Professional Documents
Culture Documents
Mirov Tên Ba Îsa Mesîh: Metta
Mirov Tên Ba Îsa Mesîh: Metta
Di Încîlê de kitêba pêşî ji aliyê vî şagirtî ve hatiye nivîsîn – navê wî, kurê Halfayos Metta
Lêwî ye. Mana navê Metta bi zimanê Îbranî ev e: «Diyariya Xwedê» û bi rastî di vê serhatiyê
de Xwedê diyariyeke mezin pêşkêşî Metta kir.
Metta jî yek ji wan hevalneyaran bû. Wî diceriband ku hem polîtîkê û hem dînên cihê di
jiyana xwe de bi rêve bibe û her gav bi pûtperestên ku di bajarê wî re derbas dibûn re, dida û
distand.
Di xebata wî de gelek tişt di destên wî re derbas dibûn û gelek ji wan tiştan li gor dînê
Cihûyan heram bûn; ji ber vê yekê Metta bi xwe jî di çavê xelkê xwe de murdar dihat
hesabkirin. Dan û standina wî ya bi pûtperestan re, ew di çavê xelkê de heram kiribû.
Loma bacgir ji aliyê hemûyan ve kêm dihatin dîtin. Di çavên Cihûyan de ew hemû yên ku
desthilatiya xwe bi xerabî bi kar dianîn û ji qanûnê zêdetir ji xelkê bac dixwestin, diz bûn.
Herweha ew di çavên Romayiyan de jî wek zilamên bê siyanet dihatin dîtin. Di wê demê de
xebata bacgiriyê, bi tevahî sazûmaneke yanî sîstemeke xerab û pîs bû.
Îcar Metta dizanî ku hem gelê wî ji wî nefret dike û hem jî Romayî wî qebûl nakin.
Bêguman wî gelek pere ji xwe re qezenc kiribûn, lê wî siyanet û rûmeta xwe winda kiribû.
Di bajarê Kefernahûmê de Îsa dest pê kiribû, çend zilam gazî ba xwe kiribûn, da ku bibin
şagirtên wî û ji wî hîn bibin. Petrûsê masîgir û Aqûb û Yûhenna di nav wan de bûn; di
bajarokekî biçûk de, ji xwe Îsa qenc li ser Mettayê bacgir dizanî; Metta gelek caran Îsa dîtibû,
lê heta hingê tu sedem nebû ku nêzîkî hev bibin.
Lê êdî ev yek wê bihata guhertin ...
1
Rojekê Îsa çû perê golê. Hemû elalet ji her cihî dihatin ba wî û wî jî ew hîn dikirin. Çaxê ku
Îsa derbas dibû, wî Metta li cihê bacxanê rûniştî dît û jê re got: «Li pey min were!»
Çaxê bihîstin ku Îsa ji Metta re got: «Li pey min were», her kes şaş û matmayî ma. Îsa
Mesîh û şagirtên wî, Cihûyên qenc û dilsoz bûn. Lê belê her kesî dizanî ku Metta gunehkarekî
mezin bû û ji aliyê xelkê bajarê xwe ve kêm dihat dîtin. Ma çima Îsa ew gazî ba xwe kir? Ma
şagirtên Îsa wê ew qebûl bikiran?
Pirsgirêkeke din jî hebû. Mesele Petrûs hê xweyiyê qeyika xwe bû û carna ew bi kar dianî.
Lê derfetekî weha ji bo Metta nebû. Wî nedikarî hem li pey Îsa biçûya û hem jî li
Kefernahûmê ji bo Romayiyan bac bicivanda!
Dema ku Metta xwest ku bibe şagirtê Îsa, diviya ku wî dev ji her tiştê xwe berda.
Îcar Metta çi kir?
Di Încîlê de weha dibêje: «Wî dev ji her tiştî berda, rabû ser xwe û li pey Îsa çû.»
Wê şevê Metta gelek bacgir û gunehkarên din vexwendin, ziyafetek çêkir û Îsa bi şagirtên
wî ve kirin mêvanê mala xwe.
Bi rastî ev yek ne hêsanî bû. Rêberên dînê Cihûyan, yanî Şerîetzan û Fêrisiyan digotin ku
destûra mirov tune ku bi bacgiran û bi mirovên din ên murdar re xwarinê bixwe; eger mirov
wusa bikin, ew bi xwe jî wê murdar bibin.
Loma ew hatin û wan di serê şagirtên Îsa de kirin pitepit û gotin: «Çima hûn bi bacgir û
gunehkaran re xwarinê dixwin?»
Îsa bersîv da wan û ji wan re got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm in. Îcar
hûn herin û mana peyva: ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê› hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime
gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.»
Îsa gazî Metta kir ku bibe şagirtê wî. Bêguman Îsa bi vê yekê ji xwe re dijberî deranî, çimkî
Metta dikarî bibûya sedem ku di nav şagirtan de devjeniyeke dijwar derketa.
Erê, Îsa bi vê yekê ji xwe re dijberî deranî, lê belê daxwaz û armanca wî ew bû ku jiyana
Metta bê guhertin. Îcar Mettayê bacgir bû Mettayê şagirtê Îsa Mesîh.
2
«Herin û mana peyva: ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê› hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî
yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.»
Di wê demê de mana gorî yanî qurbanan ew bû ku mirovan xwe paqij dikir û dihatin
Perestgehê, da ku mî an jî bizinan ji Xwedê re bidin serjêkirin. Diviya ku hem heywan û hem
jî mirov paqij an helal bûna. Loma Şerîetzan û Fêrisiyan xwe ji mirovên nepak dûr dixistin.
Lê Îsa weha nekir. Wî gunehkar, yanî ew mirovên ku dûrî Xwedê bûn qebûl kirin û jiyana
wan guhert.
Ji ber ku Îsa dixwest jiyana gunehkaran nû bike, wî ji wan hez dikir û nêzîkî wan dibû û bi
wan re dixwar û vedixwar.
Guhdarên delal, Îsa ferq nexist nav mirovan, çimkî li ba Xwedê xatirgirtin tune. Heta îro jî
ew gazî hemû mirovan dike û yên ku dengê wî dibihîzin, ew dikarin nêzîkî wî bibin û li pey
wî herin. Rehma wî ji bo her kesî û bi taybetî ji bo gunehkaran e. Çimkî ew dikare gunehên
mirovan bibexşîne û jiyana wan biguhere.
www.erf.de/mizgini