Xelkê Xwedê 11-15

You might also like

Download as docx or pdf
Download as docx or pdf
You are on page 1of 21

Xelkê Xwedê

11-15
(The People of God)

Mizgînî, Almanya – 2011


EMM, Salunga, Pennsylvania, USA – 2003
Xelkê Xwedê

Guhdarên delal, hûn ji bo guhdarîkirina bernameyên «Xelkê Xwedê» gelek bi xêr hatin.

Di bernameyên «Xelkê Xwedê» de emê li Tewratê, li Zebûrê û li Încîlê binêrin.


Daxwaza van bernameyan ew e ku hûn bi zelalî plana Xwedê û hezkirina wî fêm bikin.

11. Dersa yanzdehan: Pêxember li ser Mesîh dibêjin

Dersa îro ji Zebûrê û ji çend nivîsarên pêxemberên din tê. Emê li gotinên ji çend pêxemberên
Xwedê binêrin. Ew gotin li ser planeke Xwedê ya taybet hatin gotin û ew hemû jî rast derketin.
Di destpêkê de em dixwazin guhê xwe bidin çend ayetên ji Zebûrê û ji kitêba Îşaya pêxember.

14
Ez wek avê hatime rijandin
Û hemû hestiyên min ji movikên xwe derketin.
Dilê min wek şimayê di hundirê min de dihele.
15
Hêza min wek kafikekê hişk bûye,
Zimanê min bi ezmanê devê min ve dizeliqe;
Te ez xistim nav axa mirinê.
16
Kûçikan hawirdora min rapêçan,
Komela xerabkeran hawirdora min girt;
Wan dest û lingên min qul kirin.
17
Ez dikarim hemû hestiyên xwe bijmêrim;
Ew dinêrin û çavên xwe li min zîq dikin.
18
Cilên min di nav xwe de leva dikin
Û ji bo xiftanê min pişkê davêjin. (Zebûr 22:14-18)
3
Ew kêm hat dîtin û ji aliyê mirovan ve hat redkirin;
Ew zilamê êşnas û janan bû;
Wek yekî ku mirov rûyê xwe jê dinixumîne,

1
Ew kêm hat dîtin û me ew hesab nekir.
4
Lê bi rastî wî êşên me kişandin û nexweşiyên me hildan ser xwe;
Me guman kir ku ew hat cezakirin
Û ji aliyê Xwedê ve hat lêxistin û nizimkirin.
5
Lê belê ew ji ber neheqiyên me xurimî [hat birîndarkirin],
Ew ji ber sûcên me hat perçiqandin;
Ew cezayê ku ji bo aştiya me bû, ket ser wî
Û bi birînên wî em sax bûn.
6
Me hemûyan wek miyan rê şaş kir, her yek ji me ket ser riya xwe;
Lê Xudan sûcê me hemûyan danî ser wî.
7
Zilim lê kirin û nizim kirin, lê wî devê xwe venekir;
Wek berxê ku ji bo serjêkirinê tê birin
Û wek miya ku li ber cewîzan bê ziman disekine,
Wî devê xwe venekir.
8
Bi bêrehmî dîwana wî hat kirin û ji holê hat rakirin;
Ma di nifşê wî de kî li ser vê yekê fikirî?
Çimkî ew ji diyarê zindiyan hat rakirin;
Ji ber neheqiya gelê min, li wî hat xistin.
9
Bi ser ku wî zordarî nekir û hîle di devê wî de peyda nebû jî,
Gora wî li ba xerabkaran çêkirin,
Lê dema ew mir, li ba yekî dewlemend bû.
10
Lê belê li Xudan xweş hat ku wî biperçiqîne û bixe cefayê;
Çaxê tu wî bikî goriya gunehan, Çaxê wî xwe kir goriya gunehan
Ewê dûndana xwe bibîne û rojên emrê xwe dirêj bike;
Bi destê wî, daxwaza Xudan wê pêk bê.
11
Ji ber keda canê wî, dilê wî wê bi tiştê ku bibîne, xweş bibe.
Bi fêmdariya xwe, yê rastdar, xulamê min, wê gelekan rastdar bike
Û ewê sûcên wan hilde ser xwe.
12
Ji bo vê yekê ezê bi mezinan re parê bidim wî
Û ewê bi yên xurt re palûtê li xwe leva bike.
Çimkî wî canê xwe rijand, da mirinê û bi xerabkaran re hat hesabkirin;
Lê wî sûcê gelekan hilgirt û ji bo xerabkaran mehder kir. (Îşaya 53:3-12)

2
Niha ji kerema xwe guhê xwe bidin şîrovekirina van gotinên pêxemberan.

Me di Tewratê de li ser gunehê mirovan bihîst û em hîn bûn ku ji bo mirovan xilaskar pêwist
e. Me soza Xwedê bihîst û em li ser wê hîn bûn ku rojekê wiyê xilaskarek bişanda. Herweha me
di her bernamê de nîşanên ku me ji bo karên Mesîh û hatina wî hişyar dikin, dîtin. Mesîh bi xwe
ew Xilaskar e yê ku Xwedê wê bişanda.
Di vê dersê de emê bibînin ku Xwedê ji çend pêxemberên din re li ser Mesîh çi gotibû. Ji xwe
gelek girîng e ku em fêm bikin, Mesîh kî ye.

Soza ku Xwedê ji Dawid re da


Dawid padîşah li Beytlehmê hat dinyayê. Beytlehm ne bajarekî mezin an girîng bû, lê Xwedê
eşkere kir ku Mesîh wê li Beytlehmê bê dinyayê. Herweha Xwedê ji Dawid û ji pêxemberên din
re got ku Mesîh wê kurekî ji dûndana Dawid be.
Dawid li ser vê yekê gelek şa û spasdar bû. Wî di gelek stranan de pesnê Xwedê da û ew stran
di kitêba Zebûrê de ne. Hin ji wan stranan (yanî lavijan) li ser Mesîh dibêjin.

Soza ku Xwedê ji Îşaya pêxember re da


Îşaya pêxember li dor sê sed salan piştî Dawid pêxember rabû. Xwedê ji wî re jî gelek tiştên
newaze li ser Mesîh gotin. Mesele di kitêba Îşaya pêxember de weha dibêje:
«Ji ber vê yekê Xudan bi xwe wê nîşanekê bide we: Va ye, keçik wê bizaro bibe û ewê kurekî
bîne û wê navê wî Îmanûêl deyne.»

Di vê ayetê de du tiştên girîng hene:

Ya pêşî: Diya Mesîh wê keçikek bûya!


Ya diduyan: Navê Mesîh wê Îmanûêl bûya. Di zimanê Îbranî de, mana Îmanûêl ev e: «Xwedê
bi me re ye». Yanî Mesîh wê «Xwedayê ku bi me re ye» bûya.

Xwedê çend navên din jî ji Îşaya pêxember re diyar kirin. Mesele: «Şîretkarê newaze,
«Xwedayê hêzdar», «Bavê herheyî», û «Mîrê aştiyê».
Gelê Îsraêl ew nav bihîstin û ew bi sebir li hêviya hatina Mesîh diman.

Mesîh wê jiyana xwe bide.


Di Zebûrê de Dawid pêxember nivîsî ku tiştekî pirr xemdar wê bê serê Mesîh. Ew ayetên ku
niha me bihîstin, pêxemberîtiyên li ser Mesîh bûn.

3
Dawid mirineke dijwar û şermezar a mirovekî anî ber çavan. Hestiyên wî mirovî ji movikên
xwe derdikevin û hêza wî namine. Dest û lingên wî peritandin. Mirovên xerab li wî dikenin. Ew
cilên wî distînin û li xwe leva dikin.

Di Kitêba Îşaya pêxember de em dibînin ku Xwedê eynî tişt ji Îşaya pêxember re jî got. Îşaya
kifş kir ku mirovan wê Mesîh qebûl nakira. Mirovan wê ew birîndar bikira û ewê bimira. Wiyê
jiyana xwe neparasta û wê wek miyekê kuştina xwe qebûl bikira. Ewê bi mirovên xerab re
bimira û wê di gora yekî dewlemend de bihata veşartin.

Îşaya di wan hemû tiştan de hêvî jî dît. Xwedê jê re diyar kiribû ku Mesîh wê jiyana xwe bida,
da ku gunehên me bihatan afûkirin..

Mesîh wê ji nav miriyan rabe


Afûbûna gunehan rastiyeke girîng e, lê belê rastiyeke din jî heye û ew jî wek ya din newaze
ye. Gelek pêxemberan digot ku Mesîh wê padîşah be û wê her û her hukumdariyê bike.

Xelkê ev yek fêm nekir, çimkî wan bihîstibû ku Mesîh wê jiyana xwe bida. Lê belê Xwedê ji
Dawid re got, Xwedê nahêle ku Yê Pîroz, yanî Mesîh di diyarê miriyan de bimîne.
Fêmkirina vê yekê zehmet bû. Çawa çêdibû ku Mesîh bimira û dîsa di diyarê miriyan de
nemabûya, yanî vejiya û ji diyarê miriyan derketa?
Hezar salan piştî wan gotinên Dawid, Îsa ji nav miriyan rabû û ji şagirtên xwe re mana van
pêxemberîtiyan şîrove kir.

Erê, hûn dibînin, hem Misilman û hem jî Mesîhî bawer dikin û qebûl dikin ku Mesîh hat, da ku
Tewrata ku Xwedê dabû Mûsa pêxember, erê bike û bîne cih.
Dema ku em Încîlê bixwînin, emê bibînin ku hemû nîşan û pêxemberîtiyên li ser Mesîh ên ku
di Tewrat û di Zebûrê de hebûn, di jiyana Mesîh de hatin cih.

Di dersa ku bê de emê dest bi xwendina Încîlê bikin. Di Încîlê de gotin û kirinên Mesîh hatine
nivîsandin.

Di dawiya vê dersê de, ji kerema xwe vê ayetê hîn bibin û bînin bîra xwe. Di van peyvan de
fikira girîng a vê dersê bi kurtvebirî tê gotin.

4
Îşaya pêxember di kitêba xwe de dibêje:
«Zarokek ji me re çêbû,
Kurek ji me re hat dayîn;
Seroktî wê li ser milê wî be.
Navên wî wê ev bin:
Şîretkarê newaze, Xwedayê hêzdar,
Bavê herheyî, Mîrê aştiyê.» (Îşaya 9:6)

Gelek spas ku we guhdariya vê dersa Nivîsarên Pîroz kir. Me îro li gotinên pêxemberan ên li
ser Mesîh nêrî.

12. Dersa diwanzdehan

Dersa îro ji Mizgîniyê, yanî ji Încîlê tê. Îro emê wê serhatiya newaze bibihîzin ku peyva Xwedê
çawa bû xwîn û goşt û bi bedenî hat vê dinyayê.
Pêşî emê guhê xwe bidin çend ayetên Încîlê.

1
Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. 2 Ew di destpêkê
de bi Xwedê re bû. 3 Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî. 4 Jiyan di wî de bû û jiyan
ronahiya mirovan bû. 5 Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare wê binixême.
14
Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta
wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît.

26
Di meha şeşan de Xwedê milyaket Cibrayîl şand bajarekî Celîlê, ku navê wî Nisret bû,
27
ba keçikeke ku dergistiya mirovekî bi navê Ûsiv bû. Ûsiv ji mala Dawid bû. Navê keçikê jî
Meryem bû. 28 Cibrayîl hat ba wê û jê re got: «Silav li te, ey keçika ku kerema Xwedê li ser e.
Xudan bi te re ye.» 29 Meryem bi vê silavê şaş ma û fikirî, ka ev çi silav e?
30 31
Milyaket jê re got: «Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye. Va ye, tê bizaro bibî
32
û tê kurekî bînî û navê wî Îsa deynî. Ewê mezin be û wê jê re Kurê Yê Herî Bilind bê gotin.
33
Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. Ewê her û her li ser mala Aqûb padîşahiyê

5
34
bike û dawiya padîşahiya wî nayê.» Meryemê ji milyaket re got: «Ma gelo evê çawa çêbe?
Çimkî tu mêr nêzîkî min nebûne.» 35 Milyaket lê vegerand û got: «Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê
bikevî bin hêza siya Yê Herî Bilind. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê
Xwedê bê gotin. 36 Va ye, Êlîzabêt a ku mirova te ye, ew jî bi vê pîrîtiya xwe ve bi kurekî bizaro
37
ye. Ya ku jê re digotin ku zarokan nayne, va ye, ew di heyva xwe ya şeşan de ye. Çimkî tu
38
tişt li ber Xwedê ne zehmet e.» Meryemê got: «Va me, ez cêriya Xudan im. Bila wek ku te
gotî, ji min re bibe.» Piştre milyaket ji ba wê çû.

1
Di wan rojan de Qeyser Awgûstos emir da, ku hemû xelkên dinya Romayê navên xwe
bidin nivîsîn. 2 Di wê demê de, gava Kûrênyos serdarê Sûriyê bû, ev hijmartina pêşî bû ku hat
3 4
kirin. Û her kes çû bajarê xwe, da ku xwe bide nivîsîn. Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê çû
Beytlehmê, bajarê Dawid ê li Cihûstanê, çimkî ew ji mala Dawid û ji bavikê wî bû. 5 Ew çû wê
derê, da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bizaro bû. 6 Gava
ew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat 7 û wê kurê xwe yê nixurî anî. Wê zarokê xwe
di pêçekê de pêça û di afirekî de danî, çimkî cihê wan li mêvanxanê tunebû.

8
Îcar li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobe digirt. 9 Milyaketekî Xudan
10
ji wan re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan.
Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji
tevahiya gel re ye. 11 Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e. 12 Bila
13
ev ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.» Û ji
nişkê ve ordiyeke leşkerên ezmên bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan û gotin:
14
«Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet
û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.»
15
Çaxê milyaket ji dora wan hilkişiyan ezmên, şivanan ji hev re got: «De werin, em herin
Beytlehmê û vî tiştê bûyî yê ku Xudan bi me daye zanîn, bibînin.»
16 17
Îcar ew bi lez çûn. Wan Meryem, Ûsiv û zarokê di afir de razayî dîtin. Gava ew dîtin,
18
wan ew xebera ku li ser zarok bihîstibûn, belav kirin. Hemûyên ku ev bihîstin, li tiştên ku
19
şivanan ji wan re got, şaş man. Lê Meryemê ev xeberên ha hemû di dilê xwe de hildianîn û
kûr li ser wan difikirî.
20
Şivan vegeriyan û wek ji wan re hatibû gotin, ji bo tiştên dîtî û bihîstî pesnê Xwedê didan
û rûmet didanê.
(Yûhenna 1:1-5; Yûhenna 1:14; Lûqa 1: 26-38; Lûqa 2:1-20)

6
Niha ji kerema xwe guhê xwe bidin şîrovekirina van ayetên ji Încîlê.
Încîl diyar dike ku Îsa Mesîh peyva Xwedê ye. Hem Misilman û hem jî Mesîhî qebûl dikin ku
Mesîh, Îsa ye. Herweha ew Peyva Xwedê ye jî.
Di Quranê de dibêje ku buyîna Mesîh mizgînî ye. Di sûreya Alî Imran de, ayeta 45, dibêje:
Milyaketan gotibû: «Ey Meryem! Xwedê mizgîniya peyveke ji ji xwe dide te. Navê wî Mesîh
Îsayê kurê Meryemê ye.»
Û di Încîlê de dibêje: «Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê
bû. Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû. Û Peyv bû xwîn û goşt û di nav me de rûnişt.» (Yûhenna
1:1.2.14)
Mana vê ew e ku Peyva Xwedê hat nav me û di nav me mirovan de jiya. Ev peyv bû xwîn û
goşt, yanî bû mirov. Navê wî Îsa ye.

Peyva Xwedê bi çi awayî bû mirov? Peyva Xwedê çawa hat vê dinyayê?


Lûqa di kitêba xwe de dibêje ku ev yek çawa çêbû. Ew bi xwe doxtor bû û di Încîlê de weha
dibêje: Meryem keçikeke ciwan bû û li Nisretê di welatê Îsraêl de rûdinişt. Ew dergistiya yekî
xerat bû yê ku nave wî Ûsiv bû. Hem Ûsiv û hem jî Meryem ji zuriyeta Birahîm û ji malbata
Dawid padîşah bûn.
Beriya ku Ûsiv Meryemê ji xwe re bîne, milyaket Cibrayîl hat ba Meryemê û jê re got ku ewê
kurekî bîne. Milyaket jê re got ku nave wî kurî wê Îsa be. Mana peyva Îsa, «Xilaskar» e.
Herweha milyaket ji Meryemê re got: «Ewê mezin be û wê jê re Kurê Yê Herî Bilind bê gotin.
Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. Ewê her û her li ser mala Aqûb padîşahiyê bike
û dawiya padîşahiya wî nayê.»
Meryemê ji milyaket re got: «Ez keçik im. Ma gelo evê çawa çêbe?»
Milyaket lê vegerand û got: «Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin siya hêza Xwedê.»
Meryemê got: «Va me, ez cêriya Xudan im. Bila wek ku te gotî, ji min re bibe.»
Meryem pir şa bû û pesnê Xwedê da. Wê weha got:
«Canê min pesnê Xudan dide û ruhê min bi Xilaskarê min, Xwedê şa dibe,
Wî, yên birçî bi tiştên qenc têr kirin û yên dewlemend destvala rêkirin.
Wî rehma xwe anî bîra xwe ku alîkariya Birahîm û zuriyeta wî bike.»

Ûsiv li ser van tiştan dibihîze


Dema ku Ûsiv bihîst Meryem bi zaro ye, ew gelek xemgîn bû û biryar da ku wê ji xwe re
neyne. Lê belê di xewnê de milyaket jê re xuya bû.

7
Milyaket got: «Ey Ûsivê kurê Dawid! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bînî. Çimkî yê ku di
malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê Pîroz e.»
Ûsiv bi ya milyaket kir. Wî Meryem ji xwe re anî, lê heta ku wê kurê xwe Îsa anî, nediçû ba
wê.

Bûyîna Îsa Mesîh


Di wan rojan de welatê Îsraêl di destê Romayiyan de bû. Çaxê dema zarokanîna Meryemê
nêzîk bû, Romayiyan ferman derxist ku divê her kes here gund an bajarê malbata xwe ku ji bo
hijimartinê bê nivîsandin. Bav û kalên Ûsiv ji Beytlehmê bûn; loma Ûsiv û Meryem ji Nisretê
derketin û 200 kîlometreyan çûn heta gihîştine Beytlehmê.
Beriya heft sed salan, Xwedê tam ev yek ji Mîxa pêxember re gotibû. Wî jê re gotibû ku
Mesîh wê li Beytlehmê bê dine.
Gava Ûsiv û Meryem hatin Beytlehmê, odeyeke taybet ji bo wan tunebû.
Îcar Îsa Mesîh li Beytlehmê hat dinyayê. Meryemê zarokê xwe di pêçekê de pêça û ew di
afirekî de danî. Erê, Îsa di rojên xwe yên pêşî de di afirekî de raza!

Îsa diçe Misrê


Piştî bûyîna Îsa, mirovên cûr bi cûr li ser hatina Mesîh bihîstin. Mesele hin ji wan çend şivan
bûn û gelek şa bûn. Lê hinên din pir aciz bûn û bi rastî dixwestin ku Îsa di cih de bikujin. Loma
milyaketekî Xwedê Ûsiv hişyar kir û jê re got ku Meryemê û Îsayê biçûk bibe û bireve Misrê.
Çimkî li welatê Îsraêlê Mîr Hêrodês li kuştina Îsa digeriya.
Piştî ku Mîr Hêrodês mir, Ûsiv bi mala xwe ve ji Misrê vegeriya bajarê xwe Nisretê.

Erê, bi vî awayî Peyva Xwedê bû mirov. Di dersên ku bên de emê hê bêtir bibînin ku Îsa bi
rastî Peyva Xwedê ye.

Di dawiya vê dersê de, ji kerema xwe vê ayetê hîn bibin û bînin bîra xwe. Di van peyvan de
fikra girîng a vê dersê bi kurtvebirî tê gotin.
Di Mizgîniya li gor Yûhenna de dibêje:
«Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû.» (Yûhenna 1:1)

Gelek spas ku we guhdariya vê dersa Nivîsarên Pîroz kir. Îro dabaşa me ev bû: «Mesîh Peyva
Xwedê ye».

8
13. Dersa sêzdehan: Mesîh û perizîna rast

Dersa me ya îro ji Mizgîniyê, yanî ji Încîlê ye. Di vê dersê de emê bibihîzin ku fikrên jinekê yên
li ser perizînê hatin guhertin, çimkî wê Îsa dît.
Pêşî emê guhê xwe bidin çend ayetên ji Încîlê, yanî ji Mizgîniya li gor Yûhenna:

1
Dema Îsa hîn bû ku Fêrisiyan bihîstiye, wî ji Yûhenna bêtir şagirt civandine û bi avê imad
dike 2 - lê belê ne Îsa bi xwe, bi tenê şagirtên wî imad dikirin - 3 ew ji Cihûstanê derket û dîsa
çû Celîlê.
4 5
Di dema rêwîtiyê de diviya ku ew di Sameryayê re derbas bibûya. Ew hat bajarekî
Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ev der nêzîkî wê zeviyê bû ku Aqûb dabû kurê xwe Ûsiv.
6
Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa wusa ji rêwîtiyê westayî li kêleka bîrê rûnişt. Wext nîvro bû.
7
Jineke Samerî hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: «Avê bide min ez vexwim.»
8
Şagirtên wî jî çûbûn bajêr ku tiştên xwarinê bikirrin.
9
Jinika Samerî jê re got: «Çawa dibe ku tu ji min avê dixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke
Samerî me.»
- Tu têkiliya Cihûyan bi Sameriyan re tune. –
10
Îsa bersîva wê da û got: «Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‹Avê bide min ez
vexwim› bizaniya, teyê jê bixwesta û wiyê ava jiyanê bida te.»
11
Jinikê jê re got: «Ezxadim, tiştekî te yê ku tu avê pê bikişînî tune û bîr jî kûr e! Tê ava
12
jiyanê ji ku derê bînî? Ma tu ji bavê me Aqûb meztir î, yê ku ev bîr daye me? Wî bi xwe,
zarokên wî û pez û dewarên wî av jê vexwarine.»
13 14
Îsa bersîv da û jê re got: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, wê dîsa tî bibe. Lê kî ji ava ku ez
bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ezê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana
herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.»
15
Jinikê jê re got: «Ezxadim, vê avê bide min ku êdî ez tî nebim û neyêm ji vir avê
nekişînim.»
16
Îsa lê vegerand û jê re got: «Here gazî mêrê xwe bike û were vir.»
17
Jinikê bersîva wî da û got: «Mêrê min tune.» Îsa jê re got: «Te rast got ku mêrê te tune, 18
çimkî pênc mêrên te hebûn û yê ku niha tu pê re yî, ne mêrê te ye. Te ev rast got.»
19 20
Jinikê jê re got: «Ezxadim, ez dibînim ku tu pêxemberek î. Bav û kalên me li vî çiyayî
perizîn, lê hûn dibêjin cihê ku divê mirov lê biperize li Orşelîmê ye.»

9
21
Îsa jê re got: «Sitiyê, ji min bawer bike, wext tê, ku hûnê ne li vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê
biperizin Bav. 22 Hûn diperizin wî yê ku hûn nas nakin, lê em diperizin wî yê ku em nas dikin,
çimkî xilasî ji Cihûyan tê. 23 Lê belê wext tê û niha ye: Yên ku bi rastî diperizin, ewê bi ruh û bi
24
rastiyê biperizin Bav. Çimkî yên ku Bav li wan digere ew in ku bi vî awayî diperizin wî.
Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî.»
25
Jinikê jê re got: «Ez dizanim ku Mesîh» - yê ku jê re ‹Yê Bijartî› dibêjin - «wê bê û gava ku
ew bê, ewê her tiştî nîşanî me bide.»
26
Îsa jê re got: «Ez, ê ku bi te re dipeyivim, ez ew im.»
27
Li ser vê yekê şagirtên Îsa hatin. Ew gelek şaş man ku ew bi jinekê re dipeyive, lê kesî
negot: «Tu çi dixwazî?» an «Çima tu bi wê re dipeyivî?»
28 29
Îcar jinikê cerê xwe hişt, çû bajêr û ji xelkê re got: «Werin, wî mirovî bibînin, yê ku
hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?»
30
Xelk ji bajêr derketin û ber bi Îsa ve dihatin.
Îcar dema ku Samerî hatin ba wî, jê lava kirin ku ew li ba wan bimîne. Ew jî du rojan li wê
derê ma. 41 Gelekên din jî li ser gotina wî bawerî anîn 42 û wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina
me ne li ser gotina te ye, çimkî me bi xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev
e.» (Yûhenna 4:1-30; 41-42)

Niha ji kerema xwe guhê xwe bidin şîrovekirina van ayetên ji Încîlê.
Wek ku hûn dizanin, di her dîn û diyanetê de cûreyê perizînê ne yek e. Gelek mirovên ku
diperizin Xwedê, dixwazin bi lebitandina bedena xwe fikirên xwe, hestên xwe û bîr û baweriya
xwe eşkere bikin.

Dema ku mirov dua dikin, gelek ji wan li ser piyên xwe radiwestin an (li ber Xwedê) diçin ser
çokan. Hinên din xwe davêjin erdê. Hinên din guhê xwe didin mirovekî ku ji Kitêba wan a pîroz
ji wan re dixwîne. Hinên din bi stranan pesnê Xwedê didin û ji navê wî re şikir dikin.
Hin mêr, dema ku ew diperizin Xwedê, şewqa xwe ji serê xwe derdixin; lê belê hin mêrên din
beriya ku ew biperizin Xwedê, serê xwe dinixumînin û pêlavên xwe ji lingên xwe derdixin.
Ev hemû tişt di çavên wan mirovan de yên ku dixwazin biperizin Xwedê, gelek girîng in.

De îcar divê mirov bi çi awayî biperize Xwedê? Ma awayekî ku ji yên din rastir be, heye? Ev,
pirsên qenc in û mirovan li ser van tiştan ji Îsa Mesîh jî pirsî.

10
Mesîh û jina Samerî
Hem Samerî û hem jî Cihû li welatê Îsraêl rûdiniştin, lê belê wan qet ji hev hez nedikir. Ji bo
vê yekê gelek sedem hebûn û yek ji wan ew bû ku şêweyê perizîna wan ne yek bû. Cihê perizînê
yê Sameriyan Çiyayê Gerîsîmê bû, lê Cihû ji bo ku biperizin Xwedê, diçûn Orşelîmê, ji ber ku
Perestgeha wan li wir bû.

Rojekê, Îsa bi şagirtên xwe ve çû Celîlê û di Sameryayê re derbas bû. Çaxê bû nîvro, şagirtên
Îsa çûn bajarê Sîxarê, ku xwarinê bikirrin, lê Îsa li derveyî bajêr li ser bîra Aqûb ma. Wî li ber
çavên xwe Çiyayê Gerîsîmê dît.
Îsa bîhna xwe vekir; jineke Samerî ji bajêr derket û hat ser bîrê ku avê bikişîne. Îsa bi wê re
peyivî û zû wê ji Îsa re got: «Ez dibînim ku tu pêxemberek î. Ji min re bêje, divê ez çawa
biperizim Xwedê? Xelkê min dibêje divê em li ser Çiyayê Gerîsîmê biperizin Xwedê.»
Îsa jê re got: «Cihê ku mirov lê diperize ne girîng e.»
Û got: «Yên ku bi rastî diperizin, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin Bav Xwedê. Xwedê ruh e û
yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî.»
Li ser vê yekê jinikê got: «Dema ku Mesîh bê, ewê van tiştan ji me re şîrove bike.»
Îsa bersîva wê da û got: «Mesîh ez im.»

Xelkê bajarê Sîxarê li ser Mesîh dibihîzin


Di cih de jinik vegeriya bajêr û ji xelkê re got: Werin, wî zilamî bibînin ê ku her tiştê ku min
berê kiribû, ji min re got. Ma dibe ku ew bi xwe Mesîh be?»
Xelkê bajêr hatin û Îsa dîtin. Ew bi wî re peyivîn û piştre gelekan qebûl kir ku Îsa bi rastî Mesîh
û Xilaskarê dinyayê ye.

Di vê serhatiyê de, em çar xalên girîng dibînin.

Ya pêşî: Cihê ku em lê diperizin, ne girîng e, çimkî ji xwe Xwedê li her derê ye.
Em dikarin li her derê û di her demî de biperizin Xwedê.

Ya diduyan: Xwedê dixwaze ku her kes biperize wî.


Îsa bi wê jinika Samerî re li ser perizîna Xwedê ya rast peyivî. Ew jinik gunehkareke mezin bû
û ew di çavên mirovên din de yeke pîs bû, lê dîsa jî Îsa bi wê re peyivî. Bi rastî, Îsa bi hemû
Sameriyan peyivî yên ku ji bajêr hatibûn ba wî. Em ji vê yekê derdixin ku Îsa dixwaze alîkariya
her gunehkarî bike, da ku ew vegere ba Xwedê. Yanî, perizîna rastîn ji bo hemû mirovan e.

11
Ya sisiyan: Îsa Mesîh da zanîn ku Xwedê wek bavekî mezin û qenc e; ew ji mirovan hez dike û
xema wan dixwe.
Wek ku bavekî qenc ji zarokên xwe hez dike û wan xweyî dike, wusa Xwedê jî ji mirovan hez
dike û wan xweyî dike. Em dikarin her şahiya xwe û her xemgîniya xwe jî jê re bêjin.
Ew perizîna ku li Xwedê xweş tê, ew e ku çawa mirovên malekê ku li dor bavê xwe dicivin, ew
wusa li dor Xwedê dicivin û diperizin wî. Yên ku bi rastî diperizin Xwedê, ew Xwedê bi şahî û bi
şikirdarî bavê xwe qebûl dikin.
Şêwazên perizînê yên derveyî û lebatên bedena me di perizînê de ne gelek girîng in. Ya girîng
têkiliya me ya bi Bav Xwedê re ye. Dema ku em di jiyana xwe de gunehên xwe veşêrin an fêm
nekin ku Xwedê ji me hez dike, em nikarin bi rastiyê biperizin Xwedê.

Ya çaran: Perizîna rast, şahiyê dide mirovan.


Perizîna rast wek avê ye: Ka çawa av wî erdê ku bi mehan e ziwa bûye, av dide û şîn dike, ew
perizîna rast jî mirovan nûvejen dike. Dema ku Îsa got: «Ez dikarim ava jiyanê bidim te», mana
gotina wî tam ev bû. Di perizînê de têkiliya di nav me û Xwedê de xurt dibe û wek ku mirovekî tî
bi dîtina avê şa dibe, em jî bi perizîna rastîn şa dibin.
Karê Îsa Mesîh tam ev e: Bi alîkariya wî, em dikarin bi şahî nêzîkî Xwedê bibin. Bi vê yekê
perizîna me temam dibe.

Di dawiya vê dersê de, ji kerema xwe vê ayetê hîn bibin û bînin bîra xwe. Di van peyvan de
fikira girîng a vê dersê bi kurtvebirî tê gotin.
Di Mizgîniya li gor Yûhenna de dibêje:
«Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî.» (Yûhenna 4:24)

Gelek spas ku we guhdariya vê dersa Nivîsarên Pîroz kir. Me îro li dabaşa «Mesîh û perizîna
rast» nêrî.

12
14. Dersa çardehan: Mesîh nanê jiyanê ye.

Eger pênc nan û du masî di destê te de hebin, tu dikarî çend mirovan têr bikî? Pênc, an deh
mirovan? Çaxê îro hûn bibihîzin ku Mesîh bi pênc nan û du masiyan çiqas mirov têr kirin, hûnê
şaş bimînin!
Pêşî emê guhê xwe bidin çend ayetên Încîlê. Di Mizgîniya li gor Yûhenna de weha dibêje:

1 2
Piştî vê yekê Îsa derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bû ku jê re Teberiya digotin. Elaleteke
mezin dabû pey wî, çimkî wan ew nîşan û keramet dîtibûn, yên ku wî ji bo nexweşan
3 4
çêkiribûn. Îsa derket serê çiyê û li wê derê bi şagirtên xwe ve rûnişt. Cejna Cihûyan a
Derbasbûnê nêzîk bû.
5
Gava Îsa çavên xwe hildan, wî dît ku elaleteke mezin ber bi wî ve tê.
Îsa ji Filîpos re got: «Emê nên ji ku derê bikirrin, ji bo ku ev mirov bixwin?»
6
Wî ev ji bo ku Filîpos biceribîne got, çimkî wî dizanibû ku ewê çi bike.
7
Filîpos bersîva wî da: «Ji bo ku ji her yekî re pariyek bikeve bi du sed zîvî jî nan têra wan
nake!»
8
Yek ji şagirtan, birayê Şimûn-Petrûs, Endrawis ji wî re got: 9 «Li vir lawikek heye ku pênc
nanên wî yên cehî û du masiyên wî hene, lê ji bo evqas mirov ev çi ye!»
10
Îsa got: «Mirovan li erdê bidin rûniştin.»
Li wir gelek giya hebû û ew rûniştin. Hijmara mêran li dora pênc hezar kes bû.
11
Îsa nan hildan, piştî ku şikir kir, ew li kesên rûniştî belav kirin. Bi vî awayî bi qasî ku wan
xwest, wî masî jî dan wan. 12 Û piştî ku têr xwarin, wî ji şagirtên xwe re got: «Wan pariyên ku
mane bidin hev, bila tiştek ziyan nebe.»
13
Şagirtan jî ew berhev kirin û ji ber wan ên ku pênc nanên cehî xwaribûn, diwanzdeh selik
ji pariyan tije kirin.
14
Dema ku van mirovan ev nîşana ku Îsa çêkir dîtin, wan got: «Bi rastî jî ew pêxemberê ku
wê bihata dinyayê, ev e!»
15
Îcar Îsa têgihîşt ku ewê bên û ji bo ku wî bikin padîşah, wê bi zorê wî bibin; dîsa ew bi
serê xwe hilkişiya çiyê.
25
[Dotira rojê] gava ku wan Îsa li aliyê din ê golê dît, wan jê re got: «Mamoste, tu kengê
hatî vê derê?»
26
Îsa bersîva wan da: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ne ji ber ku we nîşan dîtine, lê ji
ber ku we ji nên xwar û hûn têr bûn, hûn li min digerin.

13
27
Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin; wê
xwarinê Kurê Mirov wê bide we; çimkî Bav Xwedê mora xwe li wî xistiye.»
28
Û wan jê pirsî: «Divê em çi bikin, ji bo ku em karên Xwedê bikin?»
29
Îsa bersîva wan da: «Karê ku Xwedê dixwaze ev e ku hûn baweriyê bi wî kesê ku wî
şandiye bînin.»
30
Li ser vê yekê wan jê re got: «Îcar tê çi nîşanê çêkî, da ku em bibînin û ji te bawer bikin?
31
Tê çi karî bikî? Bav û kalên me li çolê Manna xwarin. Çawa ku hatiye nivîsîn: ‹Wî ji bo
xwarina wan, ji ezmên nan da wan.›»
32
Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew ne Mûsa bû ku ji ezmên nan da
33
we, lê Bavê min e ku nanê rastîn ji ezmên dide we. Çimkî nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê
xwar û jiyanê dide dinyayê.»
34
Wan jê re got: «Ezbenî, hergav vî nanî bide me.»
35
Îsa ji wan re got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi
min bîne, tu caran tî nabe. 47 Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê tîne jiyana wî
ya herheyî heye. 48 Nanê jiyanê ez im. 49 Bav û kalên we li çolê Manna xwarin, lê ew mirin. 50

51
Ew nanê ku ji ezmên hatiye xwar, da her kesê ku jê bixwe nemire, ev e. Ew nanê jîndar ê ku
ji ezmên hatiye xwar ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ezê ji bo
jiyana dinyayê bidim, bedena min e.»
66
Ji ber vê yekê, ji şagirtên wî gelek kes zivirîn û êdî bi wî re nedigeriyan.
67
Îcar Îsa ji diwanzdehan pirsî: «Ma hûn jî dixwazin ku herin?»
68
Şimûn-Petrûs bersîva wî da: «Ya Xudan, emê herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî bi te re
ne. 69 Û me jî bawerî aniye û em dizanin ku Pîrozê Xwedê tu yî.»
(Yûhenna 6:1-15; 25-35; 47-51; 66-69)

Niha ji kerema xwe guhê xwe bidin şîrovekirina van ayetên ji Încîlê.
Mesîh hîn dikir û gelek mirov sax dikirin. Saet derbas dibûn û hin bi hin dibû êvar. Diviya ku
xelk biçûya mal, çimkî wan nikaribû li çolê razan.
Îsa ji şagirtên xwe re got: «Divê ku em xwarinê bidin van mirovan, da ku birçî venegerin
gundên xwe.»
Şagirt şaş man. Wan got: «Ji bo ku her yek pariyek nan bistîne, meaşê şeş mehan têra vê
yekê nake!»
Îsa bersîva wan da û got: «Divê ku ew nên bixwin.»

14
Îsa ji pênc hezar mirovan zêdetir kesan têr dike
Tam di vê gavê de şagirtekî Mesîh, yanî Endrawis got: «Kurikek hatiye ba min. Pênc nan û du
masiyên wî hene.»
Îsa got: «Baş e, wî bîne ba min.»
Îsa ew xwarin ji destê wî kurikî qebûl kir. Wî ji hemûyan re got ku kom bi kom, di her komê
de 50 kes, rûnin.
Xelkê li gor gotina Îsa kir. Ji pênc hezar mirovan zêdetir di giyayê de rûniştin.
Îsa çavên xwe hildan û ji bo xwarinê ji Xwedê re şikir kir û dest pê kir, nan û masî parve kirin,
da şagirtên xwe û wan ew li xelkê leva kirin. Hemû jî têr bûn. Piştre Îsa xelk berda û ew çûn mala
xwe.
Şagirtan ew pariyên ku mabûn dan hev û diwanzdeh selik ji pariyan tije kirin.

Peyva Xwedê hêzdar e


Ji kerema xwe bînin bîra xwe ku ev serhatiyên Încîlê nîşan in; ev nîşan, tiştên girîng li ser Îsa
Mesîh hînî me dikin.
Di kitêba pêşî ya Tewratê de em hîn bûn ku Xwedê her tişt bi peyva xwe afirand. Încîl hînî me
dike ku peyv bû mirov û ew mirov jî Îsa Mesîh e.
Xwedê bi peyva xwe erd çêkir û her dem hêza vê eynî peyvê heye ku bikare karên mezin ên
Xwedê bike. Hêza peyvê hebû ku ji pênc hezar mirovan zêdetir bi pênc nan û du masiyan têr
bike.
Îsa Mesîh peyva Xwedê ye. Loma hêza wî hebû ku ew hemû karên Xwedê yên nedîtî bike.

Îsa Mesîh nanê jiyanê ye


Ew hemû mirovên ku bi vê kerameta Îsa têr bûbûn, gelek şa bûn. Dotira rojê sibê zû ew ketin
gemiyên xwe û li aliyê din ê golê li Îsa geriyan. Dema ku wan ew dît, ew pirr şa bûn. Hêviya wan
ew bû ku ewê hê zêdetir xwarinê bistînin.
Îsa bi wan re peyivî û got: «Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî
dimîne bixebitin.»
Wan jê pirsî: «Divê em çi bikin, ji bo ku em karên ku li Xwedê xweş tên bikin?»
Îsa ji wan re got: «Karê ku Xwedê dixwaze ev e ku hûn min qebûl bikin, çimkî wî ez şandime
dinyayê.»

15
Li ser vê yekê wan jê re got: «Tê ji bo me çi nîşanê çêkî, da ku em bawer bikin ku tu Mesîh î?
Mûsa di çolê de Manna da bav û kalên me ku ew bixwin.»
Îsa ji wan re got: « Bav û kalên we di çolê de Manna xwarin, lê ew mirin. Lê eger yek ji vî
nanê ku ji ezmên hatiye bixwe, ewê her û her bijî.»
Wan jê re got: «Ezbenî, hergav vî nanî bide me.»
Îsa ji wan re got: «Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwar, ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe,
wê her û her bijî. Yê ku baweriyê bi min tine, jiyana wî ya herheyî heye.»

Mana van tiştan çi ye?


Mana van gotinan ew e: Ew mirovên ku baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînin, wê bibînin ku canê
wan tu caran birçî namîne. Dilê bawermendên Mesîh di vê dinyayê de bi aştiyê tije ye û di dinya
din de ewê her gav bi Îsa Mesîh re bin.

Îsa Mesîh kî ye?


Lê belê piştî ku Îsa ew tişt gotin, gelekan dev ji wî berda. Wan nexwest qebûl bikin ku Îsa ew
Mesîh e, yê ku Xwedê şandiye.
Li ser vê yekê Îsa ji şagirtên xwe pirsî û got: «Gelo hûn jî dixwazin herin?»
Niha guhê xwe bidin Petrûs ku wî çi bersîv da. Wî weha got: «Ya Xudan, emê herin ba kê?
Gotinên jiyana herheyî bi te re ne. Me jî bawerî aniye û em dizanin ku Pîrozê Xwedê tu yî.»

Di dawiya vê dersê de, ji kerema xwe vê ayetê hîn bibin û bînin bîra xwe. Di van peyvan de
fikira girîng a vê dersê bi kurtvebirî tê gotin.
Di Mizgîniya Yûhenna de dibêje:
«Karê ku Xwedê dixwaze ev e ku hûn baweriyê bi wî kesê ku wî şandiye bînin.»
(Yûhenna 6:29)

Gelek spas ku we guhdariya vê dersa Nivîsarên Pîroz kir. Îro dabaşa me ev bû: «Mesîh nanê
jiyanê ye».

16
15. Dersa panzdehan: Mesîh rê ye.

Îro emê li ser çend pirsên giran bipeyivin ên ku şagirtên Îsa ji wî pirsîn û emê bibînin ku Îsa
Mesîh çi bersîvên girîng dan wan.
Pêşî emê guhê xwe bidin çend ayetên Încîlê:

1
«Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin. 2 Di
mala Bavê min de gelek ode hene. Eger wusa tunebûya, ma minê ji we re bigota ku ez diçim ji
we re cih amade bikim? 3 Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we
4
bibim ba xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin. Hûn riya wî cihê ku ez diçimê
dizanin.»
5
Tûma jê re got: «Ya Xudan, em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê bizanin?»
6
Îsa ji wî re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav.
7
Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira. Îcar ji niha ve hûn wî nas dikin û we ew
dîtiye.»
8
Filîpos jê re got: «Ya Xudan, ka Bav nîşanî me bide, ev têra me dike!»
9
Îsa jê re got: «Ey Filîpos, evqas dem ez bi we re me, ma hê jî te ez nas nekirime? Yê ku ez
10
dîtime, Bav dîtiye; tu çawa dibêjî: ‹Bav nîşanî me bide›? Ma tu bawer nakî ku ez bi Bav re
me û Bav jî bi min re ye? Gotinên ku ez ji we re dibêjim, ez ji ber xwe nabêjim. Lê Bavê ku bi
min re dimîne, karên xwe dike. 11 Ji min bawer bikin ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye. Lê
qet nebe, ji ber van karan bawer bikin. 12 Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê bi
min bîne, karên ku ez dikim, ew bi xwe jî wê bike. Ewê yên hê meztir jî bike, çimkî ez diçim ba
Bav. 13 Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe. 14
Eger hûn bi
navê min tiştekî ji min bixwazin, ezê wî bikim.
15 16
«Madem hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih. Û ezê ji Bav bixwazim û ewê
17
Alîkarekî din bide we, da ku her û her bi we re bimîne. Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî
qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re
dimîne û ewê di dilê we de be.
18 19
«Ez we sêwî nahêlim; ezê dîsa bêm ba we. Piştî demeke kurt, êdî dinya min nabîne, lê
20
hûnê min bibînin. Madem ez dijîm, hûn jî, hûnê bijîn. Wê rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê
xwe re me, hûn bi min re ne û ez jî bi we re me.

17
21
«Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike. Yê ku ji min hez
dike, ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin. Ez jî, ezê ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere
bikim.»
22
Cihûda - ne yê Îsxeryotî - ji wî re got: «Ya Xudan, ev çawa dibe ku tê xwe ji me re eşkere
bikî, lê xwe ji dinyayê re eşkere nakî?»
23
Îsa bersîva wî da û got: «Eger yek ji min hez bike, wê gotina min bigire. Bavê min jî wê ji
24
wî hez bike û emê bên ba wî û li ba wî cih bigirin. Yê ku ji min hez nake, gotinên min jî
25
nagire. Gotina ku hûn dibihîzin ne ya min e, lê ya wî Bavî ye, yê ku ez şandime. Hê ez li ba
we, min ev tişt ji we re gotin. 26 Lê Alîkar - Ruhê Pîroz - yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê
hemû tiştî hînî we bike û wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.
27
«Ez aştiyê ji we re dihêlim; ez aştiya xwe didim we. Ez wek ku dinya dide we nadim. Bila
dilê we reht nebe û netirsin!» (Yûhenna 14:1-21)

Niha ji kerema xwe guhê xwe bidin şîrovekirina van ayetên ji Încîlê.

Dema Îsa 33 salî bû, dijminên wî bi şev hatin, ew girtin û birin ber dîwanê û piştre ew dan
xaçkirin.
Di van saetan de, beriya ku Îsa bihata girtin, wî çend tiştên girîng hînî şagirtên xwe kirin.
Dabaşên hînkirina wî ya wê şevê ev bûn: Çûna ezmên, duakirin û Ruhê Pîroz.

Çûna ezmên
Şagirtên Îsa dixwestin ku piştî mirinê herin ezmên. Tu kesî ji wan nexwest ku here dojehê. Îsa
Mesîh ji wan re got ku ew çawa dikarin herin ezmên.
Îsa ev yek weha şîrove kir û got: «Di mala Bavê min de gelek ode hene û ezê biçim û ji we re
cih amade bikim. 3 Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim ba
xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin.»
Mana van gotinên Mesîh ew e ku ew piştî mirin û rabûna xwe çû ezmên. Niha ew li ezmên ji
me re cihekî qenc amade dike. Û rojekê Mesîh wê vegere vê dinyayê û wê bawermendên xwe
bibe ezmên ba xwe.

Riya ku diçe ezmên.


Bêguman pirsa girîng niha ev e: Em çawa dikarin bizanin ku emê herin ezmên û li wir bên
qebûl bikin?

18
Tûma şagirtekî Îsa bû û wî tam ev pirs pirsî. Wî got: «Ya Xudan, emê çawa rê bizanin?»
Îsa bersîva wî da û got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba
Bav.»
Li ser vê yekê Filîpos got: : «Ya Xudan, ka Bav nîşanî me bide, ev têra me dike!»
Îsa jê re got: «Ey Filîpos, evqas dem ez bi we re me, ma hê jî te ez nas nekirime? Ma tu bawer
nakî ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye?»

Em dikarin çend xalên girîng ji vê yekê hîn bibin:

Ya pêşî ev e: Riya ku diçe ezmên, Îsa Mesîh bi xwe ye.

Ya diduyan: Rojekê Îsa Mesîh wê vegere vê dinyayê û wê şagirtên xwe bibe ezmên.

Ya sisiyan: Îsa Mesîh û Bav Xwedê yek in. Dema ku em Mesîh nas bikin, em Xwedê jî nas
dikin.

Dua
Piştî van gotinan Îsa Mesîh li ser dabaşa duakirinê peyivî. Wî got: «Bi navê min hûn çi
bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe. Eger hûn bi navê min tiştekî ji min bixwazin,
ezê wî bikim.»
Mana van gotinên Îsa Mesîh ev e: Mirovên ku baweriya xwe bi Mesîh tînin, dikarin ji bo her
tiştî li ber Xwedê dua bikin.
Bawermendên Îsa Mesîh dikarin her dem dua bikin. Ew dikarin hemû xem û tengahiyên xwe
li ber Xwedê bêjin. Eger em bi navê Îsa Mesîh dua bikin, Xwedê wê bibihîze û wê bersîvê bide
me.

Ruhê Pîroz
Herweha Îsa Mesîh soz da ku Alîkar yanî Teselîker wê bê, da ku di ber dilê bawermendên wî
de bê. Navê wî Rûhê Pîroz e.
Îsa got: «Ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide we, da ku her û her bi we re bimîne. 17
Ew Ruhê Xwedê ye û ewê ji we re rastiya li ser Xwedê diyar bike.»
Em di Kitêba Pîroz de dibînin ku deh rojan piştî hilkişîna Îsa Mesîh ya ezmên, ew Alîkar hat
ser şagirtan. Ew alîkar, Ruhê Pîroz e û ew îro di vê dinyayê de karê Xwedê dike.

19
Diyariyên Xwedê
Belkî ha niha dilê te ji te re dibêje: «Tu baweriya xwe bi Îsa Mesîh bîne!» Eger dengek wusa
bê dilê te, bizane ku ev dengê Ruhê Pîroz e.
Dema ku tu baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînî û wî Xudan û Xilaskarê xwe qebûl bikî, Ruhê Pîroz
wê ji te re diyar bike ku gunehên te hatin bexişandin.
Ruhê Pîroz ji me re rastiya Xwedê eşkere dike û ew hanê dide me, yanî ew me teselî dike û
xemên me direvîne.
Xwedê gelek diyarî ji bo me amade kirine. Wî ezman ji bo me amade kiriye, da ku em pê şa
bibin, lê belê diyariyên Xwedê ne tenê ji bo wê dinê ne. Hê ku em di vê dinê de, wî rê ji me re
vekir ku gunehên me bên bexişandin û em bi şahî bijîn. Wî ji me re got ku em çawa dikarin dua
bikin, da ku Xwedê dengê me bibihîze. Wî Ruhê Pîroz da me, ku alîkariya me bike.
Xwedê van hemû diyariyan bi saya Îsa Mesîh dide me.

Di dawiya vê dersê de, ji kerema xwe vê ayetê hîn bibin û bînin bîra xwe. Di van peyvan de
fikira girîng a vê dersê bi kurtvebirî tê gotin.
Di Mizgîniya Yûhenna de dibêje:
«Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav.» (Yûhenna 14:6)

Gelek spas ku we guhdariya vê dersa Nivîsarên Pîroz kir. Me îro li dabaşa ku «Mesîh rê ye»
nêrî.

Ev bername ji aliyê Mizgîniyê ve hatine amadekirin.


Serkaniya van bernameyan, dersên «Xelkê Xwedê» ye.

20

You might also like