Download as pdf or txt
Download as pdf or txt
You are on page 1of 12

DI MEDBEXA ZIMAN û WÊJEYÊ DE JINA KURD

Destpêk : wêje û civak û jin

Wêjeyê heta nuha ferqa di navbera jin û mêran de nas nekiriye, lê belê, ji ber sedemên civakî, wêje bi
pirranî ji aliyê mêran ve hatiye kirin. Ji ber ku mêr dibin nivîskar, bivê nevê, mijarên wan û lehengên
wan jî dê bêtir nêzîkî hişmendiya mêrane bin.
Ji bilî romanên mîna Madame Bovary (Flaubert) û Rahîbe (Diderot) Anna Karennina (Tolstoy) an jî
Mrs. Dalloway (Virginia Woolf), jin di dîroka wêjeya vegotinî de kêm caran bûne serleheng, an jî bi
bêtir di romanên nivîskarên jin de bûne serleheng. Wekî din, herçend mirov jinan weke lehengên xurt
di nava wêjeya klasîk ya ewropî û her weha ya rojhilatî de bibîne jî, weke romanên Alexandre Dumas
(La Reine Margot), Alexandre Dumas-kur (La Dame aux cameliars) û romanên Stendhal (Le rouge et
le noir- Sor û Reş, Le rose et le vert- Pempe û Kesk), nimûneyên wê li gorî lehengên mêr pirr kêm in.
Ji mîtolojiyên yûnanî ku mêran ji bo jinan şerr dikir bigire, di ber çîrokên me yên gelêrî ku mêr ji bo
jinan di azmûnan re derbas dibûn û Memê ku ji xewnan bi hebûna jinekê dihesiya û dida pey rêya
welatekî ku nas nedikir û heta bi romanên modern ve, cîhê jinê bi nêzîktêdayina mêran ve û bi zimanê
wan ve di nava wêjeyê de dihat diyarkirin. Jin, ji ber wê, bi rêya hiş û hişmendiya mêran ve ketine nava
wêjeyê. Lewma ew tim weke sembola dê, xwişk, namûs û evînê hatine şayesandin. Bêguman, ev
veguhestina wêjeyî bingehê xwe ji rola jinê ya civakî werdigire. Lewre, wêje û civak du rêkên paralel
in.
Gava ku mirov bibêje "wêje" yanî edebiyat û mirov di nava wê wêjeyê de behsa jinan bike, bivê nevê,
mirov divê peywendiya derketina wê wêjeyê bi rewşa civakî ya jinan re deyne.
Di jiyanê de her kes xwedî rolekê ye. Bi pêşkevtin û guherîna civakî re, rol û erkên endamên civakê jî,
bivê nevê, ji nû ve û li gorî wan pêşkevtinan tên sazkirin. Bi demê re civak jî û endamên wê civakê jî
diguherin. Di civata kurdî de, ji birêvebirina civakî hetta bi birêvebirina dezgehan ve, keç û jinên ku bi
çandeke nû ve rabûne, êdî gellek karên ku heta salên nodî jî ji bo mêran dihatin naskirin, ji xwe re weke
warên çalakiyan diyar kirine.
Yek ji warên ku jin hêdî hêdî tev lê dibinê, warê wêjeya nivîskî ye ku em ê di vê lêkolînê de hewil bidin
panoramayeke wê ya di kurdî de derxin. Lewre, asta tevlêbûyina qada afirandina wêjeyî dikare weke
peydakirina qada xurttir jî were nirxandin. Heger mirov adalet û wekheviya civakê weke gaveke
bidestxistina wê guherîna jinê bipejirîne, hinge afirandina qada wêjeyî û bidestxistina wê qadê dikare
weke milkê jinan yê nava afirandina entelîjansiyayê jî bihesibîne.
Em di vê xebatê de bi tenê behsa wêjeya pexşanî dikin, lewre em pexşanê weke profesyonalîzasyona
qada afirandina wêjeyî dinirxînin. Sînorekî din ku em ê ji vê xebatê re deynin sînorê coxrafîk e; ji berk
u li her devera Kurdistanê û cîhê ku Kurd lê dijîn, pê$ketin bi heman awayî pêk nehatiye û têkelkirina
van babetan dê lêkolîna me zêde berfireh bike. Ji ber cudabûna dîroka zaravayan, û bi xema homojeniya
mijara xwe, em ê di vê xebatê de bi tenê behsa wêjeya kurmancî bikin.

Jina Kurd û wêje

Wêjeya nivîskî, yanî wêjeya kurdî ya nivîskî, weke mijar, di rewşa jina kurd de mijareke nû ye. Civata
kurd, civateke oldar e û ji ber wê, desthilatdarî di destê mêran de ye. Lê belê, desthilatdarî ne bi tenê ji
ber bandora olan di destê mêran de ye. Di baweriyên din de jî û hetta yên berî îslamiyetê de jî mêr bi
awayekî zayinî desthilatdarên civakê bûn. Gava ku desthilatdarî di destê wan de be, aborî jî û çalakiyên
civakî jî bi destûra wan dikare bikeve destê jinan.
Ev her du xal di nava hemû civatên dunyayê de hene û ji bo jinan dibin sedema nebûna wekheviyê. Lê
belê, di rewşa jina kurd de pirsgirêkek din jî diyar dibe ku di civatên din de tuneye.
Heger di nava civatên din de jinek bixwaze tev li çalakiyên wêjeyî bibe û pirtûkan binivîsîne, jê re
xwendin û aborî lazim e. Lê belê, em hemû dizanin ku heta demeke nêz li Tirkiyeyê zimanê kurdî qedexe
bû. Ji bilî welatên kevnesovyetî û Iraqê jî, perwerdehiya kurdî bi awayekî rêk û pêk nehatiye kirin.
Hingê, pirsgirêkên jineke kurd ku bixwaze bi zimanê xwe pirtûkan binivîsîne, li gorî jinên welat û
civatên din, dibûn du qat. Lewre, ew jin him dê xwende û zana be, him dê ji aliyê aborî ve serbixwe be
û him jî ew ê xwedan kultureke siyasî ya kurdî be. Lewre, di rewşa milletekî weke Kurdan de, li welatekî
ku şerr û pevçûn lê hebe û zimanê wî hatibe qedexekirin, bi tenê jinên xwedan kultureke siyasî dikarin
dest biavêjin nivîsa bi wî zimanî. Ji xwe, ji ber wê ye ku li welatê me kesên xwende bi pirranî siyasî ne
jî û tercîhên wan yên nivîsandina bi kurdî, çi jin be, çi jî mêr, bi motîvasyonên siyasî ve reng wergirtiye.
Bi gotineke din, rengê wêjeya kurdî ya destpêkê siyasî ye û bi dû re dibe wêjeyî.

Wêjeya kurdî û jin

Gava ku mirov rewşa Kurdan û belavbûn û dabeşkirina wan ya di nava dewletên cuda de bizane, mirov
nikare hemû wêjeya kurdî li heman mêzînê bixe.
Karên wêjeya nivîskî taybetmendiyeke civaka modern e ku jina kurd ji ber van aloziyên civaka xwe
dereng tev lê bûye. Civak ji hêlekê û qedexeyên fermî ji hêlekê, di nava Kurdên Tirkiyeyê de, heta
demeke nêz jî nivîskarên jin peyda nebûbûn. Yên ku bi rêyên aborî ve xwe ji serdestiya mêran rizgar kir
jî, weke Esma Ocak û Suzan Samanci, bi tirkî dinivîsand. Lewre, serxwebûna jinan di nava civateke
dema me de, nîşana modernbûna wê civakê ye û heta îroj jî zimanê fermî, yanî zimanê tirkî, bûye
sembola vê "modernbûnê".
Ew kultura siyasî ya ku me behs kir jî di vira de girîng e. Bi tenê Rewşen Bedirxanê, ew jî li derveyî
Tirkiyeyê, bi alîkarî û rêbiberxistina Celadet Bedirxanê mêrê xwe ve, di kovara Hawarê de hin nivîs
nivîsandine. Lê, em ji bîr nekin ku Rewşen Xanim jineke xwende bû û mamoste bû. Yanî, bi awayekî
civakî û aborî û her weha entellektuelî, hemû derfet di destê wê de hebûn ku bikare bi kurdî binivîsîne
an jî berhemên wêjeyî bide, lê belê, wêjeyê bala wê nedikişand. Nivîsên wê bêtir bala xwe dida rola
jinan ya di civatê de û ji xwe ji ber wê, bû yekem feminîsta kurd.
Ji ber van sedeman, nivîskarên jin yên zimanê kurdî, berê berê, di nava Kurdên Ermenistanê de peyda
bûn. Di dema sovyetan de jin û mêr bi hev re di nava kolxozan de dixebitîn û mafê wan yê xwendinê jî
hebû. Her weha zimanê kurdî jî ne qedexe bû û pirtûkên perwerdehiya zimanê kurdî bi komîsyonên
fermî ji aliyê dewletê ve dihatin amadekirin û, nemaze li Ermenistanê, dewletê jî piştgirî dida xebatên li
ser zimanê kurdî. Bînin bîra xwe ku kurdologên kurd yên pêşîn di dema sovyetê de derketine.
Bi vî awayî, yekem jina ku pirtûkeke wê ya wêjeyî bi kurdî hatiye çapkirin jî wê demê peyda bû û ew jî
Sîma Semend e. Ev pirtûka ku behsa wê dibe jî pirtûka çîrokan ya bi navê "Xezal" e. Lê belê ferqa Sîma
Semend û nivîskarên kurd yên mêr yên dema sovyetê bi tenê ew bû ku vê carê jin bi awayekî aşkere
dibûn serleheng.
Divê neyê bawerkirin ku em dibêjin qey serlehengbûna jinan bi nivîskariya jinan ve girêdayî ye. Me
nimûneya bi Flaubert û Tolstoy li jorê dabû. Bi kurdî jî, di Hawarê de çîrokên bi vî rengî hene. Celadet
Bedirxan, bi îmzeya Bişarê Segman ve, di hejmarên 50 û 51’ê de, çîroka Kleopatre û çîroka Şûşa Dilan
nivîsiye û di her duyan de jî serleheng jin in û di nava bûyerên dîrokî û fantastîk de çîrok li dora wan
digerre.
Di romana Egîdê Xudo ya bi navê Dê û Dêmarî de jî, weke ku ji navê xwe tê fahmkirin, çîroka du jinan
tê vegotin. Dayikeke rûs, di dema şerrî de, ji neçarî, kurê xwe yê ku di nava pêçekê de ye dide jineke
kurd. Dayika kurd wî kurî mezin dike û dibe dêya wî. Lê belê bi dû re, piştî şerrî bi demeke dirêj, dayika
wî ya rûs bi ser şopa xwe de vedigere û li kurê xwe digerre. Herçend mirov bibêje qey lehengê navberê
ew law e jî, roman xwe bêtir nêzîkî dayika kurd dike û bi vî awayî dayika kurd, teva hîs û hezkirina xwe
ya ji bo wî lawî, weke serleheng diyar dibe.
Di nava Kurdên Tirkiyeyê de jî, romaneke ku vê dawiyê çap bûye, Toqa Lanetê ya Aram Gernas, jineke
kurd dîsa weke serleheng pêşkêş dike û çîrok û serboriya wê vedibêje. Keçeke gundî ku bêbextî lê tê
kirin û navê wê derdikeve, dibîne ku malbata wê dê wê bikuje. Ji neçarî û bi alîkariya cîraneke xwe ve,
ji gund direve û xwe digihîne Adanayê. Li wira malbatek lê bi xwedî derdikeve û wê diparêze. Bi dû re,
ew li wira dizewice jî û dewlemend dibe. Gava ku dewlemend bû û rewşa wê ya civakî êdî guherî,
heman jin vedigere heman gundî, lê belê vê carê helwêsta gundiyan ya li hemberî wê ne weke ya berê
ye. Lewre rewşa wê ya civakî ji binî ve guheriye.
Bi alîkariya van nimûneyan ve, em dibînin ku serlehengbûna jinê di wêjeya kurdî de ne nû ye. Lê, li
gorî dema xwe, yanî di salên şêstî de, Sîma Semend nîşan da ku ew karê ku heta nuha weke karekî mêran
dihat hesibandin, êdî dikare bibe karê jinan jî. Lewre heta wê demê, ji bilî Mestûre Xanimê, bi navê xwe
yê eslî ve Mah Şaraf Xanimî Kurdistanî (1805-1847), di wêjeya kurdî de tu jinan navê xwe nedabû
naskirin û berhemên wan yên çapkirî nebûn.
Di nava Kurdên Tirkiyeyê de, bi tenê di van çend salên dawîn de em dibînin ku jin çîrok û romanan
dinivîsînin. Di warê çîrokan de Lorîn S. Dogan bi pirtûka xwe ya bi navê Kirasê Teng (2007) û di warê
romanê de jî Zarîfe Demîr bi romana xwe ya bi navê Kela Bilind (2008) yekem nimûneyên wêjeyeke
pexşanî ya bi pênûsa jinan dan çapkirin.
Îroj gava ku mirov li antolojiyên wêjeya kurdî dinere, hejmara jinan çar pêncekan derbas nake. Lê belê
di kovar û rojnameyan de, mirov dibîne ku gellek jinên ku helbest û çîrokan dinivîsînin hene û êdî milkê
xwe li warê wêjeyê jî datînin.
Wêje bi xwe ne maçîst e. Hin kesên ku ji peyvên weha giran hez dikin, carê dikarin etîketan bi wêjeyê
jî vekin. Lê belê, wêje berhema civakê ye û di civakê de çi hebe, mirov ancax dikare di nava wêjeyê de
jî wê bibîne.
Bala xwe bidinê, di antolojiya çîroka kurmancî ya başûr de ku ji aliyê Xelîl Duhokî ve di 1995’an de
hatiye amadekirin, bi tenê jinek heye, digel ku hejmara zilaman 24 e. Nivîskara kurd ku çîrokeke wê
ketiye nava vê antolojiyê Serfiraz Elî Neqşebendî ye û em têdigihên ku yekem jina ku di nava Kurdên
Iraqê de bi kurmancî pirtûkek çap kiriye jî ew e.
Di antolojiya çîroka kurdî ya herî dawîn de ku sala 2003’an ji aliyê Firat Cewerî hatiye çapkirin, hejmara
jinan, bi qasî ku jê tê fahmkirin, 6’an derbas nake, digel ku hejmara mêran 87 e.
Di nava temamê romanên kurdî de hejmara nivîskaran êdî nêzî 100’î bûye, lê belê bi tenê romanek ji
aliyê jinekê ve hatiye nivîsandin û ew jî di sala 2008’an de hatiye çapkirin.1
Helbest û çîrok li aliyekî, her kes dizane ku roman berhema civatên pêşketî ye û nivîsandina wê sebr û
wexteke girîngtir dixwaze. Belkî mirov bikare di rojekê de helbestekê an jî çîrokekê binivîsîne û bi dû
re dikare li ser bixebite. Lê belê, nivîsandina romanê bi tena serê xwe, ji bo kesên ku herî pirr dinivîsînin
jî salek e. Yanî, beyî ku em bixwazin neheqiyê li helbestvan û çîroknivîsan bikin, ji ber ku formatên
wan û dema ku pêwîst dikin li gorî ya romanê hêsantir e, divê em balê bikişînin ser ku çalakiya romanê
çalakiyeke weha ye ku ji hobiyê gellekî biwêdetir e. Ev jî diyar dike ku ji bo nivîsandina romanê, divê
mirov wê nivîsandinê ji xwe re bike kar. Lewre, barê romanê yê fîzîkî ji celebên din girantir e. Jina ku
karibe xwe konsantre bike û romanekê binivîsîne, tê wê mahneyê ku ew ji serdestiya civakî û rola xwe
ya malbatî ya kevin rizgar bûye.

Nivîskarên kurd yên jin û berhemên wan

1
Ev lêkolîn sala 2009’an hatiye kirin û agahiyên li ser nivîskarên jin yên piştî wê salê di nava gotarê de nehatine
bikaranîn.
Çar nivîskarên jin ku em ê di vê nivîsê de behsa wan û pirtûkên wan bikin, Sîma Semend, Serfiraz Elî
Neqşebendî, Zarîfe Demîr û Lorîn S. Dogan e.

Sîma Semend û çîrokên wê

Pirtûka Sîma Semend ya bi navê Xezal di sala 1961’ê de li Erêvanê hatiye çapkirin û di nava vê pirtûkê
de sê çîrok hatine çapkirin.
Çîroka Xezal çîroka keçeke kurd e û navê çîrokê ji navê lehenga wê tê. Xezal di kolxozê de dixebite û
keçeke jîr e. Gava ku dêya wê bi wê dide zanîn ku xwazgîniyên wê dê bên, Xezal aşkere ji dêya xwe re
dibêje ku bila belasebeb neyên. Lewre Xezal naxwaze bêyî dilê xwe bizewice. Wê xwendin kiriye serê
xwe û dixwaze bibe doktor. Ji xwe, diçe Erêvanê û dixwîne heta ku dibe doktor jî. Di ber re, li zanîngehê
xortekî jî nas dike û piştî zanîngehê bi wî xortî re dizewice.
Di vê serboriya Xezalê de, em dibînin ku xelasî û azadiya jinê bi xwendinê hatiye çareserkirin. Jina ku
bixwîne û bibe xwedî kar, mêrê xwe jî ew bi xwe hildibijêre. Zewac û awayê zewacê di diyarkirina
rewşa jinê û bindestî û serbestiya wê de weke xaleke girîng an jî weke pîvanekê diyar dibe. Ji ber wê ye
ku di çîrokên Sîma Semend de jî herî zêde ev mijar ber bi çav dibe.
Bi armanca ku rola zewacê ya di rewşa jinan de baş aşkere bibe, nivîskara kurd di vê çîrokê de, bi
awayekî paralel û di nav hev de, du çîrok bi cîh kirine. Serboriya duyem ku di çîrokê de behsa wê dibe,
çîroka Karê ye. Ew li heman gundî ye û hevala Xezalê ye. Sîma Semend rewşa Karê ji ya Xezalê cudatir
nîşan dide û dixwaze du awayên zewacê yên li dijî hev pêşkêş bike.
Di nava çîrokê de em hîn dibin ku bavê Karê nahêle ku ew bixwîne û gava ku çaxa wê tê, wê bi zorê
dide mêr. Di ber hevdîtinên wê û Xezalê re, her weha aşkere dibe ku ew ji qedera xwe ne memnûn e.
Em di nava serboriya Xezalê û ya Karê re mesajeke derbasbûyina ji feodaliyê ber bi modernîteyê ve jî
dibînin. Gava ku mirov bixwaze du rewşan bide ber hev, şayesandin û vegotina her du serboriyan têra
xwe bes e. Li hêlekê xwendin û azadî û evîn û bextewarî ; li hêla din jî, cahilî, bindestî, bextreşî û
zewaceke ne ji dil.
Di nava van her du serboriyan de ku, bi awayekî din, diyalektîka civakî ya li ser jinan nîşan didin, Sîma
Semend hewil dide ku fikrên xwe jîndar bike û dixwaze pesinê sîstema sovyetê jî bide. Ji ber wê ye ku
gava ku jê re behsa xwazgîniyan dikin û Xezal qebûl nake, dêya wê jê re dibêje ku şensa keçên vê demê
gellek e, lewre di dema wê de bavê wan çi bigotaya keç ji mecbûrî dizewicîn û xwendina wan tunebû.
Hingê Xezal vê guherîna civakî bi bersiveke rasterast ji dêya xwe re û her weha ji xwendevanan re
aşkere dike û dibêje "Em hemû deyndarê Lenînê mezin û komunîzmê ne". Lewre, ew guherîna ku di
navbera sohbeta Xezal û dêya wê re diyar dibe, bi guherîna piştî şoreşa bolşevîk ya 1917’an hatiye
Rûsyayê. Rexneyeke ku mirov dikare li Sîma Semendê bike, dê di warê vê nirxandina Xezalê de be.
Lewre, heger civat bi rastî jî guherîbe û bi rastî jî "Em hemû deyndarê Lenînê mezin û komunîzmê" bin,
diviya ku Karê jî bikariya zewaca xwe red bikiraya û bi dilê xwe jiyana xwe diyar bikiraya. Lê belê, em
dibînin ku sîstema komunîst ji bo du keçan bi du awayên cuda tev digerre. Di eslê xwe de, pirsgirêk ne
di sîstemê de, lê belê di nirxandina nivîskara kurd de ye. Lewre, heger bavê wê nexwastaya, Xezalê dê
nikarîbûya biçûya dibistanê û ew ê jî mecbûr bimaya ku zewaceke mîna ya Karê qebûl bikiraya. Hingê,
guherîn ne di sîstemê û di keç û jinan de ye, lê belê di zilaman de ye. Lewre, li vira, yê ku guheriye,
bavê Xezalê ye.
Ji aliyê teknîka vegotinê ve jî, çîroka Xezalê dê bala me bikişîne. Lewre, çîroka ku bi şayeseke gundê
Elegezê dest pê dike û bi nuansên wêjeya rûsî ya klasîk ve tevna xwe datîne, bi wê hevoka propagandîst
ku sê rûpel bi şûn de tê, rîtma xwe wenda dike ; lewre şayes ne şayeseke gellekî bi detay be jî, bi
bêhnfirehî hatibû kirin ; şêwaza wê wêjeyî bû û digel kurtbûna xwe jî ji bo destpêka çîrokê û vegotina
bûyeran atmosfereke zelal ava dikir. Lewre, di wêjeya klasîk de, şayes gellekî girîng bû û berî vegotina
bûyeran, cîh û mekanê ku bûyer dê lê pêk bihatana bi awayekî dorfireh dihat şayesandin. Di vê çîrokê
de jî, şayesa Elegezê, bi dîmenek giştî ya xwezayê û derdorê dest pê dike û hêdî hêdî dikeve nava detayan
û rêyê li ber bûyerên çîrokê vedike. Lê belê ew pesindayina komunîzmê ku di çirokê de qet ne pêwîst
bû û zêde berbiçav bûye, rîtma vegotinê û her weha ya bûyeran jî xerab dike. Ji xwe, mirov dibêje qey
armanca nivîsandina wê çîrokê, daxwaza gotina wê hevoka "deyndariyê" bû. Lewre ji destpêkê û bi şûn
ve, û tew gava ku ew hevok jî hate gotin, bûyer êdî gellekî bi lez diherikin û bêhnfirehiya Sîma Semend
qet nayê dîtin.
Di çîroka duyem de ku navê wê Reva Rîhanê ye, dîsa heman mijar heye. Rîhan ji xortekî bi navê Mirad
hez dike, lê belê bavê wê dixwaze wê bi zorê bide kurê axê. Dêya wê bi evîna wê û Miradî dizane û li
dijî bavê wê derdikeve, lê belê ji ber ku dê nesax e, zû dimire. Berî mirina xwe ji mêrê xwe re dibêje
"gunehê min di stuyê te de heger tu wê bi zorê bizewicînî". Lê belê, bav bi ya xwe dike û wê dide kurê
axayî. Di dema amadekariyên zewacê de, Mirad û Rîhan li hevdu dikin ku berî dawetê birevin, lewre
çareyeke din ji destê wan nayê. Di vê çîroka ku bi reva wan xelas dibe de hevalên Mirad jî alî wan dikin
û wan diparêzin.
Di çîrokê de dîsa her beş bi şayeseke derdorê vedibe û vê carê, li gorî çîroka Xezalê, Sîma Semend piçekî
bêtir bala xwe daye psîkolojiya lehenga xwe. Wê ev yek jî bi rêya monologan ve pêk aniye ku mirov
tahm û çêjeke wêjeyî jê werdigire. Bicîhkirina monologan jî bi nuansên gelêrî ve hatiye kirin ku li gorî
tevn û dema çîrokê hevdu digire. Rîhana lehenga çîrokê, gava ku diçe ber pezî, derdê xwe ji xwe re û ji
berxan re dibêje û li ser halê xwe û neçariya xwe digirî. (r. 43 destpêka beşê 2., û r. 48, destpêka beşê
3.). Hingê, ji bilî guherîna dema çîrokê, em vê carê guherînekê di şêwaz û vegotina nivîskara kurd de jî
dibînin.
Xaleke din jî ku di navbera danberhev an jî muqayeseya van her du çîrokan de balê dikişîne ew e ku
nivîskara kurd dixwaze qedera jinan nîşan bide. Weke ku me got, ji bo Sîma Semend, pirsgirêka jinan
di zewacê de ye, an jî ji vê pirtûkê weha diyar dibe. Lewre di her du çîrokan de jî zewaca bi zorê dibe
mijar û bi dû re bi evînê xelas dibe. Lê belê, cudahiyeke piçûk di navbera wan de heye. Serboriya çîroka
Xezalê di dema sovyetê de ye, lê çîroka Rîhanê di dema feodaliyê de ye. Xezal zewacê qebûl nake, diçe
bajêr, li wira mektebê dixwîne û li gorî dilê xwe dizewice. Yanî ew bi xwe çarenûsa xwe peyda dike.
Lê belê, Rîhanê nikare tiştekî bike. Dest û ling girêdayî ne. Ew ji mecbûrî alîkariyê ji hezkiriyê xwe
dixwaze û dibêje "tiştekî bike û min azad bike" (r. 54). Weke kilama Lawikê Metînî ku dibêje "ji Lawikê
Metînî re bibêjin, heger tê min dixwaze, bila bê min bixwaze, heger min direvîne bila birevîne, heger
min narevîne wê sibê min bi rê kin, hey lê, lê lê…".
Keçik bi vî awayî alîkariyê ji hezkiriyê xwe dixwaze. Ev kilama navdar û çîroka Reva Rîhanê jî di vî
warî de digihijin hev, lewre her du keçik jî gellekî pasîv in, ne mîna Xezalê ne ku bi biryarên xwe heye
û bûyeran diguherîne.
Reva Rîhanê, nirxandinên Sîma Semendê yên li ser civaka feodal temam dike, lewre ew bi awayekî
neçariya jinan ya di dema feodaliyê de nîşan dide, lê her weha dikare weke romantîzma Sîma Semend
jî were nirxandin. Lewre gellekî xweş e ku di demeke kevin de Rîhan û Mirad digel hemû astengiyan jî
ji hevdu hez bikin, lê belê nikarin bigihîjin hev ; malbata Rîhanê û dewlemendî û hêza mala axayî jî
astengiyên wê evînê ne û wê xurttir dikin. Bavê wê, Rîhanê dide kurê axayî. Rîhan diçe ber pez û bi
berxikan re li ser evîna xwe dipeyive û axir, Mirad, berî ku serboriya wan bibe trajediyek, Rîhanê li
hespê xwe siwar dike û direvîne. Yanî, eynî weke çîrokên kevin ku êvaran xelkê ji hev re digotin. Bala
xwe bidinê : ev romantîzm dîsa bi hêz û qeweta zilamekî ve tê avakirin.
Di vê çîrokê de, her weha, gellekî balkêş e ku tîpên xerab jî hene. Yanî kesên nebaş. Kesên ku ji bo
berjewendiyên xwe dixwazin rê li ber bigirin ku Rîhan û Mirad bigihîjin hevdu. Di vî warî de, ji bilî
kurê axê, Pero ya vê çîrokê ku ji aliyê kurê axê ve wezîfe wergirtiye û sîxuriyê dike, digel hemû qelsiya
xwe jî gellekî balkêş e. Lewre cara yekem e ku di çîrokeke modern de, tîp û qerekterên baş û nebaş di
nava heman çîrokê de ne.
Xaleke din jî ku weke fenomenekê diyar dibe ew e ku Sîma Semend tim cîh dide dayikan. Di her sê
çîrokên vê pirtûkê de jî, dêya lehenga sereke gellekî baş e û li dij bavê wê derdikeve. Yanî, bi awayekî
binhişî, bav temsîla feodaliyê ye û dayik piştgiriya keça xwe dike.
Sîma Semend karîbû heman çîroka Rîhanê di dema sovyetê de jî bi cîh bikiraya, lê weha nekiriye. Gava
ku mirov li ser sedema vê yekê difikire, feodalîzm û axa û rewşa jinê û zewaca bi zorê, weke sembol
digihîjin hevdu û bersivê didin destê mirov. Lewre, ev hemû têgeh û rewş ji aliyê sosyalîzmê ve weke
xerabiyên feodaliyê tên binavkirin. Ji ber wê, tercîha li ser dema çîrokê jî dikare bi sedemine siyasî ve
were nirxandin.
Heta vê deverê, ev mesajên polîtîk ku di nava çîrokê de veşartî ne weke malzemeyeke wêjeyê hatine
bikaranîn û mirov weke Sîma Semend sosyalîst be an ne sosyalîst be jî, mirov ji ber aciz nabe. Lê belê,
polîtîkbûna Sîma Semend ne ev bi tenê ye. Ev çîroka ku bi bêhnfirehiyê karîbû baştir û xweştir bûya,
dîsa dibe qurbana ecele û lezandina vegotina bûyeran û bi mesajeke polîtîk ya rût û rasterast xelas dibe.
Mirad û Rîhan roja berî daweta wê ji gund direvin. Gava ku piştî hin bûyerên din, didin ser rêya Tiblisê,
hevalên Mirad yên ku alîkariya wan kiribû, ji wî dipirsin ka gelo ew ê kengî dîsa vegere gund. Hingê,
Mirad ji wan re dibêje ku gava ku Axa nemîne, ew ê vegere gund.
Ji ber ku çîroka wê ya sêyem nîvco maye û weha hatiye çapkirin, mixabin em ê nikaribin behsa çîroka
sêyem ya bi navê "Mizgîn" bikin. Lê belê, her du çîrokên jorê têra xwe diyar dikin ku qelema Sîma
Semend, digel wêjeya xwe jî, siyasî bûye.
Polîtîzekirina mijarên çîrokên wê, dikarin di nava çarçoweya siyaseta sovyetan de jî were nirxandin.
Lewre, em dizanin ku di dema sovyetan de hemû kar û xebat û huner û wêje jî di nav de, diviya ji bo
propagandaya partiyê û sosyalîzmê bihatana bikaranîn. Kesên ku li ser wêjeya dema sovyetê xebitîne,
balê dikişînin ser ku heger Partiyê nexwestaya, pirtûk nikarîbû bihatana çapkirin. Ji ber wê jî, carinan
digel ku peywendiya berhemê pê tuneye jî propagandaya polîtîk weke pîneyan di nava berheman de
derdikeve holê. Yekem romana kurdî, Şivanê Kurmanca’ya Erebê Şemo tê bîra her kesî. Erebê ku li
gund şivantiyê dike, di dema şerr de dibe tercumanê artêşê û piştî şoreşê jî dibe milîtanekî bolşevîst û
vedigere gund, da ku propagandaya Partiyê bike. Heman rewş di Jiyana Bextewar de jî heye, lewre
xelkê ku ji Osmaniyan direvin, xwe diavêjin bextê sovyetan û jiyana bextewar kişf dikin. Lewre, ji
sîstemeke feodal diçin nava sîstemeke sosyalîst.

Serfiraz Alî Neqşebendî

Em ji danasîna wê hîn dibin ku ew di sala 1952’an de çêbûye û wê di sala 1970'ê de dest bi nivîskariyê
kiriye. Di pêşgotina antolojiyê de, Xelîl Duhokî balê dikişîne ser ku Alî Neqşebenî, yê ku bavê vê
nivîskara kurd e, xwediyê yekem pirtûka çîrokan e ku di nava Kurdên Iraqê de bi kurmancî hatiye
çapkirin. Em digihijin wê encamê ku Serfiraz Alî Neqşebendî ji malbateke nivîskar tê û weke ku ji
antolojiyê jî diyar dibe, ew yekem jina çîroknivîs ya kurmancên başûr e.
Di Antolojiya çîrokan ya Firat Cewerî de jî dîsa çîrokeke wê ya din heye, lê belê tê gotin ku ew ji
malbateke dîndar hatiye, beyî ku em bizanin bê çi peywendiya dîndariyê bi nivîskariya wê ve heye.
Serfiraz Alî Neqşebendî, di çîrokên xwe de, weke Sîma Semend, lehengên xwe bêtir ji nava jinan
hildibêjere. Di çîroka bi navê "Heft îşiyên tirî" de ku di antolojiya Xelîl Duhokî de hatiye çapkirin, ew
behsa serboriya Şemamê dike.
Şemamê dayika heft zarokan e ku di dema Enfalê de, gava ku xelk ji ber leşkerên iraqî direvin, zarokên
xwe di nava şikevtekê de vedişêre. Lê belê, gava ku ji bo zarokên xwe derdikeve derve ku biçe nava
rezan û tiriyan ji zarokên xwe re bîne, ew ji aliyê leşkeran ve tê girtin. Herçend Şemamê li zarokên xwe
yên ku di şikevtê de asê mane difikire jî, ew mecbûr dimîne ku wan di wira de bêxwedî bihêle, lewre
leşker qet naxwazin li wê guhdarî bikin. Ew bi dû re lê hay dibe ku baştir e ku leşker bi wan zarokan
nehisin, lewre heger weha be, zarokên wê jî dê bêne kuştin. Pirsgirêka çîrokê ew e ku devê şikevtê bi
kevirekî hatiye girtin û Şemam dizane ku heger ew venegere zarok dê nikaribin derkevin, lê belê wan
emanetî "Xwedê" dike û ji duayan pê ve tiştek ji dest nayê.
Di nava seyareya leşkerî de ku gellek girtiyên jin yên din jî tê de ne, jinek neviyê xwe yê ku bi wê re ye
nîşanî Şemamê dide û dibêje "Eve nevyê min e. Ma bo çi ye? Bo kuştinê ye… Xwezî nuho li ber betenekê
maba, belkî Xudê ye nekiriba û rojekê tola me vekiriba…!" (p. 15). Ev bûyer dilê Şemamê piçekî rehet
dike û ji bo zarokên wê hêviyê dixe dilê wê.
Nivîskara kurd bi tevna bûyera xwe ve balê dikişîne ser rewşa Kurdan, lewre gava ku şerr hebe û mêran
ji bo şerrî terka malê kiribe, jin li ber malê û her weha li ber zarokan dimînin. Şemam di nava van rolên
giran ku çîrok li wê bar dike de, bi xurtî bi ser dikeve. Ew ne bi tenê weke lehenga çîrokê, lê her weha
weke mirov jî xurt hatiye avakirin. Ev bûyer bi rengekî weha ye ku bivê nevê Şemam jî teva psîkolojiya
xwe ve dikeve nava çîrokê. Ji xwe, lehengên ku rewşa wan ya derûnî jî di nava bûyeran de hatibin
vegotin, tim lehengên xurt in û li ser kaxezê namînin.
Herçend, tercîha mijarê tûşî mijarên siyasî û dîrokiya Kurdan bibe jî, ji ber ku di nava wê mijarê de,
Şemam teva vê hêla xwe ya derûnî hatiye dayin, çîrok xurttir dibe. Ji ber ku di ber taswasa Şemamê re
xwendevan jî bêtir li ser rewşa ku çîrok dişayesîne difikire û vê bûyera xurt, hingê bandoreke xurt li ser
xwendevanên xwe jî dihêle. Gellekî balkêş e ku psîkolojiya Şemamê carcaran di nav monologên têkel
re jî hatiye dayin. Monologên Şemamê yên ku tev li vegotina çîrokê bûne û cudahiya di navbera dem û
cîhê xwendevan û bûyeran de ji holê radike. Monolog, herçend di nava wêjeya ewropî de, ji James Joyce
û Virginia Woolf û bi vir ve, êdî baş tê naskirin jî, di kurdî de hê baş nehatiye bikaranîn ku bikare rêyê
li ber formine nû veke. Belkî, di nava çîrokên Serfiraz Alî Neqşebendî de em hê qelema Virginia Woolfê
nabînin, lê belê, ji aliyê nêzîktêdayina leheng û vegotinê ve, ne gellekî dûrî wê ye jî.

Zarîfe Demîr û Romana Kela Bilind

Em bibêjin ku di dema sovyetê de siyaset û propaganda mecbûrî bû, ji ber ku Partiyê weha emir kiribû,
lê belê ji bo dema me û kesên ku li Ewropayê dijîn, mecbûriyeteke weha tuneye. Lê siyaset dîsa jî her
heye û heger nivîskar bi xwe jî wê mecbûriyeta weke ya Partiyê li xwe ferz bike, wêje ji qalib û erka
xwe ya sereke bi dûr dikeve. Lewre, ji destpêka xwe ve wêje her û her nêzîkî mirovan e û lehengê xwe
li gorî rewşên wan yên mirovî vedibêje, weke ku me di çîroka Serfiraz Alî Neqşebendî de jî dît. Lê, gava
ku wêje bi armanceke din were kirin, ji wêjebûnê bi dûr dikeve.
Nimûneya wê ya herî berbiçav ya Zarîfe Demîr e. Zarîfe Demîr, di nava Kurdên kurmanc de, yekem
romannivîsa jin e. Digel ku her sê jî mesajên polîtîk didin, nirxandina me ya li ser Zarîfe Demîr dê ne
weke ya li ser Sîma Semend û Serfiraz Alî Neqşebendî be. Lewre Sîma Semend çîrokên baş, belkî ji hin
hêlan ve qels bin jî, çîrok nivîsandine û em şopên diyardeyên ku edebiyata cîhanî qebûl dike jî di nava
çîrokên wê de dibînin. Di qelema Serfiraz Alî Neqşebendî de, em hin hêlên vegotineke pêşketî û
avakirina lehengan ya xurt dibînin ku her du jî bi hevdu ve têkildar in. Lê di romana Zarîfe Demîr de ne
weha ye. Lewre, mirov dibêje qey Zarîfe Demîr qet roman nexwendine û dest avêtiye nivîsandina
romanan. Bi xwendina romana Kela Bilind re, mirov dikeve wê baweriyê ku hunerê romanê qet ne xema
wê ye.
Gelo çima em weha difikirin ?
Zarîfe Demîr romaneke weha nivîsiye ku bi zimanekî din bûya xelkê dê çap nekiraya. Lewre navên
lehengan di nava du rûpelan de tev li hev dike û gava ku ev leheng, lehengên sereke bin jî, ew tevlihevî
girîngtir dibin. Di nava bûyerên romanê de çewtiyên wê yên kronolojîk ji adetê zêdetir gellek in.
Lehenga romanê Berfîn e, lê belê roman bi vegotina hevnasîna dê û bavê wê dest pê dike û heta ku
mirov Berfînê nabîne jî, mirov dibêje qet roman dê behsa dê û bavê wê bike, lewre serboriya dê û bavê
wê bi hûrgiliyên berfireh û beyî diyardeyên dema bûyeran hatiye vegotin ku mirov dibêje qey çîrok di
demeke kevin de derbas dibe û diyardeyên "çîrokên fantastîk" û postmodern tê de ne. Gava ku Berfîn
tev li bûyeran dibe jî, dema bûyerên romanê û her weha hemû rengdêrên ku mirov li wê romanê dike, ji
binî ve diguherin.
Dê û bavê Berfînê û hevnasîn û evîn û zewaca wan, di nava çîrok û tevneke weha de hatiye vegotin ku
mirov di cîh de li formên vegotina dengbêjiyê difikire. Ji xwe, diyalogên lehengan jî li gorî melodiya
dengbêjiyê, bi kafiye û dubare û avêtina ber hev ve hatine avakirin ; weke ku di serboriya Cembelî û
Binevşa Narîn de an jî di ya Derwêş û Edûlê de em dibînin. Leheng di rewşeke weha de, pirraniya caran
li ser kaniyê an jî di nava baxçeyan de, weke ya Mem û Zînê, hevdu dibînin û rengê diyalogên wan jî
helbestkî ye û diavêjin ber hev.
Di xwendina serboriya dê û bavê Berfînê de jî heman hest bi mirov re çêdibe. Ew li gundekî dijîn, dema
axatiyê ye. Xortek li ser hespê xwe ye û di ber mala axê re derbas dibe û di balqonê re keça axê dibîne
û dil didiyê û evîna xwe jê re dibêje. Weke çîroka Mihemed û Fatima Salih Axa, keça axê dixwaze wî
ji vê rêyê vegerrîne, lê belê ew dike înad û tinaz û gazindên wan rengê diyalogan bi temamî dike
folklorîk. Bi vî awayê xwe ve, mirov dibêje qey bûyerên romanê di sedsala nozdehan de derbas dibin.
Lê belê, roman ji nişka ve, weke ku derbekê bixwe, serobinî dibe û em dibînin ku Berfîn di dema me de
û li Diyarbekirê dijî ku mirov sedemên vê guherînê di cîh de fahm nake.
Lehenga romanê Berfîn di televizyonê de li nûçeyan temaşe dike û dibîne ku Al Qaîdeyê bombe xistiye
metroya Londonê û li Iraqê her roj gellek kes bi êrîşên bombeyî tên kuştin; her weha behsa Amerîkiyên
Iraqê jî dibe (r. 64). Hingê em fahm dikin dema bûyerên romanê ne dûr e û dema me ye. Lê belê,
çewtiyên wê yên dîrokî hene. Di navbera sedsala nozdehan de û salên 2000’î de hin cudabendî hene ku
gellekî girîng in û heger mirov lehengên xwe di demekê de bi cîh kirin, divê mirov taybetmendiyên
civakî, aborî û teknîkî yên wê demê jî di ser guhê xwe re neavêje.
Di vê romanê de, piştî ku Berfîn tev li bûyeran dibe, leheng qet telefona destan bi kar naynin, internetê
bi kar naynin û ji hevdu re hê jî weke sedsala 19’an nameyan dinivîsînin. Mirov dikare bifikire ku ev
tercîhek be, lê belê di romanê tiştek bê sebeb nikare were kirin û heger tercîhek hebe, divê em wê tercîhê
jî fahm bikin. Her weha, hin bûyerên din jî di romanê de hene ku mirov fahm dike ku nivîskar li welatekî
din dijî.
Yek ji wan bûyeran heye ku, herçend weke referans rastiyeke xwe ya dîrokî hebe jî, konteksta ku tê de
hatiye bicîhkirin nakokiyeke demî pê re ava dike. Berê, li Tirkiyeyê Kurdan nikarîbû xwe aşkere
bikiraya û zimanê wan jî qedexe bû. Lê belê, ji zû ve ye ku di vî warî de gellek pêşketin çêbûne û êdî
Kurdbûn û zimanê kurdî li Tirkiyeyê ne qedexe ne. Lê belê, digel ku bûyerên romanê di salên piştî
2003’an de derbas dibin jî, em dibînin ku romana Zarîfe Demîr hê jî di dawiya salên 1980’î û serê salên
1990’î de maye.
Weke mînak, li taxa ku Berfîn lê dimîne, li malekê, li muzîka kurdî guhdarî dikin û vebêjer bi me dide
zanîn ku dengê Nizamettin Ariç e. Bûyer li Diyarbekirê derbas dibe. Saetek bi şûn de polîs digirin ser
wê mala ku li Nizamettin Ariç guhdarî dike û, sirf ji ber wê, lawê malê tê girtin.
Divê em ji bîr nekin ku Amerîkî li Iraqê ne û Al Qaîde heye. Yanî salên piştî 2003’an e. Em giş dizanin
ku ji 1991’ê û bi vir ve kurdî ne qedexe ye û li taxa Ofîsê ya Amedê dengê stranên kurdî piştî wê bi çend
salan ji dikanên kasetan dihat kolanê. Bi kêmanî ji 2002’an û bi vir ve, êdî em baş dizanin ku polîs
kesekî ji bo kaseta Nizamettin Ariç nagirin û êdî li Tirkiyeyê di qada zanîngehan de semîner û
konferansên kurdî têne dayin. Hingê polîsên vê romanê polîsên berî salên 1990’î ne, an jî hayê
romannivîsa kurd jê tuneye ku rewşa Kurdistana bakur êdî guheriye.
Di nava romanê de hin bûyerên din jî hene ku dibin delîlên çewtiyên dîrokî. Yek ji wan ew e ku nivîskar
hay ji Tirkiyeyê tuneye, lewre bavê Berfînê mamoste ye û piştî giliyê mufettîşî, li DGM’ê (Dadgeha
Ewlekariya Dewletê) tê darizandin. Em giş dizanin ku ji zû ve ye ku DGM jî ji holê rabûne û êdî navê
wan bûye "ceza mahkemesi". Ji xwe Zarîfe Demîr jî bi dû re vê dozê ji bîr dike û nema behsa wê dike.
Mixabin, em nizanin bê biryara dadgehê çi ye û çi bi bavê Berfînê tê.
Yanî gellekî aşkere ye ku nivîskar behsa civateke weha dike ku di salên 80’î de li Tirkiyeyê hebû, lê
belê wê civatê tîne salên 2000’î. Ya jê xerabtir jî, nivîskar civata kurdî teva adetên wê jî diguherîne û
vê yekê ji ber têgihiştineke surrealîst an jî sembolîst jî nake.
Em ji nişka ve dibînin ku dê û bavê Berfînê li gundekî Dêrsimê dijîn. Bi dû re em dibînin ku li wî gundî
xelk li ser maseyê şîvê dixwin. Ev bûyer dikare rast be jî, lê belê ji ber ku civatê temsîl nake, weke
semboleke marjînal diyar dibe. Awayê jiyana Berfînê jî ne li gorî awayê jiyana Kurdên Tirkiyeyê ye.
Lewre, Berfîn danê sibehê teva qahweya xwe li baxçeyê xwe rûdine û rojnameya xwe dixwîne û li benda
"postecî" dimîne ku nameyên wê bîne, ku ev rewş jî li Diyarbekira ku bûyerên romanê lê hatine
bicîhkirin weke bûyerên marjînal xuya dibin. Ji xwe, Kurd danê sibehan qahweyê venaxwin. Bi tenê
Ewropî qahweyê vedixwin, lewre taştêya Kurdan bi çayê tê çêkirin ; û… li Swêdê çawa ye, em nizanin,
lê belê postecî li Kurdistanê danê sibehan ewqasî zû nayên. Ji bo nameyan divê mirov li benda nîvrojê
be.
Hingê, ji ber ku ev awayê jiyînê ji ya Kurdan bêtir, awayê jiyana Ewropayê ye, mirov dizane ku nivîskar
bi xwe li Ewropayê dijî. Ji xwe, gava ku bersivê dide telefonê, nabêje "aloo û elo", lê belê dibêje "halo"
(r. 95), eynî mîna Swêdiyan.
Her weha asta zimên jî gellekî balkêş e. Gava ku Berfîn ji dêya xwe re dibêje ku yek wê dixwaze, dêya
wê dibêje "em ji mezinan jî bipirsin" û weha dewam dike : "em ê pişt re li reaksiyona wan binêrin, ka
dê çawa bibe". Peyva reaksiyonê divê di vira de bala mirov bikişîne, lewre ev peyv asta zimanê lehengan
diyar dike. Lê belê leheng li gundan dijîn û nayê behskirin ku dêya wê yeka xwende ye. Ji ber ku ji serê
romanê ve em dizanin ku ew "beşikertmesiya kurxalê xwe bû". Di romanê de weha tê gotin û ev
taybetmendî ji bo nirxandineke civata ku leheng tê de mezin bûye, girîng e. Heman leheng, yanî dêya
Berfînê, (r. 100) ji keça xwe re dibêje "divê meriv trêna jiyanê nerevîne" û bi awayekî hişmendiya
zimanê tirkî, weke yeka xwende dipeyive, digel ku ew qet neçûye dibistanê.
Ji ber ku ewqas çewtî tê de hene, mirov êdî nikare li wêjeyê bifikire. Ji hêla vegotinê ve jî gellekî qels
e. Zimanê romanê, zimanekî weha ye ku nivîskêr qet serê xwe pê re neêşandiye û bi zimanekî pirr basît
carinan jî zêde polîtîk û engaje nivîsandiye. Ji bilî beşên destpêkê ku tê de behsa zewaca dê û bavê
Berfînê dibe, bûyer pirr bi lez derbas dibin, weke flaşan in û qet û qet şayes û taswîr tê de tuneye. Hêla
psîkolojîk qet nîne. Ji ber van taybetmendiyên xwe ve, wêjeyeke qels û nayif û siyasî derdikeve holê.
Gellek caran jî nivîskar weke ku ji xwe re gotareke siyasî binivîsîne tev digerre (r. 96-97) û romanê ji
bîr dike. Ev hêla siyasî hema hema di seranserê edebiyata kurdî de heye, lê belê, Zarife Demir carinan
dev ji siyasetê jî berdaye, û ketiye nava rehberên tûrîstîk. Li ser bircên Diyarbekirê û ava Mûnzûrê gellek
detayên teknîk dane ku tu peywendiya wan bi romanê û bi wêjeya vegotinî ve tuneye û mirov van celeb
nivîsandinan bi tenê di pirtûkên li ser "arkeolojiyê" an jî "mîmariyê" de dibîne.
Ev çewtî û qelsiyên ku em behsa wan dikin, ne taybetmendiya wêjeya jinan e. Di kurmancî de, wêjeya
zilaman jî weha ye û me berê jî gellekî li ser wan nivîsandiye.
Me got ku Zarîfe Demîr nayif e. Gava ku ev nayifî bi siyasetê ve were dagirtin, hingê lehengên romanê
derbeke mezintir dixwin. Di vê romanê de, bi awayekî ecêb, hemû kurd baş in û hingî her kes ewqasî
baş e, bêhna mirov diçike û mirov bêriya kesên xerab dike. Hema hemû lehengên wê, xwende,
nexwende, gundî û bajarî, hemû ajîtator in û propagandayê dikin. Ji diyalogan propaganda diherike.
Di nava serê romanê û dawiya wê de, ji aliyê zimanê diyalogan ve jî cudahiyeke ecêb heye. Ew zimanê
folklorîk wenda bûye û zimanekî işk û qels û bê çêj ketiye nava romanê. Mirov di cîh de dikeve baweriya
ku ev roman ji aliyê du kesên cuda ve hatiye nivîsandin, lewre her du beşên romanê ji binî ve, ji aliyê
mijar, leheng, vegotin û zimanî ve ji hev cuda ne.
Di vê romanê de hin xalên din ku weke mijar bala mirov dikişînin ev in:
Di romanê de şerrê eşîran jî cîh girtiye, kuştinên siyasî çêdibin, meseleya kuştinên namûsê jî heye,
malbatên xizan ku zarokên wan li ser sergoyan digerin jî hene, mamosteyên ku li DGM’ê tên darizandin
jî hene, gundiyên ku rastî îşkenceyê tên jî hene, gundên şewitandî, gerîllayên birîndar, gundên bê doktor,
girtinên ji ber straneke kurdî, xelkê bê nasname, rewşa keçên ku bi zora bavê xwe dizewicin. Lê belê,
ev hemû bûyer beyî ku tu peywendiya wan hebe li ser hev hatine rêzkirin ku mirov dikare aşkere bibêje
ku bûye "sergoyê bûyeran" û Zarîfe Demîr, ji van hemû bûyeran, bi tenê encamên siyasî yên gellekî
nayif derdixe.
Ev e ferqa Sîma Semend û Serfiraz Alî Neqşebendî û Zarîfe Demîr. Sîma Semend xwestiye wêjeyê bike,
lê belê peyamên polîtîk jî daye. Serfiraz Alî Neqşebendî di nava rewşeke civakî de ku ji siyasetê hatiye,
rewşa mirovan dide ku kar û erka wêjeyî jî ji xwe ew e. Lê belê, Zarîfe Demîr xwastiye propagandayê
bike, rasterast propaganda û ajîtasyon, lê belê vê yekê bi rêya wêjeyê dike.

Lorîn S. Dogan û Kirasê Teng


Lorîn S. Dogan siyaset di vegotina çîrokên xwe de aşkere nekiriye û ew fikir û hizreke kemilîtir di nava
çîrokên xwe re nîşan dide. Ya ku di çîrokên Dogan de balê dikişîne, zimanê wê ye, lewre devoka wê ya
Nisêbînê gellekî aşkere ye û vegotina wê bi hevokên li ser hatiye xebitîn ve nehatiye xurtkirin. Lê belê,
çîrokên wê konsantre ne, bûyerên wê zelal in, hetta zêde zelal in û ji kûrahiyê bêpar hatine hiştin. Di
çîrokên wê de, xaleke gellekî balkêş heye ku dibe qarektera nivîskariya wê: Lorîn S. Dogan tim zarokan
zêde bi kar tîne. Ewqasî bi kar tîne ku ji ber sadebûna zimanê wê jî mirov carinan dikeve wê baweriyê
ku çîrokên wê ji bo ciwanan hatine nivîsandin, lê belê derketine qada mezinan.
Ew çi gava ku şayesa bajarekî an jî civatekê bike, tim behsa rewşa zarokan jî dike ku ev taybetmendî di
çîrokên wê de weke fenomenekê derdikeve pêş. Herçî zarok in, ew nayif in û di pencereya xwe ya
lîstikan an jî ya tirsa ji biyaniyan re li dunyayê diniherin. Ji ber wê ye ku gava ku miriyekî li kolanê
dibînin, natirsin, lê ji xwe re li dora wî dilîzin. Ji ber wê ye ku diçin nava mayinên nava Nisêbîn û
Qamişloyê, ji ber wê ye ku gava ku efserek bi ser gundiyan de diqîre, zarok xwe bi dawa dêya xwe ve
digirin û ditirsin, ji ber wê ye ku di dema şerrê Iraqê yê sala 1991’ê de gava ku xelk ditirsiyan ku Saddamî
bombeya kîmyewî biavêjtaya ser Tirkiyeyê jî, di çîrokê de zarok jî behsa gaza kîmyewî dikin. Erê, zarok
gellekî aşkere ne, lê xaleke din jî heye ku divê bala me bikişîne. Ew jî ew e ku, weke ku ji van nimûneyên
ku me dan diyar dibe, mijarên çîrokên Lorîn S. Dogan bi awayekî balkêş giş li dora bûyerên polîtîk
digerin. Mesela, nivîskara kurd qet naxwaze behsa jiyana lehengên xwe ya rojane bike. Yên ku wê
alaqadar dikin, bi tenê bûyer in û ew guh nade hêla lehengên xwe ya mirovî. Ev bûyerên ku ew behs
dike, gellek caran pêk hatine, lê belê gava ku giş digihijin hevdu marjînal dibin. Weke ku tercîhên
mijaran bi motîvasyonên siyasî ve hatibin kirin diyar dibin. Ev jî di wêjeyê de nîşaneke nayifiyê ya xurt
e.
Hebûna zarokan jî mirov ber bi heman nirxandinê ve dikişîne. Gelo nayifiya zarokan ku di zimanê
çîrokan de jî aşkere ye, ne her weha nayifiya nivîskarê ye jî. Lewre, ne cara yekem e ku zarok dibin
serleheng. Di edebiyata cîhanî de, ji bilî wêjeya zarok û ciwanan, kesên mîna Charles Dickens û Roman
Gary nimûneyên vê yekê ji berê de dane. Di nava Kurdan de jî Bavê Nazê berê di çîrokên xwe de gellek
caran zarok kirine serleheng. Lê belê zarokên ku bi qelema Lorîn S. Dogan dipeyivin ji zarokên ku heta
nuha me dîtibûn bêtir nayif in, lê nayifî her weha masûmiyet e jî. Ji ber wê, mirov dikare bibêje ku Lorîn
S. Dogan dixwaze bi rêya bikaranîna van zarokan û masûmiyeta wan ve hîssên xwe yên li hember rewşa
Kurdan nîşan bide.

Encam

Di nava vê nirxandina me ya çar nivîskarên kurd yên jin de, me dît ku em nikarin behsa "wêjeyeke jinan"
bikin. Lê belê, weke ku di çîrokên Sîma Semend û romana Zarîfe Demîr re xuya dibe, me dît ku di
çareseriya rewşa jinan de "zewac" weke xaleke girîng û diyardeyeke bingehîn aşkere dibe. Li gorî van
her du nivîskaran, azadiya jinê yan bi xwendinê û yan jî bi serxwebûna aborî ve tê nirxandin û ji ber wê
ye ku keçên ku zewaca feodal red dikin, bi xwendina zanîngehan ve azad dibin. Lewre, piştî zanîngehê,
ew dibin xwedî kar û xwe ji serdestiya mêran rizgar dikin. Weke ku di berhemên her du nivîskaran de
aşkere dibe, jina ku dixwîne û dibe xwedî kar, zewaca xwe jî li gorî dilê xwe dike.
Lê belê, xaleke din jî di nava berhemên wan û her weha çîrokên Lorîn S. Dogan re xwe aşkere dikir
hebû û ew jî ziman û mijarên siyasî bû. Me dît ku, weke gellek nivîskarên kurd yên din, li cem van çar
nivîskarên jin jî, rewşa Kurdan bi nirxandinên siyasî ve hatiye vegotin. Li cem Sîma Semend
nirxandinên siyasî û civakî bi bicîhkirina mijaran ve dihatin kirin û di diyalogên lehengan re aşkere
dibûn. Li cem Zarîfe Demîr, tiştekî veşartî tuneye û rewşa Kurdan û ya jinan bi "bindestiya wan" ve
hatiye nirxandin. Peyvên weke "dagirker" ku ji jargoneke siyasî tên di vê romanê de di zimanê vebêjer
de jî hene û gellekî ber bi çav bûne2. Lê belê, weke ku me di çîroka Serfiraz Alî Neqşebendî de jî bal

2
Weke ku me di nivîseke din de jî bal kişandibû ser, di romana Çîdem Baran de, Li Peravên Torê, Torên Evînê
(Weşanên Ronahî, 2011), ku piştî amadekirina vê gotarê hatiye çapkirin, di rûpela yekem de heft caran peyva
"xayin" hatiye bikaranîn. Gava ku mirov bizane ku romana ewropî û rûsî bêtir li ser peyva "giyan" bi ser diket,
kişand ser, vegotineke nêzîkî giyanê lehengan jî dikare were dîtin ku ev taybetmendî, bê guman, lehenga
wê çîrokê jî li gorî lehengên Sîma Semend û Zarîfê Demîrê jîndardir û bi awayekî wêjeyî "xurttir" dike.
Me her weha bal kişand ser ku di avakirina çîrokan de Lorîn S. Dogan li gorî her du nivîskarên din bêtir
konsantre xuya dibe û hewil nedaye ku siyasetê rasterast aşkere bike. Lê belê, gava ku me mijarên wê
dan ber hevdu, me dît ku tercîha wê ya mijaran bi motîvasyonên siyasî ve hatiye kirin.
Me di vê nivîsê de dît ku mijarên ku herî zêde bala her çar nivîskarên me kişandiye zewaca bi zorê,
rewşa Kurdan ya siyasî, rewşa jinê, piştgiriya dayikê ya ji bo keçan û rewşa zarokan e. Me destnîşan kir
ku ji ber siyaseta ku di nava berheman re derdikeve û zarokên ku di nava çîrokan de hatine bikaranîn,
nemaze wêjeya Zarîfe Demîr û Lorîn S. Dogan ber bi nayifiyekê ve çûye.
Ev xalên ku me di wê nivîsê de bal kişand ser wan, dikarin di wêjeya zilaman de jî were dîtin. Heger
em bizanin ku jin berê jî bûne serleheng û rewşa wan, weke Dê û Dêmarî ya Egîdê Xudo û Toqa Lanetê
ya Aram Gernas berê jî di wêjeyê de bûye mijar, hingê mirov nikare bibêje ku ji aliyê mijarê ve
cudahiyek di navbera nivîskarên jin û nivîskarên mêr de heye. Lê belê, me li cem Egîdê Xudo û Aram
Gernas di nava romanên wan de nirxandinên siyasî nedîtin. Wan xwe bêtir nêzîkî rewşa lehengên xwe
kiriye û bûyer û serboriyên wan vegotine. Ji bilî Sefiraz Alî Neqşebendî, li cem van her sê nivîskarên
kurd yên jin, me tercîha mijaran û zimanê ku di vegotina wan de hatibû bikaranîn, weke diyardeyên
nayifiya wêjeyî nirxandin.
Heger, em behsa siyasetê bikin, ji xwe, weke ku me got, rengê wêjeya kurdî siyasî ye û bi dû re dibe
wêjeyî. Ev jî di nava wêjeyê de dikare weke qelsiyeke hunerî jî bê nirxandin.

Berhemên ku behsa wan dibe:


Sîma Semend, Xezal, weşanên Nûdem, Stockholm, 1997.
Zarîfe Demîr, Kela Bilind, weşanên Apec, Stockholm, 2008.
Xelîl Duhokî, Antolojiya çîrokan ya kurmanciya başûr, weşanên Nûdem, Stockholm, 1995.
Firat Cewerî, Antolojiya çîroka kurdî, weşanên Nûdem, Stockholm, 2003.
Lorîn S. Dogan, Kirasê Teng, weşanên Avesta, Stenbol, 2007.
Egîdê Xudo, Dê û Dêmarî, weşanên Nûdem, Stockholm, 1996.
Aram Gernas, Toqa Lanetê, weşanên Doz, Stenbol.

çavdêriya vê bikaranîna zêde û zêde ya peyveke "subjektîf" di nava vegotina rewşa pêkhatina bûyera bingehîn de,
ancax dikare weke qelsiyekê were hesibandin. Em di vira de dibêjin subjektîf, lewre di vegotina wê rewşê de
nirxandineke şexsî heye, hukmek heye û nîşan dide ku vebêjer (an jî nivîskar) ne bêalî ye. Israra hin nivîskaran ya
li ser hin peyvan, bivê nevê awayê wan yê dîtin û têgihîştinê jî aşkere dike.

You might also like