Download as doc, pdf, or txt
Download as doc, pdf, or txt
You are on page 1of 6

Rûmeta Îsa Mesîh

Îro û di bernama ku bê de em dixwazin hinekî li rûmeta Îsa Mesîh binêrin.


Di Încîlê de li ser Îsa Mesîh weha tê gotin: Îsa Mesîh «şewqa rûmeta Xwedê û xuyabûna rastîn
ya cewhera wî ye.» (Îbranî 1:3)

Erê, Îsa Mesîh di tevahiya jiyana xwe de bi rûmeta Xwedê tije bû û dema ku em Încîlê
dixwînin, em dibînin ku bi rastî rûmeta wî di gelek tiştan de kifş dibû.

1. Rûmeta Îsa Mesîh ya di bûyîna wî de

Ji xwe bûyîna zarokekî şahiyeke mezin e, lê çaxê Îsa Mesîh hat dinê, rûmeta Xwedê jî ji
mirovan re xuya bû. Di Încîlê de weha dibêje:
Li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobe digirt. Milyaketekî Xudan ji wan
re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan.
Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji
tevahiya gel re ye. Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e. Bila ev
ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.»
Û ji nişkê ve ordiyeke leşkerên ezmên bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan û gotin:
«Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.»
(Lûqa 2:8-14)

Bûyîna Îsa Mesîh ne wek bûyîna mirovên din bû. Çaxê ku em hatin dine, rûmeta Xwedê xuya
nebû, lê dema ku Xwedê, Mesîh şand vê dinyayê, Xwedê bi wî re rûmeta xwe jî eşkere kir, da ku
mirov rehm û kerema Xwedê fêm bikin. Loma wî milyaketên xwe şandin, da ku vî tiştê newaze
ji mirovan re şîrove bikin û mirov jî pesnê Xwedê bidin.

2. Rûmeta Îsa Mesîh ya di kirinên wî de

Dema Îsa Mesîh sî salî bû, wî dest bi kardestiya xwe kir û li seranserê welêt digeriya û
Mizgîniya Xwedê dida bihîstin. Herweha wî gelek keramet û karên nedîtî dikirin û bi vê yekê
xwe da naskirin ku ew Mesîh e. Xelkê zû fêm kir ku Îsa ne wek pêxemberekî din e û çaxê ku
karên wî yên newaze didîtin, rûmet didan Xwedê.
Mesele rojekê Îsa nêzîkî Erîhayê dibû û yekî kor li tenişta rê rûniştibû û pars dikir. Gava wî
bihîst ku elaletek dibihûre, pirsî û got: «Ev çi ye?»
1
Xelkê lê vegerand û gotin: «Îsayê Nisretî dibihûre.»
Li ser vê yekê yê kor kir qîrîn û got: «Ya Îsa, Kurê Dawid, li min were rehmê!»
Lê belê yên ku di pêşiyê de diçûn, lê hilatin, da ku ew dengê xwe bibire; lê wî hê bêtir kir qîrîn
û got: «Ya Kurê Dawid, li min were rehmê!»
Îsa rawesta û emir kir, ku yê kor bînin ba wî. Û gava yê kor nêzîk bû, Îsa ji wî pirsî: «Tu çi
dixwazî ku ez ji te re bikim?»
Wî got: «Ya Xudan, bila çavên min bibînin.»
Îsa jî ji wî re got: «Bila çavên te bibînin, baweriya te tu xilas kirî.» Wî jî di cih de dît, li pey Îsa
çû û pesnê Xwedê da û hemûyên ku ev yek dîtin, rûmet dan Xwedê. (Lûqa 18:35-43)

Erê, di keramet û kirinên Îsa Mesîh de, rûmeta Xwedê kifş bû û mirovan dît ku rehm û kerema
Xwedê çiqas mezin e.

Di dema Îsa de Yûhennayê imadkar (yanî Yahya) ji aliyê mîrekî ve hatibû avêtin girtîgehê. Li
wir wî bihîst ku Îsa çi dike û wî şagirtên xwe şandin ba wî ku ji wî bipirsin: «Ma yê ku wê
bihata tu yî, an divê em li benda yekî din bimînin?»
Îsa li wan vegerand û got: «Herin tiştên ku hûn dibihîzin û dibînin ji Yûhenna re bêjin: Kor
dibînin, şil û şeht rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan
re tê dayîn. Xwezî bi wî yê ku ji min neenire.» (Metta 2:11-6)
Îsa di keramet û kirinên xwe de gelek bi rûmet bû û mirovan fêm dikir ku rûmeta wî bi rastî
rûmeta Xwedê ye. Yekî ji wan weha got: «Mamoste, em dizanin ku tu mamosteyekî ji ba Xwedê
hatiyî, çimkî ew nîşanên ku tu çêdikî, eger Xwedê ne pê re be, tu kes nikare bike.» (Yûhenna 3:2)

3. Rûmeta Îsa Mesîh ya di hînkirinê de

Çaxê ku mirov bala xwe dide gotinên Îsa Mesîh, ew zû fêm dike ku hînkirina wî bi rûmeta
Xwedê tije bû. Tu kes tu caran wek wî nepeyivî û rastiya ku wî dida bihîstin, rastiyeke pir
newaze bû.
Mesele Îsa got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku guhê xwe dide gotinên min û ji yê
ku ez şandime bawer dike, jiyana wî ya herheyî heye; ew nayê dîwankirin, lê ew ji mirinê
gihîştiye jiyanê. (Yûhenna 5:24)
Ma gelo mirov heye ku bikare tiştekî weha bêje? Îsa Mesîh weha peyivî û gotinên wî heta îro
rast in.
Careke din Îsa ji mirovan re got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku
baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe. Hemû yên ku Bav dide min, wê bên ba min û yê ku bê ba

2
min, ez wî qet nazivirînim. Çimkî ez ji ezmên hatim xwar, ne ji bo ku ez daxwaza xwe bikim, lê
ji bo ku ez daxwaza yê ku ez şandime bikim. Daxwaza yê ku ez şandim ev e, ku ez ji hemûyên
ku wî dane min yekî winda nekim, lê di Roja Dawî de wî rakim, yanî wî vejînim. (Yûhenna 6:35.
37-39)

Ev gotinên Îsa Mesîh an pûç û bêqîmet in, an jî ew rast in û rûmeta Xwedê nîşanî me didin.
Ma gelo wê di jiyana Îsa Mesîh de kifş bibûya ku gotinên wî yên li ser jiyanê rast in an na? Emê
li dawiya vê bernameyê careke din li vê pirsê binêrin.

4. Rûmeta Îsa Mesîh ya di ceribandinê de

Li ser vê dinyayê her kes ji aliyê Îblîs ve tê ceribandin û em hemû dizanin ku mirov bi hêza
xwe nikare li hember Îblîs bi ser keve.
Îcar çaxê ku Îblîs Îsa Mesîh ceriband, çi çêbû û çawa derket?
Di Încîlê de weha dibêje :
Ruhê Pîroz Îsa bir çolê û ew çil rojî ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. Wî di wan rojan de tiştek
nexwar û gava ew roj derbas bûn, ew birçî bû.
Îblîs jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê bî, ji vî kevirî re bêje, bila bibe nan.»
Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî.›»
Li ser vê yekê Îblîs ew derxist bilindahiyekê û di bîhnekê de wî hemû padîşahiyên dinyayê
nîşanî wî dan û jê re got: «Ezê hemû vê desthilatiyê û rûmeta van padîşahiyan bidim te; çimkî ew
ji min re hatiye dayîn û ez dikarim wê bidim wî yê ku ez dixwazim. Îcar, eger tu ji min re herî ser
çokan, hemû wê bibin ên te.»
Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re
xizmetê bike.›» (Lûqa 4:1-8)
Piştî vê yekê Îblîs dev ji Îsa berda û milyaket hatin û ji wî re xizmet kirin. (Metta 4 :11)

Şikir ji Xwedê re, di vê yekê de jî rûmeta Îsa Mesîh kifş dibû. Ew di ceribandinê de li hember
Îblîs bi ser ket û qet tu caran guneh nekir. Ew tu caran ji daxwaza Xwedê dûr neket.

***
Me dît ku Îsa Mesîh di bûyîna xwe de bi rûmet bû; herweha rûmeta wî di kirinên wî û di
hînkirina wî de jî kifş dibû. Û li dawiyê me dît ku di ceribandinê de jî ew bi rûmeteke mezin bi
ser ket.

3
Încîl li ser vê yekê weha dibêje: Îsa Mesîh, «guneh ne tê de bi her awayî wek me hatiye
ceribandin. Loma em bi cesaret nêzîkî textê keremê bibin, da ku rehm li me bibe û ji bo dema ku
em hewcedarê alîkariyê bin, em keremê bibînin.» (Îbranî 4:15-16)

5. Rûmeta Îsa Mesîh ya di mirina wî de

Mirina kesekî çawa dikare bi rûmet be? Ma mirina mirov ne binketina wî ya dawî ye? Çimkî
heta ku ji mirovan tê, ew li ber xwe didin ku nemirin.
Bi rastî, dema ku em li mirina Îsa Mesîh binêrin, em careke din rûmeta wî dibînin. Wî ji pêşî
ve li ser mirina xwe weha got:
«Bav ji ber vê yekê ji min hez dike, çimkî ez jiyana xwe didim, da ku ez wê dîsa bistînim. Tu
kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe didim. Ez dikarim jiyana xwe bidim û ez
dikarim dîsa bistînim jî. Min ev emir ji Bavê xwe stand.» (Yûhenna 10:17-18)
Bêguman ji van gotinan kifş dibe ku mirina Îsa ne binketina wî ya dawî bû. Nexêr, wî jiyana
xwe da, da ku wê dîsa bistîne!

Di Încîlê de li ser mirina wî weha nivîsî ye:


Çaxê ew gihîştin wî cihê ku Qoq jê re digotin, leşkeran Îsa û herdu sûcdar xaç kirin, yek li milê
wî yê rastê û yê din li milê wî yê çepê. Yekî ji wan sûcdarên daleqandî jî, Îsa şermezar kir û jê re
got: «Ka, ma tu ne Mesîh î? De ka xwe û me xilas bike!»
Lê yê din lê hilat û got: «Ma tu ji Xwedê natirsî? Ma ne va ye, tu bi xwe jî di bin eynî cezayî
de yî? Hema heçî em in, ev heqê me ye, çimkî em bergîdana wan tiştên xerab ên ku me kirine,
distînin. Lê wî tiştekî nerast nekiriye!»
Wî ji Îsa re got: «Ya Îsa, çaxê tu bigihîjî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe!»
Îsa jî lê vegerand û got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim ku tê îro bi min re di bihiştê de bî!»
Gava dibû nêzîkî saet diwanzdehê nîvro, rojê tarîtî girt û tarî heta saet sisiyan ket ser seranserê
welêt û perda Perestgehê di nîvî re çiriya û Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û got: «Ya Bavê min,
‹ez ruhê xwe didim destên te!›» Piştî ku wî ev gotina xwe got, wî ruhê xwe da.
Gava sersedê leşkeran tiştê çêbûyî dît, wî pesnê Xwedê da û got: «Bi rastî ev mirovê ha,
mirovekî rast bû.» (Lûqa 23:33. 39-47)

Erê, Îsa Mesîh li ber mirinê bû, lê wî çi got? Wî ji wî zilamî re got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim
ku tê îro bi min re di bihiştê de bî!»

4
Ma gelo heqê Îsa Mesîh hebû ku weha bigota? Erê, heqê wî hebû, çimkî Xwedê ew şand, da ku
ew tam wê riya ku diçe bihiştê li ber mirovan veke û mirovan vegerîne ba Xwedê. Bi rastî, Îsa
tam weha kir.

Hûn Îsa Mesîh di mirina wî de çawa dibînin? Di Încîlê de weha dibêje:


Em Îsayê ku ji ber cefayê mirinê taca rûmet û siyanetê wergirtiye, dibînin. (Îbranî 2 :9)
Erê, mirina Îsa Mesîh gelek tehl, dijwar û bi şerm bû, lê dîsa jî Xwedê di vê yekê de rûmeta
xwe kifş kir û taca rûmetê da wî. Çimkî Îsa Mesîh, ew cezayê ku diviya me bikişanda, kişand û
ew şerma ku diviya bihata ser me, ew hilda ser xwe û di ber me de mir. Ji lewra mirina wî gelek
bi rûmet bû: Wî bi mirina xwe jiyan da me.

6. Rûmeta Îsa Mesîh ya di rabûnê de

Bi rastî rûmeta Îsa Mesîh ya herî bilind ew e ku ew ji nav miriyan rabûye û mirin bindest
kiriye.
Piştî mirina Îsa Mesîh, şagirtên wî xwe veşartin, çimkî ew gelek ditirsiyan. Îsa Mesîh ji çend
jinan re xuya bû, lê şagirtan ji wan bawer nekir.
Hê şagirt wusa bi hev re dipeyivîn, Îsa bi xwe di nav wan de rawesta û got: «Silamet li ser we
be!»
Lê ew bizdiyan û tirsiyan, wan guman kir ku ew ruhekî li ber çavên xwe dibînin.
Îsa ji wan re got: «Çima hûn şaş mane û dudilî ne? Li dest û lingên min binêrin, ez bi xwe me.
Destên xwe li bedena min bidin û bibînin; çimkî ruh bê goşt û hestî ye, lê wek ku hûn dibînin, ez
bi goşt û hestî me!»
Û gava wî ev ji wan re got, wî dest û lingên xwe nîşanî wan dan. Lê wan ji şabûnê hê bawer
nekiribû û şaşmayî bûn.
Îcar wî ji wan re got: «Ka tiştekî xwarinê li ba we heye?»
Wan jî perçek ji masiyekî biraştî dan wî. Wî ew ji destê wan rahişt û li pêş wan xwar. Hingê wî
ji wan re got: «Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in:
Divê ew hemû tiştên ku di Şerîeta Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min
hatine nivîsîn, bên cih.»
Hingê wî hişê wan vekir, da ku ew bikarin Nivîsarên Pîroz fêm bikin. Û wî ji wan re got:
«Weha hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe û ji
Orşelîmê bigire heta hemû miletên dinyayê, bi navê wî tobe û efûbûna gunehan, wê ji wan re bê
danbihîstin.» (Lûqa 24:36-47)

5
Piştî vê yekê bi gelek salan, yekî ji van şagirtên Îsa Mesîh li ser vê yekê rast nivîsî, got:
«Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye û rûmet daye wî.» (Petrûs I, 1:21)

Lê belê rûmeta Îsa Mesîh bi van tiştan xilas nabe:

7. Rûmeta Îsa Mesîh ya di hatina wî ya diduyan de

Li gor Încîlê Îsa Mesîh wê vegere vê dinyayê. Tu kes nizane ku ewê kengê bê. Bi tenê wî got:
«Hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê we wê kîjan rojê bê.» (Metta 24:42)

Di wê rojê de, hemû mirov wê bibînin ku Îsa Mesîh «bi hêz û rûmeta mezin li ser ewrên ezmên
tê.» (Metta 24:30)

Gava ku Îsa Mesîh «bi rûmeta xwe ve bê û hemû milyaket pê re, hingê ewê li ser textê xwe yê
rûmetê rûne. Hemû milet wê li ber wî bicivin û ewê wan ji hevdû veqetîne, wek ku şivan miyan
ji bizinan vediqetîne», yanî ewê dîwana wan bike. (Metta 25:31-32)

Hingê ew mirovên ku baweriya xwe bi Îsa Mesîh anîne, wê weha bêjin:


«Rûmet û karîn her û her ji Îsa Mesîh re be, yê ku ji me hez dike û bi xwîna xwe em ji gunehên
me azad kirine û em ji Bavê xwe Xwedê re kirine padîşahî û kahîn. Amîn. Va ye, ew bi ewran re
tê û her çav wê wî bibîne.» (Peyxama Yûhenna 1 :5-7)

Guhdarên delal, Xwedê dixwaze me bi destê Îsa Mesîh bigihîne rûmeta xwe. Încîl li ser vê
yekê weha dibêje: «Xwedayê ku her tişt ji bo wî ye û bi wî çêbûye, pêşengê xilasiyê, yanî Îsa
Mesîh, bi cefayan gihîşt bêkêmahîtiyê, da ku ew gelek mirovan bigihîne rûmetê.» (Îbranî 2:10)
Û dibêje:
Îsa Mesîh yanî «kerema Xwedê ya ku ji hemû mirovan re xilasiyê tîne, xuya bû û me perwerde
dike ku em nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin û rast, sergiran û bi tirsa Xwedê li vê
dinyayê bijîn û li benda hêviya pîroz û xuyabûna rûmeta Xwedayê mezin û Xilaskarê xwe Îsa
Mesîh bimînin.» (Tîtos 2:11-13)

Guhdarên delal, ma hûnê rûmeta Îsa Mesîh bibînin ? Ma piştî ku hûn ji vê dinyayê herin, hûnê
bikevin rûmeta Xwedê? De bila Xwedê bi riya baweriyê para we bixe rûmet û padîşahiya xwe.

You might also like