirovên xerab jî
bikarin bibin mirovên rast.
Îsa Mesîh hat, da ku ew li gunehên mirovan bibihûre û jiyaneke nû bide wan. Ew hat, da ku
mirov li pey wî biçin û ji wî hîn bibin. Xwedê ew ji ba xwe şand, da ku ew bibe rêberê me û
me bigihîne Padîşahiya Xwedê.

5. Kurtvebirîn

Niha em dixwazin bi kurtvebirîn careke din li van meseleyên giranbiha binêrin, da ku em


dersên wan hîn bibin.
Pêşî me dît ku cotkar derket ku tovê xwe bireşîne. Me dît ku tov Peyva Xwedê, yanî peyva
li ser Padîşahiya Xwedê ye. Peyva Xwedê li tevahiya dinyayê tê belavkirin û tê bihîstin.
Herweha me dît ku çend cûreyên erdê hene. Erê, peyv tê gotin û tê bihîstin, lê her gav nayê
qebûlkirin. Hin mirov di cih de peyva Xwedê red dikin û qet naxwazin guhê xwe bidinê. Hin
mirovên din peyva Xwedê bi şahî qebûl dikin, lê çaxê cefa û tengahî tên, ew zû dev jê
berdidin. Bi rastî, jiyana wan nayê guhertin. Hin mirovên din jî peyva Xwedê dibihîzin û ji
bo demekê qebûl jî dikin, lê ew ewqas bi xemên jiyana xwe ve mijûl in ku tov şîn nabe, yanî
Peyva Xwedê nikare jiyana wan biguhere û ew bêber dimîne.
Lê hin mirov hene, dilê wan ji bo qebûlkirina peyva li ser Padîşahiya Xwedê amade ye û
ew wê ji dil û can qebûl dikin. Ew guhê xwe didin Peyva Xwedê û Xwedê bi xwe jiyana wan
diguhere û jiyana wan a nû gelek ber dide.
Îsa Mesîh di vê meselê de got ku peyva li ser Padîşahiya Xwedê wê li her derê bê
belavkirin û got, her kes wê qebûl nake, lê di jiyana wan ên ku Peyva Xwedê qebûl bikin de,
gelek ber wê çêbe.

Di mesela diduyan de, yanî di mesela genim û zîwanê de jî cotkar tovê qenc li erdê xwe
çand, lê bi şev, çaxê ku ew di xew de bû, dijmin hat û di nav genim de zîwan çand. Zîwan
tam wek genim xuya dibe û ew jî di nav genim de mezin dibe. Lê belê çênabe ku zîwan bê
aşêfkirin, çimkî heta ku dema dirûtinê neyê, mirov nizane ka kîjan genim û kîjan zîwan e.
Di vê meselê de Îsa Mesîh kifş dike ku hem bawermendên rast û hem jî bawermendan
derewîn hene. Hin mirov dibêjin ku ew Peyva Xwedê û Padîşahiya wî qebûl dikin, lê bi rastî
derewan dikin. Lê belê di Roja Dawî de, Xwedê wê genim û zîwanê ji hev cuda bike û
bawermendên derewîn wê her û her dûrî Xwedê bimînin. Mirov her car nizane ka ew mirovê

15
din ji dil û can baweriya xwe bi Îsa Mesîh aniye, an ne, lê Xwedê nayê xapandin û ew bi dilê
mirovan dizane.

Mesela sisiyan li ser libeke xerdelê bû. Libên xerdelê îro jî di nav libên herî biçûk de ne. Di
meselê de Îsa got, ev liba xerdelê carna ji deviyan meztir dibe, ew dibe dar û ew ewqas mezin
dibe ku teyr tên û li ser çiqilên wê bi cih dibin.
Di Peymana Kevin de dara mezin mînaka padîşahiyeke mezin e û teyr jî mînaka gel û
miletên vê dinyayê ne (Hezekiyêl 17:23; 31:6; Daniyêl 4:12).
Mana vê meselê kifş e: Padîşahiya Xwedê ne ji destpêkê ve tiştekî berbiçav û bi bandûr e,
lê di dawiya dinyayê de ewê pir mezin be û wê ji bo gelek mirovên ji hemû miletan be.

Mesela hevîrtirşk kêm û zêde eynî tiştî tîne ber çavên mirovan. Hindik hevîrtirşk tevahiya
hevîr tirş dike û dîsa jî di dawiyê de hevîrtirşk qet nayê dîtin. Bi vî awayî bi ser ku hêza
Padîşahiya Xwedê nayê dîtin jî, bandûra Padîşahiya Xwedê wê pir mezin be, ji ber ku hêza
wê gelek mezin e.

Meselên xezîna veşartî û durrê giranbiha herduyan jî ji me re kifş kirin ku mirov carna bê
hemdê xwe rastî Padîşahiya Xwedê tên û carna ji bo demeke dirêj lê digerin. Di herdu
meseleyan de kifş dibe ku wan herdu mirovan her tiştê xwe firot, da ku wê xezînê an jî wî
durrê giranbiha bi dest bixin.
Di mesela xezîna veşartî de zilamekî di zeviyê de xezînek dît û hemû hebûna xwe firot, da
ku zeviyê bikirre û xezîne bibe ya wî.
Di mesela durê giranbiha de zilamekî din demeke dirêj li durrên spehî digeriya û çaxê wî
durrekî gelek giranbiha dît, wî hemû hebûna xwe firot û ew kirrî.
Yanî ya girîng ne ew e ku mirov çawa li ser Padîşahiya Xwedê bibihîze an hîn bibe, lê ya
girîng ew e, ew fêm bike ku Padîşahiya Xwedê çiqas hêja ye; bi rastî ew evqas bi qîmet e,
dihêje ku mirov her tiştê xwe bifroşe û wê bi dest bixe, yanî her tiştê xwe di ber wê de bide,
wê qebûl bike.

Îsa Mesîh mesela dawî li ser torê got: Di vê meselê de Îsa Mesîh hîn dike ku di dawiyê de
milyaket wê bên û wê mirovên rast ji mirovên xerab veqetînin. Mirovên xerab wê bên avêtin
derve û nikarin bikevin Padîşahiya Xwedê, lê wê herin dojehê.
Loma divê mirov hişyar be û biryara xwe bide. Îsa Mesîh got: Riya ku diçe ezmên, ez im û
bi rastî riyeke din a ku diçe Padîşahiya Xwedê tune.

16

You might also like