Download as pdf or txt
Download as pdf or txt
You are on page 1of 43

Bingehên maleke bextewar

Bingehên maleke bextewar

Serkanî: Daanish: Blessings of Intimacy (Principles for a happy family)


Amadekirin û wergera Kurmancî: © 2010 Mizgînî
E-Mail: mizgini@aol.com

Hemû maf parastî ne.

ii
Naverok

1. Destpêkirin 1

2. Armanca we çi ye? 4

3. Qîmet û siyanetgirtin 6

4. Bi hev re peyivîn 12

5. Qîmet û siyanetgirtin 17

6. Pêwendiya kûr a di nav jin û mêr de 21

7. Sê miftên girîng 26

8. Zarokên me I 28

9. Zarokên me II 24

iii
1. Destpêkirin

Maleke ku li gor dilê we bûya, wê çawa bûya? Ma fersenda we çêbû ku hûn maleke tije aştî bibînin?
Belkî dema we bidîta, pirsa we wê ev bûya: «Gelo ma ji bo ku di malekê de aştî hebe, çi lazim e?»
Ev rastiyeke tehl e ku em hemû dizanin, malên ku tije aştî ne, gelek kêm in. Di pirraniya malan de
gelek caran şer, pevçûn û devjenî hene.
Ji xwe di qada şer de pevçûn û şer heye, lê belê ma pêwist e ku mala me jî cihekî şerkirinê be? Bi
rastî Xwedê naxwaze ku mala me bi devjenî, şer û pevçûn tije be!

Eger halê mala me weha be, bêguman ev ne sûcê Xwedê ye; nexêr, sûc yê me ye, çimkî em hemû
gunehkar in. Her mirovê ku tê dinyayê, hevênê guneh di dilê wî de heye û em hemû ji zaroktiya xwe
ve ne li feyda mirovên din, lê li feyda xwe digerin û pêşî em xema xwe bi xwe dixwin.
Lê belê mizgîniyeke xweş heye: Eger em guhê xwe bidin şîretên Xwedê, derfet heye ku mala me tije
aştî bibe. Bînin ber çavên xwe ku wê çiqas xweş be, eger ne tenê dema ku mêvan bên ba we, di mala
we de aştî hebe, lê belê tevahiya rojê di dilê maliyên we de hezkirin û aştî hebe.

Di vê pirtûkê de hûn dikarin hîn bibin ka çawa hûn dikarin bi jina xwe re, an jî bi mêrê xwe re û
herweha bi zarokên xwe re di aştiyê de bijîn. Mêrno, hûnê bi dilekî şa ji xebata xwe vegerin mala xwe!
Jinno, çaxê ku mêrê we vegere mal, hûnê ne di nav tirsê de bin, lê belê dilê we wê tije şahî be. Dan û
standina we wê bê guhertin; bingehê dan û standina we wê şahî, aştî û hezkirin be; û eger devjenî an
pevçûn çêbin jî, hûnê riyeke qenc bibînin ku hûn pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Ji bo ku ev tişt çêbin, bi rastî hinek xebat lazim e. Kurê Dawid Silêman padîşah di nav Misilman û
Cihû û Mesîhiyan de zilamê herî şehreza tê hesabkirin. Wî beriya sê hezar salan li ser vê yekê weha
nivîsî û got:
«Mal bi şehrezayiyê tê avakirin û bi fêmdariyê ew tê qayîmkirin.
Bi zanînê, odeyên wê bi her cûreyê tiştên hêja û xweş tije dibin.» (Gotinên Silêman 24:3-4)

Di Peyva Xwedê de, yanî di Kitêba Pîroz de gelek şîretên weha hene. Eger em bixwazin ku di mala
me de aştî, hezkirin û şahî hebe, divê ku em ji bo guhdarîkirinê amade bin.
Niha ji kerema xwe werin, em qenc li mana vê gotina Silêman padîşah binêrin. Eger mirov bixwaze
mala xwe ava bike, şehrezayî pêwist e. Gava pêşî jî ev e: Çaxê ku xanî tê avakirin, divê di destê serkar
de plana xênî hebe, da ku ew bizane ku divê çi bê kirin û ew çawa bê avakirin.
Çaxê ku hûn li ser zewaca xwe bifikirin, an jî dema hûn li ser keç û kurên xwe yên berbext bifikirin,
ma şehrezayiya Xwedê rêberiya we dike, an hûn li gor şîret û adetên mirovan dikin? Di danûstandina
di nav jin û mêr de gelek fêmdarî lazim e, da ku zewaca me û zewaca kur û keçên me qayîm bibe.

Madem ku jin û mêr dixwazin heta dawiya jiyana xwe bi hev re bimînin, divê ku hin bi hin ew
hevdû qenc nas bikin û divê ku herdu ji dil û can amade bin ku ji hevdû hîn bibin.
1
Herweha zanîn lazim e, da ku odeyên wan bi xezîneyên Xwedê yên qenc tije bibin. Di van
xezîneyan de hurmet û hezkirin heye. Ew ji bo me hemûyan diyariyên Xwedê ne.

Yanî sê tişt lazim in:


1. Ji bo avakirina mala me şehrezayî lazim e.
2. Ji bo qayîmkirina mala me fêmdarî lazim e.
3. Û ji bo ku odeyên mala me bi tiştên qenc tije bibin, zanîn lazim e.

Niha bi destûra we, ez dixwazim piçekê we hişyar bikim: Maleke bextewar bê ked û bê xebat
çênabe. Eger hûn bixwazin şahiya maleke bi aştî bibînin, divê hûn xwe bidinê û divê hûn ji bo vê yekê
gelek bixebitin.
Loma ji bo avakirin, qayîmkirin û tijekirina maleke bextewar, gelek cesaret lazim e. Ew cesaret
lazim e, çimkî ne hêsanî ye ku mirov şexsiyet an qerektêrê xwe biguhere. Bîr û bawerî û adetên me
zûka ji me re dibin asteng û rewşa malên me zehmetir dikin.
Mesele em bêjin di malekê de piştî sê an çar keçan êdî kurik jî çêdibe. Xwişkên wî her gav di malê
de û li derve dixebitin, lê ew kur ji roja pêşî ve dibe delalê malê û belkî her gav her daxwaza wî jî tê
erêkirin. Piştî demeke kin ew kur wê bifikire ku ew bi xwe yekî pirr mezin û girîng e.
Çaxê ku ew kur jinekê ji xwe re bîne, ma hûn dibêjin wê hêsanî be ku ew bibe mêrekî qenc ê ku
berpirsiyariyên xwe pêk bîne? Zewac kardestî û berpirsiyariyên zilamekî diguhere, lê zewac bi xwe,
qerektêr û şexsiyeta wî naguhere. Bervajiyê vê: Zewac wê qerektêrê zilamekî yê rast û veşartî kifş
bike, yanî wê rûyê wî yê rast derîne meydanê.
Eger ew di zaroktiya xwe de hîn nebûbe ku çawa biryara xwe bide, ewê çawa di mala xwe de bizane
ku biryar çawa tên dayîn? Eger di zaroktiya wî de her kesî jê re gotibe, ew çi bixwaze, dikare bike,
ewê çawa hîn bibe ku bi hiş û aqilê xwe bifikire?
Di zaroktiya we de mala we çawa bû? Bêguman vê yekê di jiyana we de bandûreke pirr mezin li we
kiriye!

Lê belê ne tenê cesaret lazim e; herweha sebir, yanî bîhnfirehî jî lazim e. Eger jin û mêr bixwazin ji
bo mala xwe riya Xwedê hîn bibin, divê ku ew li hevdû sebir bikin. Adet, şexsiyet û qerektêrê mirov
di rojekê de nayên guhertin, lê eger mirov xwe bide vê yekê, ew tişt dikarin hin bi hin bên guhertin.

Lê belê li gor bîr û baweriya me, ya herî girîng ev e ku mirov li hember xwe û li hember jina xwe,
an li hember mêrê xwe ji dil û can dilrast û durust be. Eger mirov rastiyê ji ber xwe bi xwe veşêre,
çi feyda wî jê heye? Eger mirov li hember xwe bi xwe derewan bike, çi feyda vê yekê heye?
Mesele em bêjin mirovek heye, ew her sibê li neynikekê dinêre, da ku porê xwe şeh bike. Lê piştî
demekê ew êdî naxwaze li neynikê binêre û ji hingê û pê ve ew li wêneyekî xwe dinêre yê ku beriya
deh salan hatiye kişandin. Bêguman ew jî sûretê wî ye, lê ji xwe ew nikare li gor wêne porê xwe şeh
bike.

2
Bila ev pirtûk ji bo we wek neynikê bin, da ku hûn bikarin bi wan li dilê xwe binêrin. Wek ku hûn
porê xwe şeh dikin, hûn dikarin bi vî awayî dilê we jî hêre bikin û riyên xwe rast bikin.

Ji bo te bi xwe û herweha ji bo jina te, hurmetkirina herî mezin ev e ku tu derewan li xwe nekî,
xwe ji ber xwe veneşêrî û bi çavên vekirî li neynikê binêrî.
Çaxê ku hûn vê pirtûkê bixwînin û hûn di jiyana xwe de tiştekî ne rast bibînin, rast bifikirin û vê
yekê qebûl bikin. Di nav me de tu kes tune ku bêkêmahî be û eger em bixwazin di jiyana xwe de pêş
ve herin û di qerektêrê xwe de bibin yekî gihîştî, divê em xeletî û kêmahiyên xwe qebûl bikin.
Dîsa em dixwazin guhê xwe bidin gotineke Silêman padîşah. Wî got:
«Dev ji bêaqiliyê berdin û hûnê bijîn; di riya fêmdariyê de herin!» (Gotinên Silêman 9:6)

Eger em bixwazin pêş ve herin, divê em dev ji tiştên xerab berdin. Heta ku em nexwazin bi çavên
vekirî li bêaqiliya xwe binêrin, hem dilê me û hem jî mala me nayê guhertin.
Wek ku me beriya niha xwend, mirovê herî zane got: Heta ku em nexwazin li hember xwe û li
hember yên din ji dil û can durust û dilrast bin, em nikarin bijîn.

Eger daxwaza we ew be ku mala we bextewar be û rûmeta Xwedê bide kifşkirin, ji kerema xwe heta
dawiya vê pirtûkê bixwînin. Em vê yekê ne ji bo feyda xwe dibêjin. Em vê yekê hem ji bo feyda we û
hem jî ji bo feyda zarokên we û ji bo feyda nifşên ku bên dibêjin. Divê cesareta me hebe, divê sebra
me hebe û hem jî divê dilê me durust be da ku em bikarin zincîrên adetên xwe bişkênin. Şexsiyeta me
ya ezperest zû nayê guhertin û tariya malên ku şer û devjenî di wan de heye, bê xebat û bê lebat ronahî
nabe.

Me dît ku sê mifte dikarin deriyê maleke bextewar vekin. Ew jî ev in: Şehrezayî, cesaret û dilrastî.
Ev her sê mifte bi tiştekî din ve girêdayî ne. Ma hûn dizanin ew çi ye? Bersîv ev e: Şehrezayî, cesaret
û dilrastî bi nefsbiçûkiyê ve girêdayî ne.

3
2. Armanca we çi ye?

Belkî hin wê bêjin: «Berdêla zewaceke bextewar pirr giran e! Zewaceke bextewar wê li ser me gelek
biha bisekine û kî dizane, belkî zewaca bextewar ji xwe çênabe.»
Lê belê wusa nefikirin û cesareta xwe winda nekin! Ez gelek mirovên ku ji bîst salan bêtir e ku
zewicî ne nas dikim û ez jî di nav wan de me; gelek ji wan kêm û zêde her roj ji bo jina xwe an jin ji
bo mêrê xwe ji Xwedê re spas dikin. Herweha gelek jin û mêrên ku ji hev ne dilxweş in jî hene û em
dikarin ji wan mirovên ku kêm û zêde her roj sibê zû bi xemgînî û bi tirs ji xewê radibin, hîn bibin ku
çima rewşa wan wusa ye.
Ferq di nav wan mirovan û di nav wan malan de çi ye?
Bersîv ev e: Mirovên ku ji bo jina xwe an ji bo mêrê xwe pesnê Xwedê didin, mirovên dilşa ne;
saxîtiya wan çêtir e, xebata wan xweştir xuya dibe û zarokên wan jî dilgeş û serfiraz in.
Madem ku wusa ye, ma çima hin mirov naxwazin ji xwe re vê riya şabûnê hilbijêrin, lê di riya êş û
aciziyê de diçin?
Bi rastî tu kes tune ku bi zanastî ji xwe re riya dilêşê hilbijêre, lê dîsa jî gelek mirov bê hemdê xwe
dikevin wê riyê.
Erê, rast e, eger rêberê me nebe, zû an dereng her kes ji me wê bikeve wê riya êş û aciziyê. Herweha
em hemû dizanin ku rêber qet kêrî wan ên ku naxwazin guhê xwe bidin wî, nayê. Eger mirov
nexwazin dev ji riya êşê berdin, eger ew nexwazin ji binketin, bêlebatî û ji bêhêvîtiya rojane xilas
bibin, rêberê herî qenc jî nikare alîkariya wan bike.

Belkî hûn vê pirtûkê dixwînin çimkî hûn dixwazin bêtir li ser van tiştan hîn bibin. Bila tu kes neyê
xapandin, zewaceke bêkêmahî tune, lê gelek jin û mêr hene ku di zewaca xwe de pirr şa ne.
Di jiyana her kesî de tengahî û gelek tiştên zehmet hene, lê eger jina te an jî mêrê te di van derdan
de alîkariya te bike, tiştên herî zehmet jî wê ne evqas giran bin ku tu nekaribî hilgirî.
Gotina Silêman padîşah bînin bîra xwe. Wî got:
«Mal bi şehrezayiyê tê avakirin û bi fêmdariyê ew tê qayîmkirin.
Bi zanînê, odeyên wê, bi her cûreyên tiştên hêja û xweş tije dibin.» (Gotinên Silêman 24:3-4)

Silêman li ser çi cûreyê xezîneyan gotiye?


Di cihekî din de wî weha gotiye:
«Hin mirov hene, xwe dewlemend kifş dikin, lê tiştekî wan tune.
Hinên din hene, xwe belengaz kifş dikin, lê ew gelek dewlemend in.» (Gotinên Silêman 13:7)

Yanî dewlemendiya rastîn her gav nayê dîtin û ew ne bi zêr û zîv ve girêdayî ye. Ma gotina pêşiyan
nabêje: «Berika belengazan vala ye, lê dilê van tije ye»? Dewlemendiya rastîn bi xezîneyên veşartî
ve girêdayî ye û ew tişt aştî, şahî, hurmet û hezkirin in.

4
Di maleke weha de belkî televizyon tune û belkî elektrîk jî tune, lê dîsa jî tarî tune, çimkî di dilê
hemû maliyan de ronahiya rastiyê şewq dide. Ev ronahî wê her perçeyê jiyana we tije bike.

Ez hêvî dikim ku hûn amade bin û ji dil bixwazin û bixebitin ku bi şehrezayî, zanîn û fêmdariyê
mala we bê guhertin, da ku odeyên mala we bi xezîneyên ku Xwedê dixwaze bide we, tije bibin.

Beriya ku em vê dabaşê bi dawî bikin, ji kerema xwe hinekî li ser van pirsan bifikirin û ji xwe
bi xwe bipirsin:

• Gelo ma em amade ne ku mala me ne wek malên mirovên din be?


• Gelo ma ez amade me ku ez wan tiştên xerab ên ku min kirine, li ber Xwedê eşkere bikim?
• Gelo ma çi tiştên ku pîreka min an mêrê min diêşin, di jiyana min de hene?
• Gelo ma ez amade me ku ez dev ji van tiştan berdim?
• Gelo ma we fêm kir ku hûn dikarin ji bo jina xwe an ji bo mêrê xwe bibin serkaniyeke
pîrozbahiyê? Bêguman çaxê ku jina te an mêrê te dilxweş û şa be, tu bi xwe jî, tê hê zêdetir
dilxweş û şa bibî.

Rast e, çend ji van tiştan ne gelek hêsanî ne û belkî zû nayên qebûlkirin, lê belê ez ji we hêvî dikim
ku hûn berdewam bikin û xwe bidin vê yekê. Ez sozê didim we, ew dabaşên ku emê di beşên ku bên
de li ser wan bipeyivin, wê ji we re gelek bi kêr bin.

5
3. Qîmet û siyanetgirtin

Bingehê hêjatî û hurmeta rastîn, rastî bi xwe ye. Di destpêkê de belkî ne gelek zehmet e ku em bi
awayekî serdevî qîmet bidin mirovekî din û hurmetê jê re bikin, an jî ji mirovên din rûmetê bistînin, lê
hin bi hin mirov wê hîn bibin ku em bi xwe bi rastî çawa ne. Piştî demekê jina te, an mêrê te wê qenc
bizane ku şexsiyeta te bi rastî çawa ye. Loma di nav me de tê gotin: Kesek wek jinê, bi mêrê xwe
nizane. Yanî tu kes wek jin û mêr bi hevdû nizanin, ji ber ku ew ên herî nêzîkî hevdû ne û perçeyên
hev in û qencî û xerabiyên hevdû qenc dizanin.
Carna em xwe bi xwe dixapînin, dibêjin: «Ez dikarim wusa bikim ku divê jina min an mêrê min
siyaneta min bigire.»

Mesele gelek mêr ji xwe re dibêjin: «Çaxê ku ez dereng dikevim, divê ku ez bi jina xwe re pirr hişk
bim û divê ez tiştekî jiberxweçêkirî jê re bêjim ka çima ez dereng hatim mal. Hingê divê ku ew
siyaneta min bigire.» Lê belê em bi xwe dizanin ku hurmetkirin û qîmetdayîn bi darê zorê çênabe.
Eger siyanet ji mecbûrî bê girtin, ew ne tu siyanet e. Em dikarin li ser hezkirinê eynî tiştî bêjin: Em
nikarin zorê li yekî din bikin, ku ew ji me hez bike. Hezkirina ku ji mecbûrî be, ne tu hezkirin e.
Bi rastî hin mirov hîn nebûne ku di nav tirsê û siyanetgirtinê de ferqeke mezin heye.

Bêguman eger mêrek jina xwe çavtirsandî bike, jina wî nikare ji dil û can hurmetê ji wî re bike.
Mesele em jineke bimînînin guleke spehî: Bi rastî ew mêrê ku hişk be û jina xwe çavşkênandî bike, ew
bi xwe hemû bedewî û bîhnxweşiya jina xwe xera dike û jineke weha nikare bibe serkaniya dilxweşî û
şahiya mêrê xwe.
Rast e, di her civakê de mirovan pîvaneke qîmet û hurmetkirinê qebûl kiriye û ji xwe re kirine adet.
Lê belê adet nikarin wê siyaneta ku ji dil û can bidin û tê girtin, peyda bikin. Çimkî qîmet û hurmeta
rastîn ne li gor adetan in û ne jî bi darê zorê ye, lê ew ji dilxwaziyê tên.

Em dikarin mînakeke din bidin:


Mesele em bêjin, zilamek heye ku her roj ji jina xwe re dibêje: «Ez nêzîkî du metran bilind im»,
çimkî di gumana wî de ev yek qîmet û siyaneta zilamekî zêde dike. Lê bi rastî ew zilam tenê metrek û
şêst cm. e. Herweha ew hergav ji jina xwe re dibêje: «Di tevahiya gund de yê herî bejinbilind ez im.»
Eger çavên jina wî ne kor bin, ewê zû bizane ku mêrê wê di gund de ne yê herî bejinbilind e. Mêrê
wê dikare pêlavên xwe bilind bike an dikare şaşikekê bixe serê xwe û ew dikare tu caran nêzîkî
zilamekî din ê gundê xwe nesekine, lê dîsa jî jina wî wê bizane ku bejna mêrê wê ne gelekî bilind e.
Ma bi vî awayî qîmet û hurmeta mêrê wê zêde dibe? Nexêr, bervajiyê vê, çimkî jina wî wê ji xwe
bipirse û bêje: «Gelo çima mêrê min dixwaze yê herî bejinbilind bê hesabkirin? Çima ew dixwaze xwe
bilind bike?»

6
Bi rastî em dizanin ku tu mirovê aqilmend tiştekî weha nake; lê belê ma ev yek ne rast e? Em gelek
caran tiştên weha diceribînin, çimkî em dixwazin ku xelk qîmet didin me û siyaneta me bigirin. Ma ne
wusa ye? Em gelek dixebitin, da ku em di çavê mirovên din de hêja bên dîtin.
Lê bi rastî bi tiştên weha em xwe bi xwe dixapînin. Di Kitêba Pîroz de li ser vê yekê weha dibêje:
«Bila tu kes xwe nexapîne. Eger di nav we de yek xwe li vê dinyayê şehreza hesab bike, bila bêaqil
be, da ku şehreza bibe. Çimkî şehrezayiya vê dinyayê li ba Xwedê bêaqilî ye.» (Korîntî I, 3:18.19)

Eger em bixwazin bingehê qîmet û siyaneta rastîn qenc fêm bikin, divê em bi nefsbiçûkî qebûl bikin
ku em gelek caran xerabiyê dikin û hem jî fikrên me gelek caran şaş û xerab in.

Ji bo fêmkirina vê yekê, wê qenc be ku em li çend fikrên girîng binêrin. Hin mirov dibêjin:

• Qîmet û siyaneta mala me bi gotina mirovên me û cîranên me ve girêdayî ye. Eger em di çavê
wan de birêz bin, hingê qîmet û siyaneta me heye. – Ma gelo ev rast e?
• Bandûra mirovên nefsbiçûk tune. Hêza wan tune. – Ma gelo ev rast e, an ne rast e?
• Mirovên belengaz nikarin mirovên giranbiha bin. – Ma hûn jî weha dibêjin?
• Ji bo ku mirov xwe rûspî derxe, pêwist e ku carnan ew li gor rastiyê nebêje. – Ma gelo li gor bîr
û baweriya we ev jî rast e, an na?

Belkî we bi xwe dît ku ev tişt hemû ne rast in û bi rastî wusa ye. Ew fikir hemû xelet in. Lê çawa
emê bizanin ku fikrên weha xelet in?
Erê, me bi xwe dît ku ev tişt ne rast in, lê ji ber ku beriya gelek salan çend mirovên şehreza li ser vê
dabaşê gotinên rast nivîsandine, hê bêtir em vê yekê dizanin. Ji kerema xwe guhê xwe bidin van tiştan:

Ya yekê: Mesele, eger yek mala me bêsiyanet bike an jî xerabiyekê li mala me bike, em ji xwe re
dibêjin: «Heqê me heye ku em heyfa xwe hilînin.» Çimkî eger em heyfa xwe hilneynin, mirovên din
wê bifikirin ku em tirsonek in. Lê belê Mûsa pêxember weha nivîsiye:
Xwedê dibêje: «Heyfhilanîn ya min e. Ezê bergîdana wê bidim.» (Dubarekirina Şerîetê 32:35)

Ya diduyan: Nefsbiçûkî ne ew e ku mirov her tiştî qebûl bike. Nexêr, lê mirovê nefsbiçûk qenc
dizane ku Xwedê çiqas mezin e û hemû mirov çiqas biçûk in. Bi rastî, bi tenê mirovên ku di baweriyê
de xurt in dikarin ji dil û can nefsbiçûk bin. Di Încîlê de li ser vê yekê weha dibêje: «Xwe li ber Xudan
nizim bikin, ewê we bilind bike.» (Aqûb 4:10)

Ya sisiyan: Belkî carna em dibêjin: «Mirovekî belengaz nikare mirovekî giranbiha û birêz be.» Lê
belê Silêman padîşah weha nivîsiye:
«Belengazê ku di rastiya xwe de rêve diçe, ji dewlemendê ku riyên wî xwehr in, çêtir e.»
(Gotinên Silêman 28:6)

7
Ya çaran: Herweha em mirov, em carna dibêjin: «Qenc e ku em nerastiyê bêjin û em nexusirin.» Lê
belê Dawid padîşah weha nivîsiye û ji Xwedê re weha dibêje:
«Her kesê ku hêviya xwe bi te ve girê dide, nayê şermkirin.
Lê belê ew ên ku bê sedem xayîntiyê dikin, wê bên şermkirin.» (Zebûr 25:3)

Eger em li jiyana xwe binêrin, ma emê li ser van tiştan çi bêjin? Gelo em di jiyana xwe de li gor
gotinên pêxemberan dikin, an em li gor bîr û baweriya xwe û li gor adetên bav û kalan dikin?

Li ser van tiştan qenc bifikirin:

1. Gelo ma em amade ne ku em xwe bidin wan tiştên ku bi dilê Xwedê ne û rûmetê didin wî?
Eger ji ber vê yekê maliyên me an cîranên me, me kêm bibînin, hingê emê çi bikin? (Ya rast
ew e, bila me kêm bibînin.)
2. Gelo ma jina yekî ji me dikare ji dostekî me re bêje: «Mêrê min gelek nefsbiçûk e!»?
3. Eger yek ji te belengaztir be, ma dîsa jî wek ku tu ji yekî din re hurmetê dikî, tu ji wî re jî
hurmetê dikî?
4. Beriya ku em rûreş bên derxistin, ma ne çêtir e ku em derewan bikin?

Ev fikir, fikrên gelek mirovan in, lê belê divê bi eşkereyî bê gotin: Qîmet û siyaneta rastîn ji bo wan
mirovan e yên ku di nefsbiçûkiyê de dilrast in.

Erê, rast e, gelek caran xelk hurmetê ji mirovekî zordar û pozbilind re dikin, lê belê ew di dilê xwe
de ji wî nefret dikin û ne bi dilê xwe bi biryarên wî razî dibin, lê ji ber ku ew ji hêrs û zordariya wî
ditirsin, biryarên wî qebûl dikin. Silêman padîşah li ser vê yekê weha nivîsiye:
«Beriya wêranbûnê, dilê mirov qure dibe, lê beriya rûmetê, nefsbiçûkî tê.» (Gotinên Silêman 18:12)
«Beriya wêranbûnê, quretî û beriya ketinê, ruhê pozbilindiyê tê.» (Gotinên Silêman 16:18)

Dersa van herdu ayetan kifş e: Quretî hevalê wêranbûnê ye, lê nefsbiçûkî dostê qîmet û siyanetê ye.
Carna mirov belayê û helakbûnê tînin ser mala xwe, çimkî ew naxwazin xwe li ber Xwedê nizim bikin
û naxwazin li siyaneta rastîn, yanî li siyaneta ku Xwedê dide, bigerin. Lê belê ev xeletiyeke mezin e,
çimkî «Xwedê li hember pozbilindan disekine.» (Aqûb 4:6)
Silêman padîşah vê yekê erê dike û dibêje:
«Xudan mala pozbilindan hildiweşîne, lê ew sînorê jinebiyê diparêze.» (Gotinên Silêman 15:25)

Erê, eger em bi rastî bibin mirovên birêz û hurmetkar, zarokên me û jin an mêrê me jî wê rêza me,
yanî siyaneta me, bigirin.
Mirovê birêz kî ye? Bersîva vê yekê gelek sivik e: Mêrê bi siyanet ew e yê ku ji Xwedê ditirse û jina
bi hurmet ew e ya ku ji Xwedê ditirse. Riyeke din tune.

8
Eyûb di Kitêba Pîroz de weha gotiye:
«Xwedê ji mirovan re got: ‹Va ye, tirsa Xudan şehrezayî ye û dûrketina ji xerabiyê fêmdarî ye.›»
(Eyûb 28:28)

Çaxê ku mirov tirsa Xwedê hîn bibe û dest pê bike ku ji Xwedê re hurmetê bike, tiştekî newaze
çêdibe. Çaxê ku tu ji dil û can ji Xwedê bitirsî, di jiyana te de tiştek tê guhertin: Hingê tiştê ku di çavê
Xwedê de qenc e, wê di çavê te de jî qenc be. Daxwazên Xwedê wê bibin daxwazên te û ji nişkê ve tê
bibînî ku tu di riya pîrozbahiyê de diçî.
Bi taybetî di Kitêba Pîroz de li ser tirsa Xwedê ya rastîn gelek tiştên girîng tên gotin. Mesele di
Zebûrê de weha dibêje:
«Xwezî bi her kesê ku ji Xudan ditirse û di riya wî de diçe!
Tê berê keda destên xwe bixwî; tê xwezikdar bî û wê ji te re qenc be.
Jina te wê di mala te de wek mêweke berdar be;
Kurên te wê li dor sifra te wek şitilên zeytûnê bin.
Erê, zilamê ku ji Xwedê ditirse, wusa wê bê bimbarekkirin.» (Zebûr 128:1-4)

Bîne ber çavê xwe ew pîrozbahiya ku Xwedê bîne ser te û ser mala te wê çiqas qenc be! Erê, Xwedê
dixwaze me pîroz û bimbarek bike, lê ji bo vê yekê divê ku em şîret û tembîhên wî qebûl bikin û li gor
wan bikin. Xwedê bi destê Dawid padîşah li ser vê yekê di Zebûrê de weha nivîsiye:
«Ezê te perwerde bikim û ezê te hînî wê riya ku tê pê ve biçî bikim.
Ezê şîretan li te bikim û çavnêriya te bikim.
Nebin wek hesp an hêstirên bêfêm.
Eger ji bo girtina wan taxima hefsar û lixaban nebin,
Ew ber bi te ve nayên.
Kederên yê xerab gelek in,
Lê belê yê ku li Xwedê ewle dibe,
Kerema Xwedê hawirdora wî radipêçe.» (Zebûr 32:8-10)

Eger em di riya Xwedê de biçin û ji Xwedê dûr nekevin, emê bibin mirovên hurmetkar. Bêguman
Xwedê mirov neafirandine, ku ew bi tenê siyaneta hev bigirin; nexêr, wî mirov afirandine, da ku ew
berî her tiştî siyaneta Xwedê bigirin û jê re hurmetê bikin.
Lê belê em gunehkar in û çaxê ku em gunehan dikin, em siyaneta Xwedê nagirin û em navê wî
bêhurmet dikin. De îcar divê ku em çi bikin?
Şikir ji Xwedê re, mala wî ava be! Ji bo ku me ji vê yekê xilas bike, Xwedê rê ji me re vekir:

Dawid di eynî zebûrê de weha dibêje:


«Xwezî bi wî yê ku li neheqiyên wî hatiye bihûrtin û gunehê wî hatiye nixumandin.
Xwezî bi wî mirovê ku Xudan ji wî re xerabiyê hesab nake û di dilê wî de hîle tune.

9
Çaxê ku min gunehên xwe eşkere nekirin, tevahiya rojê hestiyên min ji nalîna min lewaz bûn.
Ji ber ku şev û roj destê te li ser min giran bû; terbûniya min bû wek zuwayiya havînê.
[Di dawiyê de] min gunehê xwe ji te re got û neheqiya xwe veneşart.
Min got: «Ezê zêdegaviya xwe ji Xudan re eşkere bikim.»
Û tu li sûcê gunehê min bihûrtî.» (Zebûr 32:1-5)

Bi rastî fêmkirina van gotinên Dawid pêxember ne gelek zehmet e, lê belê çaxê ku em bikevin
xefika pozbilindiyê, em naxwazin gunehên xwe eşkere bikin. Lê belê eger em gunehên xwe veşêrin,
em hem di çavê Xwedê de û hem jî di çavê maliyên xwe de hurmet û siyaneta xwe winda dikin.
Ji xwe em nikarin rastiyê înkar bikin an veşêrin û eger em wusa bikin jî, em dizanin ku hêza me
diçe, em sist û reben dibin û em siyaneta Xwedê nagirin. Bi tenê eger em ji Xwedê re hurmetê bikin,
em hêja ne ku ji me re hurmet bê kirin.

Em hêvîdar in ku hûn dibînin, qîmet û siyaneta rastîn ji bo wan mirovan e yên ku ji dilekî rast
siyaneta Xwedê digirin. Gelek mirov vê yekê fêm nakin, lê belê Silêman rastiyeke girîng tîne bîra me
û dibêje:
«Hemû riyên mirov di çavê wî de paqij in, lê belê Xudan dil û ramanên mirov diwezinîne.»
(Gotinên Silêman 16:2)

Erê, Xwedê li dilê me, yanî li nêt û daxwazên me dinêre û eger gotin û kirinên me ne ji dilekî paqij
derkevin, em xwe bi xwe dixapînin.
Eger em li ser ya xwe bisekinin û bêjin: «Divê ku jina min ji min re hurmetê bike», hingê em mana
hurmetkirinê ya rast, tam winda dikin, çimkî me dît ku hem hezkirin û hem jî hurmetkirin bi darê zorê
çênabe.

Niha em mînakeke din bidin:


Mesele em bêjin zilamekî belengaz difikire ji xwe re dibêje: «Qîmet û hurmeta mirov bi
dewlemendiya wî ve girêdayî ye. Eger meaşê min zêdetir bibe, jina min wê hê bêtir hurmetê ji min re
bike.» Îcar ew dest pê dike, ew ji sibê zû heta berêvarê dixebite û xwe bi keda xwe diwestîne, lê heyf û
mixabin jina wî jê re çi bêje jî, ew difikire ku ew qet siyaneta wî nagire. Loma ew aciz dibe û roj bi roj
hêrsa wî zêde dibe û roj bi roj daxwaza wî ya ku piştî xebatê vegere mal ba jina xwe, kêmtir dibe.
Piştî demekê jina wî jî dest pê dike, ji xwe re dibêje: «Mêrê min her gav aciz dibe û roj bi roj zêdetir
hêrs dikeve. Bêguman êdî ew ji min hez nake. Ezê çawa siyaneta zilamekî weha bigirim?»
Jin dixwaze ku mêrê wê, ji wê hez bike û qîmet bide wê – û mêr jî dixwaze ku jina wî ji wî hez bike
û hurmetê jê re bike – yanî ew jin û mêr herdu jî hewcedarê hezkirina rastîn in.
Bêguman ji bo ku ew abora xwe bikin, pere ji wan re lazim in, lê hê zêdetir ew hewcedarê hezkirin û
siyanetgirtina hevdû ne. Eger ew hezkirin û siyanetgirtin di zewaca wan de nebe, hingê zû şahî wê ji
dilê wan bireve. Beriya ew hîn bibin ku ew çawa bi awayekî kûr ji hev hez bikin, ewê hin bi hin ji hev
dûr bikevin û her yek ji wan wê di dilê xwe de bi riya xwe ve here.

10
Çaxê ku mêvan bên, belkî ewê ji jinê re bêjin: «Bi rastî, mêrê te gelek serfiraz e» û belkî ewê ji mêr
re bêjin: «Jina te gelek jêhatî ye! Mala we ava ye!» Ewê bifikirin ku di vê malê de her tişt qenc û xweş
e, lê em dizanin ku di vê malê de gelek dilsarî û tengahî heye.
Bi rastî qet sedem tune ku hal û rewşa malekê weha be! Lê belê çaxê ku em ji derewekê bawer
bikin, ew derew hin bi hin mezin dibe, pêşî di nav jin û mêr de û piştre di tevahiya malê de belav dibe
û her tiştî xera dike.

Li ser van herdu xalan careke din qenc bifikirin:

1. Şîreta pêşî: Ya mêrê şîrhelal, eger tu êdî hew bikarî siyaneta jina xwe bigirî, ji Xwedê bixwaze
ku ew alîkariya te bike, da ku tu ji nû ve ji jina xwe hez bikî. Ya jina delal, eger êdî tu hew
bikarî qîmet bidî mêrê xwe û tu siyaneta wî negirî, ji Xwedê bixwaze ku ew alîkariya te bike,
da ku tu ji nû ve ji mêrê xwe hez bikî. Hûn herdu ji Xwedê hêvî bikin ku ew dilê we biguhere,
çimkî divê ku çareseriya vê pirsgirêkê pêşî di dilê we de dest pê bike.
2. Şîreta diduyan: Eger te bi hişkî ji maliyên xwe dixwest ku ew hurmetê ji te re bikin, xwe li ber
Xwedê nizim bike û ji maliyên xwe lêbihûrtinê bixwaze, çimkî te niha ev rastiya ku dibêje:
«Heqê tu kesî tune ku bi zorê bixwaze siyaneta wî bê girtin», fêm kir. Eger tu bixwazî ku
maliyên te hurmetê ji te re bikin, divê jiyana te rast û hurmetkar be. Bingehê jiyaneke birêz û
qerektêrekî hurmetkar, dilekî rast, nefsbiçûkî û tirsa Xwedê ye.

Emê dîsa li dabaşa qîmet û siyanetê binêrin, lê pêşî divê ku em bala xwe bidin dabaşeke din: Gelo
divê ku em çawa bi hev re bipeyivin?

11
4. Bi hev re peyivîn

Di Kitêba Pîroz de, yanî di Încîlê de ev ayet heye, weha dibêje:


«Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be.
Çimkî hêrsbûna mirov rastiya Xwedê pêk nayne.» (Aqûb 1:19-20)

Gelo ma hûn dizanin ku divê jin û mêr çawa bi hev re bipeyivin? Bêguman hûn herdu bi eynî zimanî
dizanin û dipeyivin, lê belê ma hûn dizanin ku du mirov çawa dikarin bi awayekî qenc û nerm bi hev
re bipeyivin? Bi rastî, gelek jin û mêr hene ku bi vê yekê nizanin. Adeta wan ew e ku her gav bi tenê
yek ji wan dipeyive, nahêle û nizane ku divê yê din jî tiştekî bêje. An jî her gav yek bi dengekî bilind
diqîre û yê din bêdeng dimîne.

Du mirov çawa dikarin bi rêzdarî bi hev re bipeyivin?


Sira vê yekê ev e: Dora her kesî heye û divê her yek qenc guhê xwe bide peyvên yê din. Çaxê ku
mêr bipeyive, divê jina wî qenc guhê xwe dide wî û çaxê ku jin bipeyive, divê mêrê wê qenc guhê xwe
dide wê. Me bihîst ku di Încîlê de dibêje: «Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û
hêrsbûnê de giran be.»
Gelek caran em ji xwe re dibêjin: «Eger ez bixwazim ku yên din bi ya min bikin, divê ku ez bi
dengekî bi hêrs ji wan re bipeyivim.» Ji xwe ev ne rast e û hêrs tu caran alîkariya me nake, çimkî hêrsa
me, an dilê yên din dişkêne û hişk dike, an jî wan ditirsîne û hingê ew qet naxwazin guhê xwe bidin
peyvên me.

Mesele em bêjin du xwendevan hene. Ew li Diyarbakrê rûdinin û ew dostên hevdû ne. Gelek caran
ew bi hev re diçin cihekî din. Rojekê yek ji wan dixwaze ku ew ji bo çend rojan herin bajarê Vanê, lê
yê din dixwaze ku ew herdu herin bajarê Merdînê. Îcar divê ew çi bikin?
Ew dikarin rikê bigirin û serhişkiyê bikin û kefteleftê bikin heta ku yek ji wan bi ser keve; hingê
ewê dostê xwe bikişîne wî bajarê ku wî dixwest hereyê. Lê belê eger yek ji wan qet nexwaze here wî
bajarî, hingê ew dost wê çawa rojên xwe li wê derê derbas bikin? Ma hûn dibêjin ku wê ji bo wan
xweş be? Nexêr, ji ber ku yek ji wan hergav wê li fersendekê bigere ku ji wî bajarî bireve, here bajarê
din.
Ma hûn dibêjin dostaniya wan wê bi vê yekê xurtir bibe? Nexêr, di dostaniya rastîn de rik û zordarî
çênabe.

Niha emê li riyeke yanî li çareseriyeke din binêrin. Ew herdu dost dikarin bi awayekî qenc û
hurmetkar guhê xwe bidin hevdû. Ew dikarin bi hev re li sedemên ji bo çûna Merdînê û ji bo çûna
Vanê binêrin û ew dikarin li qenciya hevdû bigerin. Êdî piştî demekê ewê biryarê bidin ku ew herin
Merdînê, ji ber ku li Vanê hewa nexweş e; li wir sar e û berf jî heye. Lê di biharê de ew dikarin bi hev
re ji bo çend rojan herin Vanê jî. Hingê ew herdu dost wê bi şahî hem biçin Merdînê û hem jî biçin

12
Vanê, çimkî her yekî ji wan guhê xwe da raman û pêşniyarên yê din; wan dilê hev nehişt, lê wan qedrê
hevdû girt û dostaniya wan xurtir bû.

Bi rastî, di nav jin û mêr de jî dikare eynî weha çêbe. Erê, mêr dikare bi hêza zendên xwe zorê li jina
xwe bike. Û jin jî dikare bi zimanê tûj mêrê xwe biêşîne û hêrsa wî rake, lê belê ew herdu wê zû ji
hevdû pirr aciz bibin û dilê wan wê ji hev bimîne.

Eger jin fikrên dilê mêrê xwe nezane û bi tenê hêrsa wî bibîne, hingê ji bo wê pirr zehmet e ku ew
qedrê mêrê xwe bigire. Eger mêr guhê xwe nede peyvên jina xwe û jin jî guhê xwe nede peyvên mêrê
xwe, ewê çawa bizanin ku yê din çi difikire û çi dixwaze? Mêr wê aciz bibe û hêrs bikeve, ji ber ku
jina wî siyaneta wî nagire; herweha jina wî jî wê hêrs bikeve; ji ber ku mêrê wê qîmet nade wê. Bi tenê
jin wê bifikire ku ew çawa dikare jiyana mêrê xwe tehl bike û mêrê wê, wê bifikire ku ew çawa dikare
jiyana jina xwe tehl bike.
Eger ev yek bidomîne, di nav jin û mêr de hin bi hin hezkirin wê kêm bibe û demek wê bê êdî
hezkirin namîne.
Di dawiyê de belkî ewê bixwazin ku dev ji hevdû berdin; lê belê ev yek hem li hember emrên
Xwedê û hem jî li hember adetan e û belkî zarokên wan jî hene. De vêca bi tenê ji bo vê yekê ew bi
hev re dimînin, lê her yek ji wan wek hebaneke pifdayî tije hêrs e. Îcar eger heban zêde bê pifdan û
binepixe, hingê ji nişkê ve ew hewa wê hebanê biqetîne û wê derkeve. Wusa jî dema tengahî û halên
giran bên, hingê wê di dilê mirov de acizbûn û hêrs zêde bibin; pêşî mirov wê bixwaze hêrsa xwe
daqurtîne, lê ji nişkê ve hêrsa wî wê ji hundirê wî derkeve û dilê maliyên wî birîndar bike.
Ma pêwist e ku têkiliya di nav jin û mêr de weha be? Nexêr, qet ne pêwist e ku weha be. Çend
şîretên bingehîn hene û ew dikarin di vê dabaşê de alîkariya me bikin. Lê belê wek ku me berî niha dît,
ji bo vê yekê nefsbiçûkî lazim e û divê mirov amade be ku ew jiyana xwe biguhere.
Ew qanûn an şîretên ku niha em dixwazin li ser wan bipeyivin, ne fikrên nû ne û ne jî tiştên dijwar
in; ew ji bo fêmkirinê ne giran in û bi rastî qîmetê wan ji bo her malê bêsînor e.

Şîreta pêşî:
Êdî ez nahêlim ku hêrsa min heta sibe bidomîne. Çaxê ku ez aciz bibim û hêrs bikevim, ez nahêlim
ku roj li ser hêrsa min biçe ava; yanî beriya ku em razin, ez dixwazim bi nermî û bi dilovanî bi jina
xwe re an bi mêrê xwe re bipeyivim û lêbihûrtinê jê bixwazim. Bi rastî ev emir, emrekî Xwedê ye û di
Încîlê de nivîsî ye. Ev şîret gelek bi hêz e, çimkî divê em nehêlin ku ew hêrs bê daqurtandin û ew roj
bi roj zêdetir bibe. Bila li ser we ev gotina pêşiyan neyê gotin: «Hêrsa wan rabûye, lê wê zirarê jê
bibînin.»
Divê ji bo hêrsê dema çûyînê hebe, yanî divê piştî demeke kin ew hêrs derkeve here, an ne, bîhn wê
jê bê. Eger hêrs ji rojekê zêdetir bidomîne, ew kurmî dibe. Hêrs wek pêta êgir e û ew mirovê ku hêrs
dibe, zû bi agirê hêrsê tê şewitandin. Lê belê eger tu hêrsa xwe ji Xwedê re eşkere bikî, hêrsa te datîne
û piştî demeke kin tu dikarî ji jina xwe re li ser sedemê hêrsketina xwe bêje.

13
Çaxê ku em li ber jin an mêrê xwe qebûl dikin ku me şaşîtî kiriye, hingê hilma hêrsê ji dilê me
derdikeve û hêrsa me winda dibe. Dema ku hûn herdu hîn bibin ku hûn qenc guhê xwe bidin hevdû,
hêrsa we wek berê zû ranabe. Piştî demekê êdî zarokên we nabêjin: «Îro dê û bavê me hêrs ketibûn!» û
ne jî haya cîranên we wê ji hêrsa we hebe.
Di Încîlê de ev peyvên giranbiha hene, dibêje:
«Bila roj li ser hêrsa we neçe ava. Ne jî rê bidin Îblîs.» (Efesî 4:26.27)

Şîreta diduyan:
Bi hurmet bi hev re bipeyivin. Biryara xwe bidin ku dabaş çi be, bila ew be, hûn qenc guhdariya hev
bikin. Carna jin gotinên tûj dibêjin an tevdanê dikin. Carna ew ji libek tirî mahserekê çêdikin.
Hin jin dixwazin xwe bi vî awayî biparêzin û hêrsa xwe kifş bikin.

Silêman padîşah li ser jina şîrhelal û hêjabilind weha dibêje:


«Ew devê xwe bi şehrezayî vedike û zimanê wê bi dilovanî şîretan dike.» (Gotinên Silêman 31:26)

Bêguman her mêr pesnê xwe bi şehrezayî û dilovaniya jina xwe dide û ji jineke weha pirr hez dike.
Jineke şehreza dizane ku kengê divê ew bipeyive û kengê divê ku ew bêdeng bimîne. Jineke dilovan
dizane ku ew bi xeberên xwe çawa dikare hezkirinê bide kifşkirin.

Herweha Silêman padîşah bi kêmahiyên mêran jî dizanibû. Wî got:


«Tiştê ku mirov di dilê xelkê de şêrîn dike, dilovaniya wî ye
û mirovê belengaz ji yê derewkar çêtir e!» (Gotinên Silêman 19:22)

Ma hûn dizanin jinek dixwaze ji her tiştê bêtir mêrê wê dilovan be? Ji xwe jin dixwaze ku mêrê wê
jêhatî û cindî be, sax be û maldar be, lê belê ji van hemû tiştan bêtir ew dixwaze ku mêrê wê dilovan û
nerm be.
Dîsa Silêman padîşah di vê gotinê de qîmetê dilsoziyê tîne ber çavên me, çimkî ew dibêje: «Çêtir e
ku yek belengaz be, ne ku derewan bike!»

Eger rastî û dilovanî pişta hev bigirin, hêza wan herduyan pirr mezin dibe. Eger em her gav ji jina
xwe re rastiyê bêjin, lê em rastiyê bi hişkî û bi zimanekî tehl bêjin, bi tenê pevçûn û keder wê
derdikeve û emê şer derxin. Lê belê çaxê ku em rastiyê bi dilovanî bêjin, gotinên me wê wek şîretên
qenc bên bihîstin û ewê dilên birîndar sax bikin.

Ji jina xwe bipirse ma dengê te çawa ye? Çaxê ku tu dipeyivî, ma dengê te bi hêrs an hişk xuya
dibe? Ma tu dixwazî xwe biparêzî, an tu guhê xwe didî jina xwe? Çaxê ku tu dipeyivî, ev hemû tişt di
dengê te de tên bihîstin. Belkî hinek wext lazim e heta ku ew bersiveke ji dil bide te, lê eger ew pê
bihese ku tu dixwazî rastiyê bizanî, ewê ji te re bêje.

14
Dilovanî ne bi tenê ew e ku mirov bi nermî û bi hezkirinê bi hev re bipeyivin. Herweha dilovanî ew
e ku tiştê ku tu dizanî, tu ji jina xwe re bêjî. Eger tu bizanî ku tê di cihê xebata xwe de dereng bimînî,
ji jina xwe re bêje. Jina te dixwaze bizane ku di roja te de çi çêdibe – ne ji ber ku ew ji te bawer nake,
lê belê ji ber ku ew xema te dixwe û jiyana te û ya wê bi hev re girêdayî ye.
Xwedê aqil daye jinan jî û ew jî dixwazin hîn bibin û plana roja xwe çêkin. Mêrekî qenc jiyana xwe
ji ber jina xwe veneşêre, da ku di nav jiyana wî û ya jina wî de dûrketin çênebe.

Şîreta sisiyan:
Gotina pêşiyan dibêje: «Gotina xweş bihara dilan e.» Eger tu pê derînî ku jina te an mêrê te hêrs
ketiye, bi nermî gotineke xweş bêje û bi hişkî bersivê nedeyê. Ev şîret, bi şîreta pêşî û ya diduyan ve
girêdayî ye, lê ew hê bêtir ji bo wan demên ku tu rastî hêrsê bêyî ye.

Emê dîsa guhê xwe bidin Silêman padîşah. Wî di Tewratê de weha nivîsiye:
«Bersîva nerm hêrsê radiwestîne, lê belê gotina hişk xezebê radike.» (Gotinên Silêman 15:1)

Ma we ev yek qenc bihîst? Li gor vê ayetê eger yek ji we hêrs bikeve, bila yê din bixebite ku
bersiveke nerm bideyê.
Mesele em bêjin – dûrî we be! –agir girt mala we. Eger hûn avê bi êgir de bikin, agir wê vemire, lê
eger hûn benzînê bi êgir de bikin, agir wê gur bibe!
Heçî gotinên me ne, ew jî weha ne. Eger em di hêrsa jina xwe an mêrê xwe de peyvên hişk bêjin,
hingê agirê hêrsê wê gur bibe. Lê eger em bi gotinên nerm bersîvê bidin, agirê hêrsê wê bê
vemirandin, yanî hêrs wê deyne û di mal de aştî wê bimîne û dîsa wê xurt bibe.

Bi rastî hêrs ji bo mala we wek êgir talûkeyeke mezin e. Ji hêrsê zordarî derdikeve û hêrs her gav
aştî û ewlehiya di malê de xera dike. Lê belê gelek caran hêrs ne wek agirekî mezin di malê de
pêdikeve, lê pirr caran ew wek çirûskeke biçûk dest pê dike û zû mezin dibe. Ma ne wusa ye? Hêrsa
we bi acizbûniyeke biçûk dest pê dike. Belkî di tiştekî biçûk de hêviya te tê şkênandin, an pêşniyara te
nayê qebûlkirin, an jî yekî din gotineke tehl dibêje. Erê ev tişt di hundirê me de mezin dibin heta ku
hêrsa me diteqe.
Carna jî birîneke kûr di dilê me de vedibe. Dibe ku wê yekê di zaroktiya me de dest pê kiribe. Belkî
dê û bavê te ji te re gotibin ku rûyê te ne wek yê xwişka te xweşik e, an gotibin ku aqilê te kêm e û tu
ne wek birayê xwe jîr û jêhatî yî. Eger tiştên weha çêbin, ew dikarin bibin sedem ku zarok an xortek
her gav ji xwe bipirse bêje: «Gelo ma ez hêjayî hezkirinê me, an ne?» Belkî bi vê yekê cesareta wan
hatiye şkandin û ew tu caran ji xwe hez nakin û di çavê xwe bi xwe de bêqîmet bûne.
Sedem çi bin, bila ew bin, divê hûn tu caran ji bîr nekin ku hêrs hem dilê we û hem jî mala we helak
dike; hêrs her gav talûkeyeke kujdar e. Bi rastî hêrsê gelek mal xera kirine. Belkî gelek caran jin û mêr
hev bernadin, lê ew di dilê xwe de ji hev dûr dikevin. Hêrs yekîtiya raman û hestên dilê we xera dike;
ew têkiliya we ya ruhanî û heta têkiliya we ya zayendî jî xera dike. Bi rastî, hêrs dijminekî mezin e!

15
Eger hûn bibînin ku hêrs hem ketiye jiyana we û hem jî mala we, dîsa jî netirsin, çimkî mizgîniya
çareseriyê heye. Eger hûn bizanin ku hêrs çi ye û eger we fêm kiribe ku hêrs çiqas bi xeter e, hingê
hûn dikarin bi tiştên ku we niha bihîstin, vê pirsgirêkê çareser bikin.
Bêguman cesaret û biryareke ji dil pêwist e ku tu bikarî hêrsa xwe bindest bikî û gelek girîng e ku tu
bi eşkereyî li ser hêrsa xwe bi jin an mêrê xwe re bipeyivî. Ev ne hêsanî ye, lê belê feyda vê yekê wê ji
bo we herduyan pirr mezin be. Û eger hûn ji Xwedê bixwazin, ewê alîkariya we bike.
Silêman padîşah dizanibû ku bindestkirina hêrsê ne karekî sivik e. Wî got:
«Mirovê ku zû hêrs nabe ji yê mêrxas çêtir e
û yê ku nefsa xwe digire ji yê ku bajarekî distîne çêtir e.» (Gotinên Silêman 16:32)

Li ser van tiştan careke din qenc bifikirin:

Pêşî bila her yek ji we van pirsan ji xwe bipirse û piştre bi hev re li van eynî pirsan binêrin.
1. Gelo çima ne qenc e ku di mala min de hêrs hebe?
2. Ma ez li gor dîtina maliyên xwe û li gor dîtina mirovên din, mirovekî bi hêrs im?
3. Çaxê ku ez hêrs dikevim, ma sedema bingehîn ji bo vê yekê çi ye?

Eger em bixwazin çend gavên qenc bavêjin, divê ku em di mala xwe de bi awayekî nû bi hev re
bipeyivin:
1. Nehêlin ku roj li ser hêrsa we biçe ava.
2. Bi siyanet bi hev re bipeyivin.
3. Eger yek ji we hêrs bikeve, bila yê din bi nermî bersivê bide.

Bi hev re li ser van tiştan bixebitin û van tiştan hînî zarokên xwe jî bikin, da ku ew jî bi vî awayî bi
hev re bipeyivin û bidin û bistînin.

16
5. Qîmet û Siyanet

Di gundekî de du zilam hebûn û her yek ji wan xwediyê seyekî şivanan bû. Herdu se jî tu caran dûrî
xweyê xwe neketin. Lê belê dîsa di nav wan herdu seyan de ferq hebû. Seyê zilamê pêşî her gav bi
wêrîs girêdayî bû, lê seyê zilamê diduyan tam serbest bû. Herdu seyan bi ya xwediyê xwe dikir, lê
seyê pêşî ji ber ku xwediyê wî lê dixist wusa dikir û yê diduyan ji ber ku guhê xwe dida dengê
xwediyê xwe wusa dikir.

Niha ji min re bêje: Ji wan herdu seyan, kîjanî bi rastî xweyê xwe serbilind dikir? Kîjan ji wan bêtir
hişyar dima û kîjanî bêtir nobedariya miyan dikir? Û ji wan herdu zilaman kîjan bêtir li seyê xwe ewle
dibû? Ji wan zilaman kîjanî seyê xwe hêjatir dihesiband? Bêguman zilamê diduyan.

Madem ku qîmet û siyanet ji aliyê hinekên din ve tê girtin, mirov nikare wan bi darê zorê bi dest
bixe. Divê mirovên din ji dil û can qîmet didin me û hurmetê ji me re bikin. Lê gelek caran em fêm
nakin, an jî em ji bîr dikin ku di vê dabaşê de ya herî girîng tirsa Xwedê ye: Eger mirov ji Xwedê
bitirse, zû an dereng siyaneta wî wê bê girtin.

Em dîsa guhê xwe didin mirovê herî şehreza Silêman padîşah. Wî li ser vê yekê weha got:
«Dema ku dilê Xwedê bi riyên mirov xweş e, ew dijminên wî jî bi wî re li hev tîne.»
(Gotinên Silêman 16:7)

Çaxê ku em siyaneta Xwedê bigirin û rûmetê bidin wî, hingê daxwaza me wê ew be ku em hem
rastiyê bêjin û hem jî di rastiyê de bijîn. Lê belê gelek ji me nizanin ku jiyana di rastiyê de çi ye. Ji
zaroktiya xwe ve me dîtiye û ji me re hatiye gotin jî ku mirov dikare ji bo feyda xwe, an ji bo parastina
rûmeta xwe derewan bike û dîsa xem tune.
Lê bi rastî ew «derewên pêwist» an ew «virên ji neçariyê» qet bi rûmet û siyaneta rastîn re li hev
nagirin. Hem di çavê Xwedê de û hem jî li ber mirovên din, ew tişt guneh in.
Eger em di kirîn û firotinê de nerastiyê bêjin, ji xwe ev tiştekî xerab e, de vêca eger em ji jina xwe
re, an jî ji mêrê xwe re tiştên nerast bêjin, hê gelek xerabtir e. Eger em wusa bikin, mala me wê bibe
şkefteke tarî.
Di şkeftê de pencere tunin, bi tenê deriyek heye. Di şkeftê de ronahî kêm e, ew tarî û hêmî ye û qet
ne cihekî wusa ye ku zarok bikarin lê şa bibin û tê de mezin bibin. Eger em di mala xwe de derewan
bikin û nerastiyê bêjin, zarok wê ji me hîn bibin û eynî tiştî bikin. Mala me wê bi xapandin, nebawerî,
hêrs û zordariyê tije bibe.
Lê belê çaxê zarokek hîn bibe ku berê rastî û qenciyê rûmet e û dema ew hîn bibe ku berê derew û
diziyê şermezarî ye, hingê ewê bibe mirovekî birêz û hurmetkar.
Di nav jin û mêr de jî weha ye. Çaxê mêr dibîne ku jina wî nazik, dilsoz û rast û pak e, ew di çavê
wî de hê qedirbilindtir dibe. Herweha çaxê jin dibîne ku mêrê wê nerm, dilsoz, rast û pak e, ew di çavê

17
wê de hê giranbihatir dibe. Hurmetkirin bingehê hezkirinê ye. Îcar, eger hûn bixwazin ku hezkirina di
nav we de xurt bibe, hingê qîmet bidin hevdû û ji hev re hurmetê bikin!

Carna mirov zirtê xwe didin û nerastiyê dibêjin, çimkî ew dixwazin ku di demeke kin de siyaneta
wan bê girtin. Lê belê hurmet û qîmet di rojekê de nayên qezenckirin.

Bêguman, divê em hemû di dan û standinê de bi edeb û nazik bin, lê belê mana qîmet û hurmetê ji
ya edebê gelek kûrtir e. Qîmet û hurmet ne tenê bi helwest û lebatên berçav ve girêdayî ne. Nexêr,
qîmet û hurmeta rastîn ji dil tên. Carna mirov bi rêzdarî hurmetê ji yekî din re dikin, lê dîsa jî ew di
dilê xwe de li wî ewle nabin û jê bawer nakin.

Gelo divê mêr çi bike ku jina wî siyaneta wî bigire? An divê jin çi bike ku ew di çavê mêrê xwe de
hêja xuya bibe? Bersiva vê yekê ne gelek giran e. Ji xwe bipirsin û bifikirin: Hûn dixwazin di
qerektêrê mirovên din de çi tişt hebin?
Em li ser çend ji wan tiştan hinekî peyivîn, ma ne wusa ye? Çaxê ku em dilsoz bin û bi hurmet bi
hev re bipeyivin û guhê xwe bidin hevdû û zimanê me ne bi hêrsê, lê bi nermî û bi dilovaniyê
bipeyive, hingê emê bingehê qîmet û hurmetê ava bikin û qayîm bikin.
Eger ew tişt di jiyana me de xuya bibin û bikevin şexsiyeta me, zû an dereng mirovên din wê dest pê
bikin, siyaneta me bigirin.

Dostên delal, gotinên we çiqas rast in? Nîv bi nîv, an zêdetir? An ji sedî heştê? Qenc li ser vê pirsê
bifikirin! Qîmet û hurmeta te ya li ber Xwedê li ser mêzînên rastiyê tên kişandin. Eger em bi gotinên
xwe ve wek zêr li ser mêzînan bên kişandin, qîmetê me wê çi be? Em dizanin ku zêrê xas heye û zêrê
qelp jî heye. Zêrê 14 eyar heye û zêrê 24 eyar jî heye.
Belkî hûn dibêjin: «Em bi tenê ji bo feyda xwe an ji bo parastina siyaneta xwe, nerastiyê dibêjin.
Lê belê mirovên hê ji me xerabtir jî hene, bi tenê eger ew bizanin ku ewê bi gotina rastiyê peran
qezenc bikin, ewê rastiyê bêjin.» Bêguman helwesteke weha nexweşiyeke hiş û aqilê mirov e.
Çaxê ku em li zarokên xwe dinêrin, em dibînin ku ne lazim e ku yek derewan hînî wan bike. Bêyî ku
yek ji wan re bêje, ji xwe ew bi derewan dizanin. Lê belê heta ku zarok hîn bibe rastiyê bêje,
perwerdekirin û terbiyekirin lazim e.
Erê, derew tiştekî pîs û xerab in. Derew me dixapînin, ji me re dibêjin: «Tu nerastiyê bêjî, tê ji vî
halê xerab xilas bibî.» Em dizanin ku ev yek ne rast e, lê dîsa jî em derewan dikin û nerastiyê dibêjin.
Belkî ji bo demeke kin emê ji tengahiyekê xilas bibin, lê belê ew derew dilê me qul dikin û hin bi hin
tevahiya qîmet û siyaneta me tê re derdikevin, winda dibin û tama jiyana me namîne.

Mesele em bêjin, ez ji xebata xwe vedigerim mal û ez dibînim ku jina min aciz e, çimkî zarokan li
hev xistiye û digirîn û şîv jî ne amade ye. Îcar ma hingê ez dikarim çi bikim ku ev halê nebaş qenc
bibe?

18
Belkî di cih de hêrsa min rabe û ez bifikirim ku li jina xwe bixim. Bi taybetî eger yek, ji xebata
rojeke dirêj pirr westayî be, ew zû weha difikire. Lê bi rastî feyda vê yekê qet tune! Ji xwe di mal de
her tişt serobino bûye û her kes aciz bûye. Ma wê qenc be eger ez bi hêrsa xwe, qerebalix û acizbûna
maliyên xwe hê zêdetir bikim? Belkî jina min tam ji vê yekê ditirse, lê belê ma zilamekî biaqil û
şehreza dixwaze ku her tiştî hê xerabtir bike? Nexêr!

Ma di vî halî de riya baş wê çi be? Çawa ez dikarim alîkariya maliyên xwe bikim? Mesele ez
dikarim zarokeke ku digirî hilgirim û hêstirên wê paqij bikim û ez dikarim ji jina xwe re bêjim: «Ez
dibînim ku te rojeke pirr zehmet derbas kiriye; ezê bi zarokan re derkevim, da ku li mal hinekî bêdengî
hebe û tu bikarî bêyî ser xwe û rihet bibî.»
Belkî hûn dibêjin: «Helwesta vî zilamî çiqas ecêb e!» Lê belê ez ji we hêvî dikim ku hûn qenc li ser
vê yekê bifikirin û bibînin ku encama vê helwestê wê çi be.
Pêşî rewşa wê tevliheviya di mal de wê bê guhertin û hingê wê dest pê bike, hin bi hin her tişt wê
serûber bibe.
Lê ya herî girîng ev e: Çaxê ku em halê jina xwe bibînin û xema wê bixwin, hingê ewê bi hezkirina
me bihese û dilê wê, wê rihet bibe. Bi vî awayî ne tenê rewşa xerab wê bê guhertin, lê belê tovê qîmet
û siyanetgirtinê jî wê di dilê maliyên me de bê çandin.

Ez û tu, em ji wan mirovan re hurmetê dikin ên ku em li wan ewle dibin û ji wan hez dikin. Çima
em ji wan hez dikin û li wan ewle dibin? Bersiva vê yekê ev e: Ew mirov li ser hewcedariyên mirovên
din difikirin, yanî haya wan mirovan ji hewcedariyên mirovên din heye; ew mirovên nerm in û ew bi
xêrxwazî guhê xwe didin raman û pêşniyarên mirovên din. Bi kurtî, em dizanin ku ew mirov hêja ne
ku em hurmetê ji wan re bikin.
Bêguman em li hember gelek mirovan bi rêz û nazik in, lê belê em ji dil û can bi tenê hurmetê ji
çend mirovên taybet re dikin – çimkî em dizanin ku ew, mirovên rast û qencîxwaz in.
Ey jina delal û şîrhelal, kengê û çend caran te ji mêrê xwe re gotiye: «Ez ji te re gelek spas dikim ku
tu gelek ji bo me hemûyan dixebitî. Û ez gelek spas dikim ku tu me diparêzî û abora me dikî.»
Kengê an çend caran te bi gotineke xweş, an bi rûyekî beşaş ji mêrê xwe re spas kiriye?

Ey mêrê xebatkar û bargiran, kengê û çend caran te peyveke şêrîn û xweş ji jina xwe re gotiye? An
kengê û çend caran te bi dilxweşî alîkariya wê kiriye?
Eger tu weha nekî, bi rastî tu yekî aqilsivik î. Jina te wek guleke spehî û bedew e, lê em hemû
dizanin, eger mirov gulan av nede, kulîlkên wan wê bikevin. Wek ku gul li hêviya avê ne, wusa jî jina
te li hêviya dilovanî û pesindana te ye.

Qerektêrê jin û mêr li ber çavê her kesî eşkere nabe, lê bêguman qerektêrê wan di mal de tê dîtin.
Eger di mal de jin û mêr qîmet nedin hev û siyaneta hev negirin, ew mal bê ronahî ye û wek şkefteke
tarî ye. Eger di malekê de elektrîk nebe, divê ku ew findan yanî mûman bi kar bînin û ew ji tuneyî

19
çêtir e, lê belê ew gelek ronahiyê nadin û di gelek enîşkan de tarî dimîne û divê mirov hêdî hêdî bilive,
da ku xwe li tiştekî nexe.
De vêca mala ku dilrastî tê de nebe, eynî weha ye. Di tariyê de pirs û şik zêde dibin û yek nikare li
yê din ewle bibe. Divê ew sirên tarî veşartî bimînin û hin bi hin tarî û derew aştiya malê xera dikin. Di
nav jin û mêr û zarokan de rayên bêewlehî û rikdariyê derdikevin û zû mezin dibin.
Bêguman çaxê ku mala me bikeve vî halî, wê ji her kesê malê re pirr xerab û dilêş be. Lê belê
daxwaza Xwedê ne ev e; ew dixwaze ku di mala me de rohnî hebe û ronahiya Xwedê wê hem şahî û
hem jî ewledarî û hurmetê bi xwe re bîne.

Dostên delal, di mala we de çiqas ronahî heye? Ma di malên me de tenê çend mûm û findên biçûk
hene, an ronahiya Xwedê heye? Gelo mala we mîna şkefteke tarî ye, an maleke xweş û ronahî ye?
Ma ne çêtir e ku em îro dest pê bikin, qîmet bidin hev û siyaneta hev bigirin û hezkirina xwe ya ji
hevdû kifş bikin? Ma çi sedem heye ku em îro, ha niha dest bi van tiştan nekin,?

Ji kerema xwe li ser van tiştan qenc bifikirin:

1. Biryara xwe bidin ku îro hûnê ji kêmahî ve carekê cesaretê bidin jina xwe, an pesnê wê bidin.
Binêrin ku çi wê çêbe. Eger gotinên we cara pêşî rast neyên fêmkirin, cesareta xwe winda nekin!
Eger darek demekê bê av mabe û piştre tu wê av bidî, ji xwe wê çend rojan bikişîne heta ku ew dîsa
şîn bibe.

2. Ji dêla ku hûn ji maliyên xwe re peyvên hişk bêjin, biceribînin û bi nermî bi wan re bipeyivin.
Eger peyvên we her gav hişk û bi hêrsê tije bin, hingê gaveke qenc a ku divê hûn bavêjin ew e ku
hûn pêşî hinekî bêdeng bimînin û piştre bersîvê bidin.

Carna ji me mêran re tê gotin: «Hay ji xwe hebin! Eger hûn carekê beşaş û dilovan bin, jina we wê
bixwaze ku hûn her gav beşaş û dilovan bin û ewê we bixapîne.»
Lê bi rastî, ev raman û gotinên weha bêaqiliyeke mezin in. Ma baxçevanek heye ku ji xwe re bêje:
«Eger ez îro van gulan av bidim, wê her roj avê bixwazin! Loma çêtir e ku ez wan qet av nedim...» Em
dizanin ku tu kes wusa nabêje.
Erê, dostên delal, an emê guleke spehî û bîhnxweş bixwazin û hingê emê wê her roj av bidin, an jî
divê em guleke spehî û bîhnxweş nexwazin û hingê ne lazim e ku em wê av bidin. Lê belê eger hûn
bixwazin ku jina we wek guleke spehî û bîhnxweş be, cesareta wê neşkênin û xema wê bixwin!

3. Ma di mala we de pîvana qîmet û siyanetê çi ye? Hûn, xwe bi mêzînên qîmetê rastîn biwezinînin!
Di mijara siyanetgirtinê de, gelo ma mala we wek maleke zêrê 14 eyar e an wek zêrê 24 eyar e?

20
6. Pêwendiya kûr a di nav jin û mêr de

Ey jinên delal û mêrên xoşewîst, ma hûn jin û mêr hevdû qenc nas dikin, an nas nakin? Mesele: Jina
te ji çi rengî pirr hez dike? Şîrîniya ku ew pirr jê hez dike, kîjan e? An ew ji çi cûreyê cilan hez dike?
Qenc e ku tu bi wan tiştan bizanî, çimkî eger Xwedê jiyanê bide we herduyan, jina te wê hê gelek
salan bi te re bijî. Loma girîng e ku tu bi wan tiştên ku ew ji wan hez dike an hez nake, bizanî.
Eynî pirs ji bo jinan jî hene: Çi xwarin bi dilê mêrê te ye? Ew ji çi sporê hez dike?

Di van tiştan de gelek caran di nav jin û mêr de ferq heye; jin zû fêm dikin ku mêrên wan ji çi tiştan
hez dikin, lê mêr gelek caran nikarin wan sirên biçûk ên jinên xwe bizanin. Gelek caran mêr eşkere
dibêjin: «Ez ji vê yekê hez dikim û ji vî tiştî hez nakim.» Di nav jinan de ev tişt hê zêdetir bi hest û
dilîniya wan ve girêdayî ne û ew van tiştan bi peyvan diyar nakin. Loma divê ku mêr qenc guhdarî
bike û qenc bala xwe bideyê ku jina wî çi hildibijêre û dilê wê bi çi tiştan şa dibe. Heyf û mixabin
gelek mirov di vê yekê de ne gelek jêhatî ne, lê belê eger em bixwazin ku di nav me de pêwendiya ji
dil û can, yanî têkiliya kûr hebe, divê em li ser van tiştan hîn bibin.
Jina te ji çi û çi hez dike û ji çi û çi hez nake? Dilê wê bi çi tiştan şa dibe an bi çi xemgîn dibe? Ev
pirs ne gelek zehmet in, lê belê zû zû nebêjin: «Ji xwe em bersivên pirsên weha dizanin!» Eger mêrek
li ser van tiştan hinekî lêkolînê bike û li bersîvên wan bigere, bi rastî ewê bibe hem mêrekî şa û hem jî
mêrekî şehreza!

Çaxê ku jin li ser pêwendiya zewacê, yanî li ser têkiliya di nav jin û mêr de difikirin, li gor bîr û
baweriya wan ya herî girîng çi ye?
Carekê yekî ev pirs ji çend zilaman pirsî û bersîva wan jî ev bûn. Di gumana wan de tiştên herî
girîng ev bûn:
1. Pere
2. Spehîtahî
3. Alîkarîkirin
4. Nêzîkahî
Hingê eynî pirs ji jinên wan mêran hat pirskirin (wan bi bersîva mêrên xwe nizanibû). Bersîva jinan
weha bû:
1. Nêzîkahî
2. Alîkarîkirin
3. Pere
4. Spehîtahî

Bi rastî spehîtahiya mêrên wan ne gelek xema jinan e, lê belê di çavên wan de gelek girîng e ku di
nav jin û mêr de nêzîkahiyeke kûr hebe û mêrên wan amade bin ku alîkariya jinên xwe bikin. Ew
dixwazin pişta wan bi hev qayîm be.

Bêguman Xwedê jin afirandin û wî jin weha afirandiye ku ew bixwaze mêr ji wê pirr hez bike, xema
wê bixwe û qenc li wê xweyî bibe. Çaxê jina te bizane ku tu ji wê hez dikî û çaxê ew bizane ku tu bi
21
dilxwazî alîkariya wê dikî, jina te wê jineke dilşa be. Lê belê gelek mirov fêm nakin ku jineke
bextewar hem mêrê xwe û hem jî zarokên xwe bextewar dike.
Yanî jina te wek xezîneyeke pirr giranbiha ye, lê divê ev xezîne bê kolandin heta ku ew bê dîtin. Ka
tê çiqas tiştên hêja di xezîneyekê de bibînî, tê ewqas bi wan şa û bextewar bibî. Wusa jî çaxê tu bi
pêwistiyên jina xwe bizanî û li gor wan bikî, tê ewqas pîroz û bextewar bibî.

Piştî demekê min bi xwe dît ku eger ez bi comerdî xema jina xwe bixwim, ewê her gav gelek şa
bibe. Bi vê yekê ew fêm dike ku ez pirr ji wê hez dikim û bi vê yekê ew dizane ku ew di çavê min de
pirr hêja ye. Di rûyê wê de tê dîtin ku ew pirr kêfxweş û serbilind e ku ew jina min e.

Carekê ez çûm ba dostekî delal. Ew di nav çiyan de di gundekî asê de rûdine. Ew dost bi emir ve
gelek ji min meztir e û ew min ji zaroktiya min ve nas dike. Em li ser sifrê rûniştin û piştî demekê jina
wî ji odeya jinan derket ku bibîne, ka me xwarin xilas kiriye, an ne. Gava ku wê sênî hildan, dostê min
ji wê re got: «Xwarina te pirr xweş bû.» Rûyê wê yê westayî di cih de rohnî bû û ew bêdeng beşişî. Di
wê gavê de min fêm kir ku hem dostê min, mêrekî şehreza ye û hem jî jina wî, jineke bextewar e.

Heta niha me li çend pirsên girîng nêrî: Me dît ku divê jin û mêr ji bo zewaceke qenc bixebitin; me
dît ku di nav jin û mêr de qîmetdayîn û hurmetkirin çiqas girîng e; herweha me dît ku divê jin û mêr bi
hurmet bi hev re bipeyivin. Û me dît ku hurmeta rastîn ji dil tê. Lê di vê dersê de em dixwazin li ser
pirseke ku hê girîngtir e, bifikirin. Pirsa pêşî ev bû: «Jinno û mêrno, ma bi rastî hûn hevdû qenc nas
dikin, an na?»
Ez dixwazim careke din vê pirsê bînim ber çavê we, lê mana vê ne eynî ye. Ez êdî naxwazim
bipirsim ka ew rengê ku jina te jê hez dike, çi ye. Ez dixwazim bipirsim ka tu dizanî jina te an mêrê te
bi rastî kî ye?

Xwedê her yek ji we bi cûreyekî taybet afirandiye. Wî gelek tiştên qenc û baş dane we herduyan. Wî
malek daye we, yanî wî dê û bav û xwişk û bira dane we û wan jî hûn perwerde kirine. Yanî mala we
dirûv daye şexsiyeta we û jiyana we.
Eger tu zilamekî wusa bî ku bavê te bi diya te re dilovan bû, hingê ji bo te ne tiştekî taybet û zehmet
e ku tu jî bi jina xwe re dilovan bî. Eger tu jineke wusa bî ku bavê te bi diya te re cirxweş bû, hingê tê
hêvî bikî ku mêrê te jî cirxweş be.
Yanî hûn herdu ne bi dil û canekî vala ketine jiyana hev û zewicî ne. Nexêr, we di jiyana xwe de
hem tiştên qenc û hem jî tiştên xerab dîtine û wan tiştan dirûv daye şexsiyeta we. Piştî ku mêrek jinê ji
xwe re bîne, divê ku ew herdu jî, wan tiştên qenc ên ku ew hîn bûne, bi hevdû bidin zanîn. Herweha
divê ew, wan tiştên xerab ên ku wan di jiyana xwe de dîtine, ji hev veneşêrin an înkar nekin, da ku ew
bi hev re bikarin li ser wan tiştan bixebitin û tiştên qenc bixin dewsa tiştên xerab. Bi vê yekê hûn
herdu jî, hûnê di têkiliyên xwe yên di nav jin û mêr de pêş ve herin û di wan de perwerde bibin.

22
Lê belê divê em binêrin ka jin û mêr çawa dikarin li ser van tiştan hîn bibin? Ev pirseke giran e. Bi
rastî, ji bo van tiştan li hêviya xesûya xwe an jinbira xwe nemîne! Divê hûn bi xwe çend gavan
bavêjin:

Pêşî divê hûn bi xwe bixwazin ku li ser mala jina xwe an mêrê xwe hîn bibin. Herweha li ser jiyana
jina xwe an li ser jiyana mêrê xwe hîn bibin.
Ya diduyan: Bi hev re wext derbas bikin û bi hev re bipeyivin. Wek ku me dît, carna jin û mêr di
eynî malê de rûdinin, lê ew tu caran bi awayekî kûr bi hev re napeyivin û guhdariya hev nakin. Eger
hûn bi tenê ji bo ku hûn tiştekî ji hev bixwazin bi hev re bipeyivin, ev qet ne bi hev re peyivîn e! Ma
qey jina te an mêrê te tenê firoşkarek e? Nexêr; lê pêwist e ku hûn li ser her pirsgirêk û hewcedariya
xwe û mala xwe bi hev re bipeyivin.

Niha wê qenc be ku em bi kurtî li destpêka jiyana jin û mêrê pêşî binêrin. Wek ku hûn dizanin, mêrê
pêşî Adem bû û jina pêşî, jina wî Hawa bû. Di Tewratê de li ser afirandina Hawayê weha dibêje:
«Xudan Xwedê ji wî parsûyê ku ji Adem standibû jinek çêkir û ji mirov re anî.» (Destpêkirin 2:22)

Ev çi tiştekî newaze bû! Xwedê parsû ji Adem stand û ji wî parsûyî Hawa çêkir. Em çawa dizanin
ku ev yek weha çêbû? Ji xwe Adem ketibû xewê û çaxê ku ew hişyar bû, ew sip û sax bû û Hawa li
ber wî disekinî. Yanî Adem bi xwe jî nedît ku Hawa ji ku derê hat ba wî. Îcar em ji ku derê dizanin ku
Xwedê çawa Hawa çêkir? An ya hê girîngtir: Çima em dizanin ku Hawa çawa hat afirandin?
Bersîv ev e: Xwedê dixwest Adem bizane û em hemû bizanin ku Hawa ne ji lingê Adem an ji pişta
Adem an ji serê Adem, lê belê ji hestiyekî ku ji newqa Adem bû, ew hatibû çêkirin. Loma wî emir da
Mûsa pêxember ku ew vê yekê di Tewratê de binivîse.
Yanî Xwedê ji bo çêkirina Hawayê hestiyekî ku nêzîkî dilê Adem bû hilbijart. Bêguman Xwedê
dixwaze ku jin û mêr nêzîkî hev bin. Çaxê ku ew ji hevdû hez bikin, ew nêzîkî hev in. Ev yek ne tenê
ji aliyê pêwistiya fîzîkî ve weha ye, lê belê di mijara dilîniya jin û mêr û tiştên ruhanî de jî, ev yek eynî
weha ye. Eger hûn bixwazin ku dilê we nêzîkî hev be, divê hûn dest pê bikin û hevdû qenc nas bikin

Heyf û mixabin gelek jin û mêr hene ku di dil de hev berdane. Hêrs û tehlî ketiye navbera wan û di
hevpeyivîna wan de dilsarî û ezperestî zêde bûye. Belkî ew zirtê xwe didin ku wan bi eşkereyî hê
hevdû bernedane û hê bi hev re dijîn, lê belê zewaca wan rûmetê nade Xwedê. Maleke weha wê çawa
bi dilê Xwedê be?
Ma hûn di dilê xwe de çiqas nêzîkî dilê jina xwe, an dilê mêrê xwe ne? An hûn çiqas dûrî dilê jina
xwe an mêrê xwe ne? Bersîva vê pirsê bi vê yekê kifş dibe: Ji xwe bipirsin, ma di jiyana we de çiqas
dildizên we yên ku hûn ji ber jina xwe an ji ber mêrê xwe vedişêrin, hene?
Eger hûn bi xwe ve dilrast bin, hûnê zû bibînin ku dilê we ji dilê jina we an ji dilê mêrê we çiqas dûr
e, an çiqas nêzîkî wê an wî ye. Gelek caran sedema tiştên dildiz, an dilsozî an jî ezîtî ye. Tiştên weha
mala we xera dikin û dilan ji hev dûr bixin.

23
Mana dildizînê çi ye? Dildizîn ew e ku mirov agahiyê nede jina xwe an mêrê xwe. Eger tu tiştekî ji
yê din veşêrî, ew pê dihese û çaxê ku em tiştekî ji ber jina xwe an ji mêrê xwe veşêrin, em dûrî hev
dikevin. Û çaxê ku dilsozî winda dibe, nêzîkahî jî winda dibe.
Heta ku di nav jin û mêr de nêzîkahî nebe, ew nikarin di yekîtiyê de bi hev re bixebitin û bi hev re şa
bibin û zû zû hezkirina di nav wan de sar dibe. Eger jin û mêr li ser gelek tiştan agahiyê nedin hev, ew
rê didin dijminê têkilî û dan û standina xwe. Hingê Îblîs navendeke tarî dibîne ku wan ji hev dûr bixe.
Eger jina te guman bike an bizane ku tu tiştekî ji ber wê vedişêrî, ewê ji xwe re bêje ku tu ne ji dil û
can ji wê hez dikî û ew qîmet nade te. Eger mêrê te guman bike ku tu tiştekî ji wî vedişêrî, ewê bêje ku
tu wî ji dil û can qebûl nakî û siyaneta wî nagirî.

Em di Kitêba Pîroz de dibînin ku di destpêkê de ji bilî Adem û Hawayê tu mirovên din li ser erdê
nebûn. Di wê demê de guneh hê neketibû vê dinyayê û di Tewratê de dibêje ku «Mirov [yanî Adem] û
jina xwe, herdu jî tazî bûn û ji hev şerm nedikirin.» (Destpêkirin 2:25)

Li vir em dibînin ku Xwedê hem jin û mêr afirandin û hem jî wî dixwest ku ew qet tiştekî ji hev
veneşêrin. Heta bedena wan jî ne tiştekî ji hevdû veşartî bû û herweha dil û ruhê wan jî ji ber Xwedê û
ji ber hevdû ne veşartî bûn.
Lê piştî ku guneh ket dinyayê, wan di cih de dest pê kir, xwe hem ji ber hev û hem jî ji ber Xwedê
veşartin. Lê belê ma kî dikare xwe ji ber Xwedê veşêre? Kî dikare xwe ji jina xwe an ji mêrê xwe
veşêre? Gotina pêşiyan rast dibêje: «Kesek wek jinê, bi mêrê xwe nizane» û herweha kesek wek mêr,
bi jina xwe nizane. Ma kî ji jina te bêtir ji te hez dike? Kes tune ku bêtir ji te hez bike. Ma bi rastî jî tu
dixwazî xwe ji ber wê jina xwe ya ku ji te hez dike, veşêrî? Ma kî ji mêrê te bêtir ji te hez dike? Ma bi
rastî tu dixwazî xwe ji ber wî veşêrî?

Gelek mirov hene, fêm nakin ku nêzîkahiya bedenî ya di nav jin û mêr de bi nêzîkahiya dil û ruhê
jin û mêr ve girêdayî ye. Ji bo pêwistiya jin û mêr têrê nake ku ew di eynî malê de rûnin an di eynî
odeyê de bin – divê ku hem dilê wan û hem jî ruh û canê wan nêzîkî hev bin. Ka çiqas kêfa we tê ku
hûn di jiyana xwe de bi hev re ne, evqas hûnê bi hev şa bibin. Loma bi hev re li ser şahî û kêfxweşiyên
xwe yên rojane bipeyivin; di şahiyê de bi hev re şa bibin û di tengahiyê de hanê bidin hevdû, yanî di
ber dilê hev de werin.
Wî çaxê ku mirov bi vê yeka ku ew bi hev re ne şa dibin, hingê nêzîkahiyeke kûr dest pê dike. Lê
belê eger di zewacê de ev şahiya hezkirin û bihevrebûnê nebe, ezîtî û çavtengî peyda dibin û êdî jin û
mêr hev naxwazin.
Lê belê eger jin û mêr bixwazin ji hev hez bikin û ji hev re hurmetê bikin, di nav wan de
nêzîkahiyeke şêrîn pêk tê. Di nêzîkahiyeke weha de hem jin û hem jî mêr li hev ewle dibin û xema hev
dixwin; û dema ev yek çêbe, nêzîkahiya bedenî jî ji herduyan re şahiyeke gelek mezin tîne.
Bi rastî, di maleke tije hezkirin û hurmet de, gelek hebik û derman ne lazim in!

24
Mêrê ku ji Xwedê ditirse

Eger mêr di riya Xwedê de û li gor emrên wî biçûna, emê mirovên çawa bûna? Bi kurtî, emê
mirovên ku diperizin Xwedê bûna, emê dilsoz bûna, emê di xebata xwe de jêhatî bûna û emê dilnerm
bûna.

Mana perizîna Xwedê ew e ku mirov ji Xwedê re hurmetê bikin û rûmetê bidin wî. Eger em bi rastî
biperizîna Xwedê, ne pêwist bû ku me zirtê xwe bida û xwe bilind bikira; hem jî meyê bikariya li gor
wî emrê Xwedê bikira yê ku dibêje: «Ji jina xwe hez bike.»

Eger em dilsoz bin, tiştekî ku bivê em veşêrin an bi dizî bikin, wê nebe.

Eger em di xebata xwe de jêhatî bin, emê xwe ji berpirsiyariyên jiyanê dûr nexin. Lê emê maliyên
xwe biparêzin û wan qenc xweyî bikin.

Eger em dilnerm bin, emê bi dilxwazî yên din ji xwe bilindtir bigirin, emê zû hêrs nekevin û emê di
bihîstinê de bi lez bin.

Jina ku ji Xwedê ditirse

Jina ku ji Xwedê ditirse, wê desthilatiya mêrê xwe qebûl bike. Ewê xwediyê ruhekî xweheyî û nerm
be û xoşewîstî û xemla wê jî, wê ne tenê tiştên berbiçav bin, lê wê şexsiyet û xasîtiya wê be.

Jineke weha, ji Xwedê ditirse, yanî ew jineke dilpak û ji dil bi mêrê xwe ve girêdayî bimîne û durust
û dilsoz be;
Ewê desthilatiya mêrê xwe qebûl bike, yanî ewê hurmetê ji mêrê xwe re bike û wê bixwaze li xweşê
wî biçe.
Ew xwediyê ruhekî xwezayî û nerm e, yanî gotin û kirinên destên wê, wê rihetiyê bidin mirovên din.

Dilê hin mirov hînî hezkirinê bûye: Ew mirov dizanin ku ew çawa dikarin ji yên din hez bikin û ew
ji aliyê mirovên din ve jî hezkirinê qebûl dikin. Di dilekî wusa de dilnermiya rastîn tê dîtin.
Lê hin dil hene ku ew hînî hezkirinê nebûne: Ew mirov nizanin ku ew çawa dikarin ji yên din hez
bikin û ew nikarin ji mirovên din hezkirinê jî bistînin. Di dilekî wusa de zordarî û dilhişkî tê dîtin.

25
7. Sê miftên girîng

Ji bo ku di nav jin û mêr de pêwendiyeke kûr hebe, sê mifte, an em dikarin bêjin sê şert yanî sê
tiştên pêwist hene.

Mifta pêşî ev e: Divê ku cihê we hebe ku hûn lê rihet bibin û tu kes nekare we aciz bike. Gelek
caran em li ser tiştekî şexsî an taybet dipeyivin û zarokek dest pê dike, digirî, an dengê telefûnê tê, an
tiştekî din serê me tevlihev dike û em nikarin bala xwe bidin jina xwe an mêrê xwe.

Belkî pêwist be ku hûn derî li pişt xwe bigirin, an belkî divê hûn biçin cihekî din, lê di zewacê de
pirr girîng e ku jin û mêr bi serê xwe bimînin û wextê wan ê bêpêjin hebe. Carna divê hûn ji bo vê
yekê bisekinin, heta ku zarok binivin an jî herin mektebê. Divê ku hûn li ser wext û li ser cihekî ji bo
xwe bifikirin û planên xwe çêkin.

Di vê dinya me de, divê her tişt zû amade bibe û her tişt zû jî derbas bibe. Carna divê ku xwarin
zûka bê amadekirin, lê di hezkirina di nav jin û mêr de ev yek çênabe. Wext lazim e ku di pêwendiya
we de hezkirin kûr û şêrîn bibe.
Eger hûn herdu tu caran bi serê xwe bi hev re nemînin, hingê dil û canê we wê her gav dûrî hev
bimîne û hûnê zû ji tenêbûna weha aciz bibin. Piştî demekê hûnê bifikirin: «Jina min qet xema min
naxwe», an hûnê bêjin: «Mêrê min qet guhdariya min nake». Hay ji xwe hebin û xwe ji van tiştan
biparêzin!
Lê belê eger hûn wext û cihekî bibînin ku hûn bikarin bi serê xwe bi hev re bimînin, hingê hûn
evqas zû hevdû çewt fêm nakin û hezkirina we wê zêde bibe û hûnê bi kêfxweşî û têrbûnî li hev
binêrin û guhdariya hev bikin.
Loma ji bo xwe hem wext û hem jî cihekî kifş bikin, da ku hûn herdu bikarin bi rihetî nêzîkî hev
bibin. Bi hev re dua bikin, guhdariya hev bikin, di şahiyê de bi hev re şa bibin û di tengiyê de bi hev re
bigirîn û hûn herdu alî ji hev hez bikin.

Mifte an şertê diduyan ew e ku me hay ji ziman û gotinên xwe hebe. Gotina pêşiyan dibêje: «Dil
ne sifre ye ku mirov li ber hemû kesî veke.» Divê ku em herdu qebûl bikin û biryarê bidin ku em bi
tu kesî din re li ser daxwaz û sirên xwe nepeyivin. Tiştên ku di nav jin û mêr de tên gotin, ne ji bo
bihîstina tu kesî din in. Hezkirin bê dilsozî çênabe û eger em bi mirovên din re bipeyivin, divê ku em
pirr hay ji tiştên weha hebin. Ev ji bo mêran û belkî hê bêtir ji bo jinan gelek girîng e. Mirov hez dikin
ku bi hev re bipeyivin û dema ku tiştên birêz nemînin ku li ser wan bipeyivin, hingê ew tên defdan ku
ew li ser tiştên ne li ser rê jî bipeyivin. Bi taybetî cîran, dost û heval her gav di jiyana mirovên din de li
tiştên balkêş digerin. Loma divê ku em hişyar bin. Eger tu bixwazî siyaneta mêrê xwe biparêzî, divê
ku tu carna devê xwe bigirî û divê tu nehêlî ku sirên we di nav xelkê de belav bibin. An nexwe, mêrê

26
te wê êdî tiştên girîng ji te re nabêje û hûnê ji hev dûr bikevin. Bînin bîra xwe: Hawa ji parsûyê Adem
hat çêkirin. Di bedena me de parsû dilê me diparêzin û eynî weha divê ku tu dil û siyaneta mêrê xwe
biparêzî û sirên mala xwe belav nekî, an nexwe, ewê fikrên dilê xwe ji ber te veşêre.
Silêman padîşah di Kitêba Pîroz de weha gotiye:
«Yê ku peyvan bi xwe re digerîne, siran jî eşkere dike.» (Gotinên Silêman 20:19)
û weha jî gotiye:
«Kî dikare jineke hêjabilind peyda bike?
Ew ji lal û durran gelek hêjatir e.
Dilê mêrê wê li wê ewle dibe.» (Gotinên Silêman 31:11)

Mifte an şertê sisiyan ew e ku em hay ji çavên xwe hebin. Ez bawer dikim ku di vê yekê de
ceribandin ji bo zilaman meztir e, lê dîsa jî divê jin jî hay ji xwe hebin. Mêrno, divê çav û dilê we bi
tenê li ser jina we be û hûn bi tenê bi wê kêfxweş bin.
Çaxê ku jin pê bizane ku çav û dilê te bi tenê li ser wê ye, tu bi tenê bi wê kêfxweş î û çavên te li
jinên din nagerin, hingê ewê bixwaze ku ew di çavên te de hê dilkêş û bedewtir be. Ewê bizane ku ew
di çavê te de yekane ye û bi rastî tu ji dil û can ji wê hez dikî û hurmetê jê re dikî.
Di van rojan de li her derê gelek jin bi vî awayî nayên hezkirin, lê belê eger hûn bi vî cûreyî ji jina
xwe hez bikin, ewê serê we rakin û wê bibin taca serê we. Jina te wê li te ewle bibe û ev yek wê ji te re
xezîneyeke mezin be. Ev aliyê erênî ye
Lê belê hay ji xwe hebin, aliyê nerênî jî heye û talûke ye: Eger jina te bizane ku gelek jinên din di
hişê te de hene, ewê diljar û çavnebar bibe. Eger hûn di xebata xwe de, di rojnameyan, di televizyonan
an di internetê de, bi dilxwazî li jinên din binêrin, ewê ji xwe re bêje: «Ez ji bo mêrê xwe bi tenê wek
navmaliyekê me.»
Bi rastî eger hûn bi tenê di dil û fikrên xwe de jî çav li der bin, ev yek wê zewaca we xera bike û
hûnê bibin mîna gayê ku diçe qesebxanê.

Jina we wê di dengê we de bibihîze û di çavên we de bibîne ku dilê we bi wê ne xweş e. Eger te hay


ji çavên xwe nebe, tu deriyê dilê xwe ji jinên din re vekî; hingê hêdî hêdî di dilê te de cih wê ji jina te
re kêm bibe û di dawiyê de cih jê re namîne. Bi vî awayî tê hem zewaca xwe xera bikî û hem jî xwe bi
xwe û jina xwe helak bikî.
Xwedê jin daye te, da ku hûn herdu bi hev re şa bibin. Lê belê eger hûn herdu hay ji çavên xwe
nemînin, ew şahî wê hin bi hin winda bibe. Belkî pêşî bi tenê tiştekî biçûk û bêxem wê xuya bibe, lê bi
rastî ew tişt jehra kujdar e û divê em xwe ji vê jehrê biparêzin.

Bila ev gotina Eyûb pêxember di dil û hişê me hemûyan de bimîne. Eyûb di Kitêba Pîroz de gotiye:
«Min bi çavên xwe re peyman girêdaye ku ez bi dilxwazî li keçikekê nenêrim.» (Eyûb 31:1)

27
8. Zarokên me I

Di Zebûrê de li ser zarokan weha dibêje: «Zarok ji Xudan mîras in û berê malzarokê xelat e.»
(Zebûr 127:3).
Bi rastî her zarokekî ku Xwedê dide me, xelateke mezin e. Xwedê ji zarokan gelek hez dike û ew di
Tewrat, Zebûr û di Încîlê de li ser zarokan gelek tiştan ji dê û bavan re dibêje. Ew dixwaze ku em
zarokan li gor riya rast hîn bikin, da ku ew di wê riyê de biçin.
Eger zarokek di piçûkahiya xwe de tiştên qenc hîn bûbe û bihîstibe û wî di xortaniya xwe de guhê
xwe nedabe wan tiştan jî, piştre ew tiştên qenc wê bên bîra wî û Xwedê dikare wî zarokî ji riyên xerab
û neqenc xilas bike, çimkî peyva Xwedê wek tovê qenc di dilê wî zarokî de hatiye çandin û ew peyvên
qenc, wê rojekê ber bidin.
Lê eger tiştên qenc, di dilê wan de neyên çandin, yanî şîretên Xwedê li wan neyên kirin, hingê ew
zarok wê zûtir ji rê derkevin û vegerîna wan jî wê ne hêsanî be, ji ber ku jiyana wan ne li ser bingehekî
saxlem hatiye avakirin. Ji ber vê yekê Xwedê dibêje: «Van gotinên min bixin dil û hişê xwe; wan wek
nîşanekê li ser destên xwe û wek bîranînekê li ser eniya xwe girê bidin. Wan hînî zarokên xwe bikin:
Çaxê hûn li malê rûdinin û çaxê hûn di rê de diçin, çaxê hûn pal didin û çaxê hûn radibin, li ser wan
bipeyivin!» (Dubarekirina Şerîetê 11:18.19)
Eger hûn bixwazin mala xwe bi şehrezayî û fêmdariyê ava bikin, hingê gelek sozên Xwedê yên
newaze ji bo we hene. Eger jin û mêr bi awayekî qenc bi hev re bipeyivin, eger zarokên we bizanin ku
hûn pirr ji hev hez dikin û hurmetê ji hev re dikin, hingê gelek tiştên din êdî ne pêwist in. Madem ku
hûn herdu dilsoz in û hûn tiştên dilê xwe ji ber hev venaşêrin û tu tiştî bi dizî nakin, hingê zarok wê
fêm bikin ku hûn hêjayî hurmetkirinê ne.

Xwedê ji zarokan re dibêje: «Qedrê dê û bavê xwe bigirin!» û ji dê û bavan re jî dibêje: «Hûn ji
Xwedê bitirsin û bila jiyana we bi rêz be.» Ev herdu tişt bi hev re girêdayî ne: Zarokên dê û bavekî ku
ji Xwedê ditirsin, gelek caran ew bi xwe jî ji Xwedê ditirsin û ji dê û bavê xwe re hurmetê dikin.
Silêman pêxember di Tewratê de bi meseleyeke xweşik tîne ber çavên me ku maleke weha çawa ye.
Ew li ser çirayekê dibêje û nîşanî me dide ku divê di her malê de ronahî hebe. Divê ji bo her
zarokekî ronahî hebe, da ku ew bikare riya jiyanê bi zelalî bibîne û kardestiya dê û bav ew e ku ew bi
hev re û di yekîtiyê de wê ronahiyê peyda bikin.
Di Kitêba Pîroz de Silêman pêxember weha gotiye:
«Kurê min, emrê bavê xwe bigire
û hînkirina diya xwe neavêje pişt guhê xwe.
Wan her gav bi dilê xwe ve girê bide;
wan bi stûyê xwe ve bike.
Çaxê tu rê ve biçî, ewê rêberiya te bikin;
Çaxê tu rakevî, ewê te biparêzin

28
Û gava tu hişyar bibî, ewê bi te re bipeyivin.
Çimkî emir çira ye û hînkirin ronahî ye;
Hişyarkirinên edebkirinê riya jiyanê ne.» (Gotinên Silêman 6:20-23)

Divê bav wek çira an wek fanosan bin, ên ku di wan de rûn heye. Eger rûn safî be, ronahî wê qenc
be. Mana emir li vir ew e ku divê bav sînoran deynin û wan biparêzin. Ew sînor hem jiyana hemû
maliyan diparêzin û hem jî jiyana wan xweyî dikin. Wek ku em dizanin, jiyana me ne tenê bedena me
ye, lê belê ruh û canê me ye û hem hestên me ye û hem jî hiş û aqilê me tê de ne. Ev hemû tiştên ha
kardestiya bav in.
Ya bavno, kar û kardestiya we ew e ku rûn di fanosê de safî be û di mala we de ronahî her zêde bibe.
Rûnê qirêjî durûtî ye, lê rûnê safî qerektêrê qenc e.
Mesele çaxê bav sixêfan bike yanî çêran bike, ma ew dikare ji zarokên xwe re bêje: «Çêran nekin!»
An çaxê bav derewan bike, gelo ma dikare ji zarokên xwe re bêje: «Lawo, derewan nekin, derew xerab
in!» Ma hingê zarokên wî nabêjin wî: «Çima tu bi xwe derewan dikî?» Çaxê ku mirov tiştekî xerab
bike, ew nikare ji hinên din re bêje: «Filan tiştî nekin!» Loma eger bav bixwaze ku gotinên wî bên
guhdarîkirin, divê pêşî şîretan li xwe bi xwe bike û guhê xwe bide şîret û peyvên Xwedê; hingê wê
bikare tiştên qenc ji zarokên xwe re bêje û hingê gotinên wî wê bên guhdarîkirin û wê bên qebûlkirin
jî.

Eger qerektêrê we ne safî be û hûn durû bin, hem jina we û hem jî zarokên we wê tevlihev û aciz
bibin û ew qet li we ewle nabin. Di maleke weha de, tu caran aştî çênabe.
Ya dayikno, pêwist e ku hûn di mala xwe de ronahî bin! Eger ronahiya we kêm be, belkî sedem ew e
ku mêrên we wek ku pêwist e ji we hez nakin. Dayika delal, eger mêrê te rûnê safî ji bo qendîla te
peyda neke jî, dîsa cesareta xwe winda neke! Kardestiya te jî heye ku tu di riya rast de rêve biçî û li
gor emir û şîretên Xwedê bikî. Çaxê ku rûn ne safî be jî, dîsa pêwist e ku fitil bê kinkirin û şûşe paqij
be, da ku çiqas ji destê te bê, tu wusa bikî ku ronahî şewq bide. Eger tu weha bikî, Xwedê bi xwe wê ji
te re hurmetê bide kirin.

Eger dê û bav di yekîtiyê de wek qendîlê û ronahiya wê bi hev re bijîn û bixebitin, ev yek wê ji bo
zarokên wan diyariyeke pirr giranbiha be. Eger hemû dê û bav li vê yekê bigeriyan, di malên wan de
wê hem ronahî û hem jî aştî hebûya û zarokên wan wê bikariyan bi awayekî qenc mezin bibûna û
bibûna mirovên gihîştî.

Ev gotinên Silêman padîşah hînî me didin ku divê têkiliya di nav dê û bav de çawa be. Lê belê divê
em hê bêtir li mana rûn binêrin; ka di vê meselê de mana rûn çi ye?

29
Ji bo fêmkirina vê yekê Silêman alîkariya me dike. Ew ji me re dibêje ku ji bo zarokan ji destpêkê
ve çi tişt lazim in. Ew ji me re diyar dike ku divê em sê tiştên bingehîn ji zarokên xwe re bêjin û divê
ew wan her sê tiştan hê di biçûkahiya xwe de hîn bibin.
Silêman pêxember weha dibêje:
«Çaxê ku ez kurê bavê xwe yê biçûk bûm û delalê diya xwe yê yekane bûm,
wî ez hîn kirim û ji min re got:
Bila dilê te gotinên min hişk bigire! Emrên min bigire û tê bijî.
Şehrezayiyê bistîne! Fêmdariyê bistîne!
Gotinên min ji bîr neke û ji wan varî nebe.» (Gotinên Silêman 4:3-5)

Hê ku zarokên me biçûk, divê em sê tiştan hînî wan bikin. Eger em van tiştan hînî wan bikin, hem
jiyana zarokan û hem jî jiyana dê û bavê wan wê hêsanîtir bibe.
Ji kerema xwe careke din van gotinên Silêman bixwînin û hûnê bibînin ku hê Silêman zarokekî
biçûk bû, bavê wî hînî wî kir ku divê ew guhdar be, yanî guhdariya bavê xwe bike û bi ya bavê xwe
bike.
Bavê Silêman jê re gotibû: «Bila dilê te gotinên min bigire!» Bêguman mana vê yekê hem
guhdarîkirin e û hem jî fêmkirin e. Ji xwe guhên zarokên we hene, lê eger ew hîn nebin ku divê mirov
çawa guhdarî bikin, ew nikarin riya rast bibînin.

Bavê Silêman jê re gotibû: «Emrên min bigire!» Bêguman mana vê yekê ew e ku divê emrên bav
bên anîn cih.
Bi rastî ev yek ne tiştekî zehmet e, lê gelek dê û bav van herdu tiştan hînî zarokên xwe nakin. Eger
zarokek hînî guhdarîkirinê nebe ku guhê xwe bideyê û li gor gotinên dê û bavê xwe bike, hingê ew ji
dê û bavê xwe re hurmetê nake.
Eger mirov nekare guhdarî bike û nekare li gor gotinên mirovekî din bike, ew mirov wê çawa bijî?
Li ser vê yekê Silêman gotiye: «Ey kurê min, eger tu bixwazî ji peyvên zanînê varî bibî, hingê dev ji
guhdarîkirina şîretan berde.» (Gotinên Silêman 19:27)

Di destpêkê de dê û bavên me şîretan li me dikin û ji me re dibêjin ka çi rast û çi nerast e; piştî


demekê serkarê me wê şîretan li me bike û wê ji me re bêje ku çi rast e û çi xelet e. Di tevahiya jiyana
me de dost û hevalên me wê hebin û ewê carna me hişyar bikin an wê ji me re bêjin ku divê tiştek di
jiyana me de bê guhertin. Û bi rastî Xwedê bi xwe jî di Peyva xwe de ji me re dibêje, çi qenc e û çi
xerab e û ew me edeb dike.
Loma eger zarokên we nezanin guhê xwe bidinê û nezanin bi ya we bikin, eger ew hîn nebin ku
şîretan qebûl bikin û li gor wan bikin, hingê ewê bi ku ve herin?
Silêman li ser vê yekê weha dibêje: «Ji bo wî yê ku perwerdekirinê red dike, belengazî û şermezarî
heye.» (Gotinên Silêman 13:18)

30
Çaxê ku zarok guhê xwe nadin emir û şîretên me, gelek caran em ji xwe re dibêjin: «Xem tune, ew
hê zarok e.» Lê heyf û mixabin, çaxê em weha dibêjin, em ronahiyê nadin zarokan. Divê ku zarok hîn
bibin ka çi rast e û çi nerast e. Bêyî ku yek rêberiya wan bike, ewê çawa wê riya rast a ku diçe jiyana
qenc bibînin? Ewê çawa bikarin riya rast ji riya xelet ferq bikin?

Çaxê ku em hatin vê dinyayê, her yek ji me zarokekî biçûk bû. Xwedê ev weha kir, da ku em hemû
dê û bav hînî zarokên xwe bikin ku ew çawa dikarin rêve herin û çawa dikarin bipeyivin û ew çawa
dikarin guhdar bin û bi ya dê û bavê xwe bikin. Bi tenê Adem û Hawa bi zaroktî nehatin vê dinyayê, lê
ew jî hewcê gelek emir û şîretên Xwedê bûn.
Guhdarîkirin û qebûlkirina şîretan alîkariya me dike ku em di qerektêrê xwe de pêş ve herin, an ne,
emê di fêmdariyê de her gav zarok bimînin û em nagihîjin.
Vê yekê ji bîr nekin: Her yek ji me di jiyana xwe de an şahiyê dide Afirandar, an jî wî xemgîn dike.
Eger em şahiyê bidin Xwedê, hingê em bi xwe jî, emê şa bibin, lê belê eger em Xwedê xemgîn bikin,
hingê em jî, emê xemgîn bibin.
Mesele em bêjin baxçevanek heye û ew her gav bi tenê tovê darên fêkî diçîne, lê ew tu caran wan
avnade û qet tiştekî din nake ku ew mezin bibin. Bi rastî mirovekî weha qet ne baxçevan e. Çaxê ku
em dabaşê bînin ser dê û bavan, eynî tişt e. Her xortê ku gihîştî be dikare bizewice û zarokan bîne, lê
tenê bi vê yekê ew nabe bavekî qenc. Her keçika ku gihîştî be, dikare mêr bike û zarokan bîne, lê tenê
bi vê yekê ew nabe diyeke qenc. Ji mirovên ku di qerektêrê xwe de qet negihîştî bin re, zarok nikarin
bên spartin.
Loma, eger hûn ji zarokên xwe hez bikin, pêwist e ku hûn bixebitin ku ew guhdariya gotinên we
bikin û li gor wan bikin. Bi vî awayî hûnê dirûvekî qenc bidin zarokên xwe.
Silêman pêxember dibêje: «Hê ku hêvî heyî, kurê xwe edeb bike, lê belê bila canê te kuştina wî
nexwaze.» (Gotinên Silêman, 19:18)

Dê û bav çawa dikarin rêberiya zarokên xwe bikin? Belkî pirsa we tam ev e: Ma divê rêberiya
zarokan çawa bê kirin?
Careke din qenc bala xwe bidin gotinên Silêman. Wî got: Hê ku zarok biçûk, divê hûn hînî wan
bikin ku ew guhê xwe bidinê û bi gotinên we bikin. Çaxê ku hûn zû dest bi vê yekê bikin, hingê ev yek
wê ne gelek zehmet be, lê belê eger zarok bibe şeş, heft salî û hingê hûn dest pê dikin, wê zehmet be.
Çaxê ku ez bûm bav, bavê min ji min re got: «Darekî biçûk têra dareke biçûk dike ku rast mezin bibe,
lê ji bo dareke mezin, darekî mezin lazim e.» Çaxê hûn zû dest bi perwerdekirina zarokên we bikin,
rêberiya we wê hem ji bo we û hem jî ji bo zarokên we rihetir be.

Rojekê ez bi herdu kurên xwe ve çûm bajêr û di bazarê de me ji nişkê ve dît ku va ye, du xort baz
didin û du polîs jî li pey wan dikevin. Polîsan zû ew girtin û dest pê kirin bi dilhişkî bi daran li wan
xistin. Xelkê ji me re got ku wan herdu xortan bela xwe dabûn hin keçikan.

31
Kurên min lêxistineke weha hê nedîtibûn û kurê min ê mezin ji min pirsî got: «Bavo, polîs çima li
wan xortan dixin?»
Min jê re got: «Binêre, ew xort di zaroktiya xwe de hîn nebûn ku guhê xwe bidinê û bi ya dê û bavê
xwe bikin. Niha ew di riya zehmet de vê yekê hîn dibin.»
Eger çaxê ku hê zarok biçûk, em zarokên xwe perwerde nekin û wan edeb nekin, rojekê divê
hukumet an em bi xwe jî li wan bixin wek ku wan polîsan li herdu xortan xistibû. Loma Silêman
padîşah weha got: «Zarok li gor wê riya ku divê pê ve biçe perwerde bike; ew di pîrîtiya xwe de jî ji
wê dernakeve.» (Gotinên Silêman 22:6)

Bi rastî ev ne karekî sivik e, lê belê eger hûn bixwazin ku di mala we de aştî hebe, divê ku hûn
zarokên xwe ji biçûkahiya wan ve perwerde bikin. Eger ew hîn bibin û guhê xwe bidinê, ne lazim e ku
hûn bi dengekî bilind biqîrin an wan bi gotinên pûç bitirsînin heta ku ew bi ya we bikin. Eger hûn bi
zelalî ji zarokên perwerdekirî re bipeyivin, ewê guhê xwe bidin we.

Me got: «Hê ku zarokên me biçûk, divê em sê tiştan hînî wan bikin.» Lê belê heta niha me bi tenê
got: Divê ku zarok guhdar bin û bi ya dê û bavê xwe bikin. Ya sisiyan a ku Silêman padîşah hînî me
dike ku em ji zarokên xwe re bêjin ev e:
«Şehrezayiyê bistîne! Fêmdariyê bistîne!
Gotinên min ji bîr neke û ji wan varrî nebe.» (Gotinên Silêman 4:5)

Pêwist e ku zarokên we hîn bibin, ji şehrezayiya Xwedê hez bikin. Mana vê yekê ew e ku kardestiya
dê û bav her gav ew e ku şehrezayiya Xwedê hînî zarokên xwe bikin. Eger hûn şehrezayiya Xwedê
hînî zarokên xwe nekin, mirovên dinyayî wê her gav amade bin ku şehrezayiya vê dinyayê hînî wan
bikin û dilê zarokên we wê ji riya rast derkeve.
Ji kerema xwe guhê xwe bidin van gotinên Silêman pêxember. Wî li ser şehrezayiya rastîn weha
got:
«Xwezî bi wî mirovê ku şehrezayiyê bibîne û xwezî bi wî yê ku fêmdariyê qezenc dike.
Çimkî qezenca wê ji ya zîv çêtir e û karê wê ji zêr zêdetir e.
Ew ji mirariyan hêjatir e û tevahiya tiştên ku li xweşê te diçîn, nabin hemberê wê.
Di destê wê yê rastê de, jiyana dirêj heye û di yê çepê de, dewlemendî û rûmet heye.
Riyên wê, riyên dilxwaz in û hemû rêçikên wê, silamet in.
Ji bo wan ên ku wê digirin, ew dara jiyanê ye; ew ên ku wê hişk digirin, bextewar in.»
(Gotinên Silêman 3:13-18)

Çima hin zarok ji biharat û xwarinên tûj hez dikin û hinên din qet ji wan hez nakin? Bersîva vê yekê
sivik e: Diyên wan di zaroktiya wan de çi xwarin amade kiribin, ew weha hîn bûne û ji wê hez dikin.

32
Eger em mijarê bînin ser şehrezayiyê, ma hûnê ji zarokên xwe re çi cûreyê şehrezayiyê amade
bikin?

Dabaşên ku me beriya niha li ser wan gotiye, bînin bîra xwe: Ma hûn hurmeta rastîn an ezperestiyê
hînî zarokên xwe dikin? Gelo ma hûn hînî wan dikin ku ew ji hemû mirovan hez bikin? Ji bo jiyana
me biharatên qenc ev in: Hezkirin, aştîxwazî, nermî, rehm, karên qenc û dilpakî. Bi van tiştan di malên
me de şehrezayiya Xwedê belav dibe û zêde dibe.
Lê belê hay ji xwe hebin: Di malên me de dijminê herî mezin ê şehrezayiya Xwedê televizyon e.
Bernameyên televizyonê gelek caran tiştên xerab dixin dil û hişê zarokên me û mînakên xerab nîşanî
wan didin û dilê wan birîndar dikin heta êdî ew hew dixwazin û hew dikarin ku bi ya dê û bavan bikin.
Bernameyên televizyonê pencerên dilê zarokan vedikin û divê ku em hay ji xwe hebin ku çi dikeve
dilê wan.
Eger li ba we mekîna vîdyoyê an ya DVD hebe, ev ji televizyonê gelek çêtir e çimkî hûn dikarin ji
bo zarokên xwe filmên qenc hilbijêrin.
Hûn nobedarên mala xwe ne. Divê ku hûn ne tenê pencere û deriyên mala we li ber dizên vê dinyayê
biparêzin, lê divê ku hûn dilê zarokên we jî biparêzin û nehêlin ku her tiştê xerab û pîs bikeve hiş û
dilê wan.
Ji xwe ewê li derveyî malê û di rê û kolanan de gelek tiştên neqenc bibînin, lê belê ma pêwist e ku
em di mala xwe de jî van tiştên xerab zêde bikin? Erê, belkî bihayê televizyonê arzan e û carna ew
zarokên me mijûl dike, lê di dawiyê de bandûra wê, wê ji bo her kesî pirr giran û biha be.
Loma çêtir e ku hûn perên xwe berhev bikin heta ku hûn bikarin mekîna vîdeyoyê an DVD ji xwe re
bikirrin û hingê hûn dikarin ji bo zarokên xwe li filîmên qenc binêrin an jî bernameyên qenc ji
televizyonê kopî bikin.

Ji kerema xwe li ser van pirsan careke din bifikirin û bila her yek ji we ji xwe bipirse:

1) Ma fanosa min qenc ronahî dide an ne?


2) Gelo ma zarokên me guhdar in? Ma ew hîn bûne ku bi ya dê û bavê xwe bikin?
3) Gelo ma ez bi xwe yekî guhdar im? Ma ez bi xwe hîn bûme ku bi ya mirovên din bikim?
Eger ez bi xwe guhê xwe nedim şîretên mirovên şehreza û guhdariya peyvên Xwedê nekim,
ezê çawa van tiştan hînî zarokên xwe bikim?
4) Ma em di mala xwe de çiqas qîmet didin şehrezayiya Xwedê?
5) Gelo ma hûn dilê zarokên xwe çawa ji tiştên xerab diparêzin? Ma gelo zarokên we her gav
li bernameyên televizyonê temaşe dikin?

33
9. Zarokên me II

Edebkirin çi ye?

Mana edebkirin çi ye? Edebkirin ev e ku mirov dirûvê xwe distîne. Çaxê ku zilam dikevin nav
ordiyê, ew dirûvê leşkeran distînin. Ajotkar jî tên hînkirin ku divê ew çawa erebeyê bajon. Bi vî awayî
divê zarok jî hin bi hin dirûvê mirovekî gihîştî bistînin. Xortekî ku nehatibe perwerdekirin û nehatibe
edebkirin û ew nezane ku divê mirovekî gihîştî çawa bijî, ew wek leşkerekî nezan û wek ajotkarekî
bêaqil talûkeyeke mezin e.

Rast e, bêyî ku zarok bên edebkirin û perwerdekirin ji xwe ew dîsa jî mezin dibin. Lê belê, ma ewê
bibin mirovên hurmetkar ên ku yên din dikarin li wan ewle bibin? Bi rastî ev dinya me, bi mirovên
mezin ên bêaqil û xweperest tije ye. Heyf û mixabin ew jinê ji xwe re tînin û keç jî mêr dikin û dibin
dê û bavên zarokan.
Lê belê daxwaza me ji bo malên me ew e ku zarokên me di tirsa Xwedê de mezin bibin, ew bibin jin
û mêrên hurmetkar û rûmetê bidin Xwedê. Madem ku nêt û armanca me ev e, hingê divê em çawa bi
awayekî qenc rêberiya zarokên xwe bikin?

Heşt şîretên qenc

Ya pêşî: Vê yekê qenc bînin bîra xwe: Hûn bi xwe bi çi awayî hatibin perwerdekirin, kêm û zêde
hûn jî hûnê bi wî awayî zarokên xwe perwerde bikin. Eger dê û bavê we di zaroktiya we de ji we hez
nekiribin, hingê wê ji bo we zehmet be wek ku pêwist e hûn ji zarokên xwe hez bikin. Bi rastî eger
hûn bi xwe nezanin ku hezkirina rastîn çi ye, hûn nikarin bi hezkirineke rast ji zarokên xwe hez bikin.
Eger di zaroktiya te de dê û bavê te ji te hez nekiribin, hingê jixwebawerkirina te wê kêm be û pirr
girîng e ku tu li ser hezkirina Xwedê hîn bibî. Eger di zaroktiya te de bavê te her gav li te xistibe, her
halde tu jî, tê bi zêdehî li zarokên xwe bixî.
Loma eger tu bixwazî ji zarokên xwe hez bikî, divê ku tu bi hezkirina rastîn bizanî. Eger te di jiyana
xwe de hezkirina kûr nedîtibe, tê çawa bikarî ji mirovên din hez bikî? Lê belê di vê dabaşê de
mizgîniyeke xweş heye: Yek heye û ew ji te hez dike. Belkî te ev yek nizanibû, lê qet şik tune: Xwedê
ji te hez dike. Ew afirandarê te ye û ew dixwaze ku hezkirina wî bikeve dilê te û bikeve tevahiya
jiyana te. Her sibê zû, çaxê ku tu ji xewê hişyar bibî, ji bo hezkirina wî pesnê wî bide! Ji bo vê yekê
van gotinên Dawid pêxember bîne bîra xwe; wî gotiye:
«Heçî ez im, ezê ji karîna te re lavijeyan bixwînim. Û sibehî ezê dilovaniya te bistirînim. Çimkî tu
kelha min a bilind î û di roja min a tengahiyê de tu ji min re bûyî asêgeh.» (Zebûr 59:16)

Herweha her roj beriya ku zarokên we binivin (bikevin xewê), bi peyvên xweş an bi tiştekî din, ji
wan re bêjin ku hûn gelek ji wan hez dikin.

34
Ya diduyan: Ji kerema xwe bînin bîra xwe ku zarokên we zarok in; ew ne mezin in û ne jî gihîştî
ne. Xwedê zarokên we spartine we, ku hûn ji wan re bibin dê û bav. Zarok nizanin ku çi ji bo wan
qenc e, an neqenc e. Kardestî û berpirsiyariya me heye ku em biryara xwe bidin ku ji bo zarokan çi tişt
qenc in û çi tişt ne qenc in. Bêguman mana vê yekê ew e ku em her gav li gor lavlav û daxwazên
zarokên xwe nekin.
Herweha mana vê yekê ew e ku divê carna em bi sergiranî ji zarokên xwe re bêjin û divê ku carna
em wan ceza jî bikin, da ku zarok hîn bibin û fêm bikin ku ji bo wan çi û çi qenc in.
Gelek zarok van tiştan zû hîn dibin, lê dîsa jî ewê carna biceribînin ka em li ser ya xwe dimînin an
ne. Eger em ne amade bin ku em bi sergiranî ji zarokan re tixûb û sînor deynin, ewê zû hîn bibin ku
emir û peyvên dê û bavê wan bêhêz in û bêguman we gelek mal dîtine ku zarok di wan de bûne wek
padîşahan. Wê qenc be ku em van gotinên Silêman pêxember bînin bîra xwe. Wî gotiye:
«Di dilê zarok de bêaqilî heye …» (Gotinên Silêman 22:15a)
«... zarokê ku di halê xwe de bê hiştin, diya xwe dide fihêtê.» (Gotinên Silêman 29:15)

Rast e, mala ku zarok tê de serweriyê bikin, her gav wê bi bêaqilî û şermezariyê tije be.

Ya sisiyan: Gelek girîng e, em bizanin ku em bi xwe ne zarok in, lê em dê û bav in. Mana vê yekê
ew e ku divê semaxa me hebe, yanî em bîhna xwe fireh bikin.
Çaxê ku em westayî bin, çaxê ku perên me kêm bin, çaxê ku jin an mêrê me bi hişkî bi me re
bipeyive, divê ku em xwe bigirin û cesareta xwe, hêviya xwe û hezkirina xwe winda nekin. Eger di vî
halî de em hêrs bikevin û em hêrsa xwe di serê zarokên xwe re derxin, hingê em bi xwe jî bûne wek
zarokan! Ew hêrsbûna me, wê zarokên me tevlihev bike; êdî ewê hew bizanin ku di mala wan de
rêberê wan kî ye, çimkî wê bibînin ku hemû bûne wek zarokan û wek zarokan dikin.
Bi rastî di gelek malan de zarok, zarokan perwerde dikin, çimkî dê û bav jî wek zarokan dikin. Erê,
ew ji zarokên xwe meztir in û xurttir in, lê belê wan tu caran dev ji zaroktiya xwe bernedaye; hestên
wan û hiş û ruhê wan kêm û zêde eynî mane wek ên zarokan. Îcar hingê dê û bav, êdî ne «dê û bav»
in, lê belê «zarokên mezin» in û ji bo wan pirr zehmet e ku ew bi semax bin û ji xema xwe bêtir, xema
zarokên xwe bixwin.
Di Încîlê de li ser vê dabaşê weha dibêje:
«Çaxê ku ez zarok bûm, min wek zarokan digot; wek zarokan fêm dikir; ez wek zarokan difikirîm;
çaxê ez bûm zilam, min dev ji tiştên zaroktiyê berda.» (Korîntî I, 13:11)

Ya çaran: Ji kerema xwe bînin bîra xwe ku zarok zarok in û wek zarokan dikin. Divê em hîn bibin
û bizanin ku ferq di nav neguhdarî û bêhemdiyê de çi ye. Em mînakekê bidin: Mesele em bêjin
sêniyek ji destê keça te ket û şkest. Hingê divê ku tu qenc bifikirî û bizanî ka çima wê wusa kir: An
keça te hêrs bû guhê xwe neda te û wê ew sênî bi zanastî an di hêrsa xwe de şkênand; an jî belkî bê
hemdê wê, ew sênî ji destê wê ket û şkest û qet nêta xerab di dilê wê de nebû. Eger ev yek bêhemdî
çêbûbe û tu keça xwe ceza bikî, hingê tê jixwebawerkirin û siyaneta keça xwe bişkênî. Ewê ji xwe re

35
bêje: «Bavê min ji min hez nake, ew min wek keça xwe qebûl nake.» An jî ewê bawer bike ku belkî
Xwedê şexsiyetek qenc nedaye wê.
Eger tiştên weha gelek caran çêbin, hingê di dilê zarokên we de birînên kûr wê vebin û ruh û canê
wan rihet nabe. Ewê hîn bibin ku ew nikarin bibin mirovên birêz û hurmetkar û wê her gav xwe bi
xwe kêmî mirovên din bibînin.
Heyf û mixabin gelek caran dê û bav di hêrsa xwe de li zarokên xwe dixin. Lê belê bi vî awayî ew
nikarin bi şêwazekî qenc rêberiya zarokên xwe bikin. Divê perwerdekirin û edebkirina zarokan ne li
gor hêrsa dê û bavan be, lê belê li gor daxwaza Xwedayê hezkirinê be. Zarok zarok in û ew wek me
nizanin û her tiştî fêm nakin.
Mesele em bêjin zilamek heye, çaxê ku ew hêrs dikeve, her car ew radihêje çakûçekî û dest pê bike
parçeyekê ji xaniyê xwe xera dike. Piştî demeke kin xaniyê wî namîne.
Ew dê û bavên ku zarokên xwe ji ber bêhemdiyên wan ceza dikin, hin bi hin mala xwe xera dikin.

Lê belê talûkeyeke din jî heye. Em hemû dizanin ku carna zarok guhdariya me nakin û bi zanastî, an
di hêrsa xwe de, an jî bi nêta xerab tiştekî dikin. Çaxê ku tu bi vê yekê bihesî û tu bi zelalî bizanî ku
zarokekî ew tişt ne ji bêhemdî kir, lê belê li gor şexsiyeta xwe ya gunehkar rê da xerabiyê, hingê divê
ku hûn ji wî re bibin asteng û nehêlin ku ew di vê riyê de bidomîne. Eger di rewşeke weha de hûn
rêberiya zarokan nekin, hingê hûnê bi zarokên xwe bixusirin.
Loma Silêman padîşah di Kitêba Pîroz de weha gotiye:
«Kurê xwe terbiye bike û ewê rihetiyê bide te;
dilê te wê bi wî şa bibe.» (Gotinên Silêman 29:17)
Eger em neguhdariya zarokan qebûl bikin û li hember vê yekê ranebin, di mala me de wê ne şabûn û
ne jî rihetî û aştî hebe.
Dostên delal, bi rastî ev kardestî û berpirsiyariya dê û bavan ne tiştekî biçûk e û kifş e ku ji bo vê
yekê em hewcedarê şehrezayiya Xwedê ne. Ew hem dixwaze di vê yekê de alîkariya me bike û hem jî
dixwaze ku zarokên me qenc hînî guhdarîkirinê bibin. Loma di Încîlê de dibêje: «Eger şehrezayiya
yekî ji we kêm be, bila ji Xwedayê ku bi comerdî dide hemûyan û lê nahile, bixwaze û wê ji wî re bê
dayîn. Lê bila bi bawerî bixwaze û dudilî nebe.» (Aqûb 1:5.6)

Ya pêncan: Divê ku dê û bav fêm bikin ku hemû zarok ne wek hev in û ji lewre divê her zarok li
gor şexsiyeta xwe hem bê perwerdekirin û hem jî bê edebkirin. Vê yekê xelet fêm nekin: Çênabe ku li
ba dê û bav xatirgirtin hebe; çênabe ku dê û bav di nav hemû zarokên xwe de ji kurekî an ji keçikekê
zêdetir hez bikin. Herweha dê û bav nikarin di mala xwe de şaşîtî û xerabiyên hin zarokên xwe înkar
bikin û her car şaşîtiyên zarokên din ceza bikin. Nexêr, ji xwe ev yek ne rast e.
Lê belê divê ku dê û bav fêm bikin ku şexsiyeta hemû zarokan ne yek e û divê ku dê û bav zarokên
xwe li gor şexsiyeta wan perwerde bikin. Bi rastî ji bo vê yekê gelek şehrezayî lazim e û pêwist e ku
dê û bav di vê yekê de tam hemfikir bin. Herweha gelek girîng e ku dê û bav zarokên xwe qenc nas

36
bikin û bi şexsiyeta wan bizanin. Mesele zarok hene ku ew gelek serhişk in, lê hin zarok jî hene ku ew
gelek dilnerm in. Hemû zarok hezkirina dê û bavên xwe dixwazin û em dizanin, hezkirin bê
perwerdekirin û bê terbiyekirin çênabe. Lê belê carna peyveke hişk ji bo zarokekî nerm wek lêxistinê
ye û herweha peyva hişk qet nakeve dilê zarokekî serhişk. Loma divê perwerdekirina we li gor
şexsiyeta zarokên we be.
Silêman pêxember li ser vê yekê weha nivîsiye:
«Şivdar û edebkirin şehrezayiyê dide;
lê belê zarokê ku di halê xwe de bê hiştin,
diya xwe dide fihêtê.» (Gotinên Silêman 29:15)

Hin zarok hene, lêhilatin, yanî erzşkandin (tekdîr) têra wan dike ku ew şehreza bibin. Lê belê birayê
wan an xwişka wan belkî serhişk e û bê ceza hîn nabe ku çi rast e û çi xerab e. Loma divê ku dê û bav
zarokên xwe qenc nas bikin û bibin pisporê vê yekê.
Yek ji kurên me di biçûkahiya xwe de her gav tiştên bêtam dikirin; wî li xwişka xwe dixist û sênî û
kas û tiştên din dişkandin. Piştî demekê ez fikirîm û min ji xwe re got: «Belkî ev kurê ha ne kurekî
qenc e?»
Kurê min ê mezin jî dest pê kir û weha fikirî. Lê rojekê ji nişkê ve min ya rast dît. Min gazî kurê
xwe yê mezin kir û jê re got: «Kurê min, em herdu jî çewt difikirîn û gelek nemabû, me xeletiyek
mezin bikira.» Kurê min bi vê yekê hişyar bû û qenc guhê xwe dayê. Min berdewam kir û got: «Tu
dibînî, ji bo demekê em fikirîn ku belkî birayê te kurekî bêkêr e. Lê belê ev yek ne rast e. Ew ne bêkêr
e, lê ew pir çalak e, ew ji kêfê hez dike û jêhatî ye, naweste.»
Li ser vê yekê kurê min ê mezin ji min pirsî û got: «Madem ku wusa ye, çima ew her gav tiştên
tamsar dike?»
Min jê re got: «Tiştê ku min fêm kiriye ev e: Sedem ne ew e ku ew dixwaze bêkêriyê bike, lê belê
ew kêsîre û aciz dibe û li tiştekî balkêş digere. Loma divê ku em herdu li ser tiştên balkêş bifikirin û
çaxê ew nizane ku çi bike û ew aciz bibe, hingê bila ew bê ba min, an bê ba te. Çênabe ku em her car
jê re bêjin: «Tu çima her gav bêkêriyê dikî?». Divê ku em alîkariya wî bikin û nehêlin ew kêsîre bibe.»

Bi rastî eger me ev yek fêm nekiribûya, meyê her gav lome ji wî kurî bikira û bêguman şexsiyeta wî
wê bêtam bibûya. Lê ji ber ku me fêm kir ku divê em alîkariya wî bikin û dirûvekî qenc bidin
şexsiyeta wî, ew bû zilamekî qenc û hurmetkar. Ew hê jî ji kêfê hez dike, lê kêfa wî ji tiştên qenc re tê
û ew di riya rast de pêş ve diçe.

Rast e, ev tiştên weha ne hêsanî ne, lê divê ku em bi xwe jî di perwerdekirina zarokên xwe de pêş ve
herin û ji bo vê yekê bixebitin. Çimkî zarokên me, xelatên Xwedê ne û wî kardestiya dê û bavîtiyê
daye me.

37
Ya şeşan: Di nav cezakirina zarokan û şermezarkirina wan de ferqek mezin heye. Eger em keça xwe
an kurê xwe şermezar bikin, em henekên xwe bi wan dikin; em ji wan re didin fêmkirin ku ew di
çavên me de ne hêja ne û ne hezkirî ne. Di dilê zarokekî ku tê şermezarkirin de, hêrs û tehlî wê hebin.
Lê belê eger em zarokên xwe hem li gor rastiyê û hem jî bi dilovanî edeb bikin, hingê ewê ji ber
şaşîtî û gunehên xwe fihêt bikin û ev jî qenc e, çimkî guneh her gav tiştekî şerm e. Lê belê eger zarok
ji xwe bi xwe, yanî ji ber şexsiyeta xwe fihêt bike, ev yek ne qenc e. Nêt û armanca me her gav ew e
ku zarokên me di gihîştinê de pêş ve herin. Daxwaza me ne ew e ku dil û canê wan bê birîndarkirin an
zarokên me helak bibin. Nexêr, em dixwazin ku ew serfiraz bin.
Loma tu caran li serê zarokan nexin, çimkî bi vî awayî hûn zarokan şermezar dikin. Serê zarokan
serbilindiya wan e. Eger hûn li serê zarokan bixin, talûke jî ew e ku hûn çavên wan an guhên wan an jî
mejiyê wan birîndar dikin. Loma qet tu caran li serê zarokan nexin!

Herweha gelek girîng e ku piştî cezakirinê hûn bizanin divê ku hûn çi bikin. Pêwist e ku hûn dîsa bi
zarokên xwe bidin fêmkirin ku hûn ji dil û can ji wan hez dikin. Ji xwe hûn bi şaşîtî û bi gunehên ku
wan kirine, ne razî ne, lê dîsa jî hûnê her gav ji zarokên xwe hez bikin û pêwist e ku zarokên we vê
yekê bizanin. Eger pêwist be ku hûn zarokên xwe ceza bikin, piştre divê lêbihûrtin jî hebe. Divê ku
zarok bizanin, dê û bavê wan li wan bihûrtine û ew sûc û guneh êdî li hember wan neyên bikaranîn,
çimkî ew hatine bexşandin.»

Mesele eger zarok her şev bimîze nav cihê xwe û nivînên xwe şil bike û her sibe li ber hemûyan bê
şermezarkirin, hingê ewê her şev bi tirsê binive û ev pirsgirêk çiqas bê, wê meztir bibe û di demeke
kin de wê di dilê wî de hêrs û tehlî peyda bibe.
Lê belê di rewşeke weha de divê dê û bav qenc bifikirin. Tu zarok ji nivînên şil hez nakin û ew ne bi
hemdê xwe bi şev dimizin. Lê belê belkî tiştekî dilê zarok êşandiye an derdê wî heye. Îcar divê ku dê û
bav kifş bikin ku ew dixwazin alîkariya zarokên xwe bikin û ew hê zêdetir hezkirina xwe ya ji bo
zarokên xwe bi wan bidin fêmkirin. Hingê ewê siyaneta zarok biparêzin û divê li mal qet li ser vê yekê
nepeyivin. Eger hûn dengê xwe bilind bikin û lomeyan ji zarokê xwe bikin, ma çi feyda we wê ji vê
yekê hebe? Nexêr, weha nekin, lê belê bibin alîkarên zarokê xwe û dema ku ew ji mal derkeve,
nivînên wî ji nû ve jê re amade bikin.

Beriya demekê zilamekî şehreza ji min re got: «Zarokên ku nizanin û nabînin ku dê û bavên wan ji
wan hez dikin, ew her gav xwe sûcdar hesab dikin û her gav şerm dikin. Wan tiştekî xerab nekiribe jî,
dîsa ew tu caran rihet nabin.»
Çaxê ku ew zarok mezin bibin, ewê zûka dest bi neguhdarîkirinê bikin, çimkî eger zarok nezanin ku
dê û bavên wan ji wan hez dikin, di çavê wan de neguhdarîkirin ne tiştekî ecêb û xerab e. Eger zarok
her roj xwe bi xwe kêm bibînin û dilê wan bi şermezariyê tije be, neguhdarîkirin wijdana wan naêşîne
û eger biêşînê jî, ne xema wan e, çimkî ruh û canê wan tu caran rihet nebûne.

38
Lê belê çaxê ku zarokên me dizanin û jê piştrast in ku em ji wan hez dikin, şermezarî û sûc di jiyana
wan de tiştekî ecêb û tirsehêz e û wijdana wan, wan diêşîne; îcar ew zû fêm dikin ku neguhdarîkirin
tiştekî xerab e.

Li vir divê ku em behsa tiştekî din jî bikin:


Zarok hene ku ji zikmakî ve çavên wan kor in, an belkî guhên wan nabihîzin. Ma gelo ev sûcê wî
zarokî ye? Nexêr. Îcar gelek girîng e ku dê û bav ji van zarokan hê zêdetir hez bikin, çimkî ew zarok
gelek caran ji xwe re dibêjin ku ew ne wek zarokên din hêja ne. Loma pêwist e ku em bê şert ji hemû
zarokên xwe hez bikin, çimkî bi rastî, hezkirina bi şertan ne tu hezkirin e. Xwedê zarokên me dane me
û ewê şehrezayiyê bide me ku em bikarin riya rast nîşanî her zarokî bidin, da ku ew bikarin di jiyana
xwe de li gor dilê Xwedê bikin û li gor plana wî bibin jin û mêrên rast.

Ya heftan: Ji kerema xwe qenc bifikirin ku parçeyeke girîng ê perwerdekirinê ew e ku hûn cesaretê
bidin zarokên xwe. Bandûra vê yekê gelek mezin e û ew dê û bavên ku bi roj bi roj cesareta zarokên
xwe xurt dikin, ew dirûvekî qenc didin wan.
Zilamekî şehreza gotiye: «Ji bo her peyva hişyarkirinê ya ku em ji zarokên xwe re dibêjin, şeş
peyvên nerm û yên hêvîdayînê lazim in, da ku zarok cesareta xwe winda nekin.»
Wî zilamî rast got; loma bila di pesindana zarokan de çavtengî nebe!
Silêman padîşah jî ev yek erê kir û got: «Gotinên xweş wek şanekî hingivî ne; ew ji can re şîrînahî û
ji hestiyan re saxîtî ne.» (Gotinên Silêman 16:24)

Ya heştan: Çaxê ku divê hûn zarokên xwe terbiye bikin, qenc bifikirin. Ji ber ku hûn pirr ji wan hez
dikin, hûn wan ceza dikin. Bila sedem ne ew be ku zarokên we hûn aciz kirine an hêrsa we rakirine! Bi
riya cezakirinê, em dixwazin alîkariya keç û kurên xwe bikin, da ku ew bibin mirovên birêz û
hurmetkar. Sedemê cezakirinê ne ew e ku wan hûn bi xwe, an jî mal û malbata we bêsiyanet kirine.
Bînin hişê xwe ku siyaneta herî mezin ne ya we ye û ne jî ya mala we ye, lê belê ya Xwedê ye. Wî
zarokên me dane me û ew pirr ji wan hez dike û ew dixwaze ku em jî her gav gelek ji wan hez bikin û
alîkariya wan bikin. Loma em nikarin bi kirinên şermezar siyaneta xwe biparêzin an jî siyaneta Xwedê
bigirin.
Çaxê ku ez zarok bûm, bavê min hînî min kir ku gunehên min, Xwedayê karîndarê her tiştî bêrûmet
dikin. Ez hê biçûk bûm, lê min dizanibû ku Xwedê afirandarê min e û ji min hez dike, loma ev gotina
bavê min gelek bi bandûr bû û ez vê yekê tu caran ji bîr nakim. Erê, dawiya dawiyê Xwedê em
afirandine, da ku em siyaneta wî bigirin û bi tenê çaxê ku em vê yekê bikin, emê şa bibin.

39
Li ser van tiştan careke din kûr bifikirin û ji xwe bipirsin:

1. Ma li gor bîr û baweriya min, mana edebkirinê çi ye?


Mana edebkirinê ew e ku mirov bi hezkirinê û bi hurmetkarî hezkirin û rastiya Xwedê hînî
zarokên xwe bike, pîvanên jiyanê bi wan bide zanîn û wan li hember hemû tiştên xerab û bêrêz
hişyar bike.

2. Dê û bav çawa dikarin bi awayekî qenc zarokên xwe terbiye bikin?


Pêwist e ku jiyana dê û bavan ji zarokan re bibe mînakeke qenc û wan bi wê terbiyeya ku li gor
daxwaza Xwedê ye, terbiye bikin. Di Încîlê de li ser vê yekê weha dibêje:
«Bavno! Hûn hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin.»
(Efesî 6:4)

3. Çima Xwedê naxwaze ku em zarokên xwe şermezar bikin?


Xwedê ji me û ji zarokên me hez dike; ji lewre ew naxwaze ku em zarokên xwe şermezar bikin.
Çimkî şermezarkirin cesareta wan dişkêne û wan ber bi neguhdariyê ve dibe.

4. Ma ji bo dê û bavan tiştê herî giran çi ye?


Ji bo dê û bavên ku ji Xwedê ditirsin, du tişt pir giran in û du tiştên pir zehmet hene: Ya pêşî ew
e ku wek ku pêwist e ew bizanin bi awayekî rast û di dema rast de zarokên xwe terbiye bikin û
ya diduyan ew e ku ew bikarin her car hezkirina xwe nîşanî zarokên xwe bidin. Tiştê zehmet jî
ew e ku dê û bav bibînin ku zarokên wan di riya Xwedê de naçin, lê di riyeke xelet de diçin. Û ji
xwe her gav ne hêsanî ye ku dê û bav lêbihûrtinê ji zarokên xwe bixwazin.

Bi rastî kerem û dayîneke Xwedê ye ku zarok zû li şaşîtî û sûcên me dibihûrin. Ji xwe, tu dê û tu bav
tune ku bêkêmahî bin û em hemû hewcedar in ku em carna lêbihûrtinê ji zarokên xwe jî bixwazin.
Gelek dê û bav weha nakin, lê belê eger dê û bav ji Xwedê bitirsin û di qerektêrê xwe de xurt û gihîştî
bin, ew dikarin ji zarokên xwe jî lêbihûrtinê bixwazin. Ez vê yekê jî ji bavê xwe hîn bûme; ji aliyê din
ve min dît ku mirovên sist û yên tirsonek diceribînin ku sûc û xerabiyên xwe veşêrin. Lê belê mirovên
ku xerabiya xwe veşêrin, fêm nekirin ku aqilê zarokan heye; bi rastî ew zû dibînin ku dê û bavên wan
ne bêkêmahî û bêqusûr in. Herweha tu kes nikare sûc û xerabiyên xwe ji ber Xwedê veşêre. Eger em
dilsoz û durust bin, zarok wê zû li me bibihûrin û herweha Xwedê her gav amade ye ku li sûc û
gunehên me bibihûre. Dostên delal, ma hûn naxwazin pêşî ji Xwedê û piştre ji mirovên din û heta ji
zarokên xwe jî lêbihûrtinê bixwazin?

Silêman padîşah weha gotiye:


«Yê ku sûcê xwe binixumîne, bi ser nakeve, lê yê ku sûcê xwe eşkere bike û dev jê berde, keremê
dibîne.» (Gotinên Silêman 28:13)

40

You might also like